Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê

  • rojane
  • 15:17 23 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL -  Dayikên Şemiyê di hefteya 726'an de aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz, diyar kirin ku 24 sal borîn hêj cenazeyê kurê xwe defin nikirine û wiha got: "24 salin hêsir ji çavê min qut nabin. Kesek dimire herî dereng di nava hefteyekê de tê definkirin. Lê me 24 salin hêj cenazeyê xwe defin nikiriye." 
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 726'an de çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û windabên dîtin, berdewam kirin. Dayikên Şemiyê xwestin wekî her hefte li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Lê ji ber ku polîsan qad dorpêç kir û destûr nedan malbat li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin li kolana pêş ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayik dîsa di bin dorpêçê de li kolana ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşortên ku wêneyên zarokên wan ên hatine windakirin li xwe kirin û qurnefilên sor rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Zeynel Ozen û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û gelek kesên din amade bûn. Dayikan ve hefteyê aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin pirsî. Dayika Murat Yildiz, Hanife Yildiz, beriya daxuyaniyê çû Qada Galatasarayê û qurnefîl danî. 
 
Vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyaniya ji bo windayan xwend. Arcan, beriya daxuyaniyê dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir a di 21'ê Sibata 2013'an de ji yana xwe ji dest da bibîr anî. Arvan, anî ziman ku ew dê heta dawî aqûbeta Murat Yildiz bipirsin û wiha got: "Bi polîtîkaya dewletê bersûc nayên cezakirin. Ji ber ku dewlet kesên sûcê giran dike rê li pêş hiqûqek bi bandor venake û rêya edalet û hiqûqê li pêş me digire, 726 hefteye em li qadan li hiqûq û edaletê digerin. Em daxwaza edaletê tînin ziman." 
 
Arcan, anî ziman ku 27 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Kesên ku sicîla wan a mafên mirovan û demokrasiyê xerabe ye, dixwazin têkoşîn û hewldana me ya lêgerînê bişkînin. Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. 
 
Arcan, anî ziman ku malbatê 24 sal barê Murat Yildiz, li şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova ya Îzmirê teslîm kirin û wiha got: "Murat Yildiz ê 19 salî li gel dayika xwe dijiya. Ji ber bûyerekê polîsan xwest îfade bide û piştî îfadeyê dê serbest berdin. Dayika Murat Hanife Yildiz û parêzer di 23'ê Sibata 1995'an de ew bi destê xwe bir qereqolê. Dayik û parêzer bi xwe çûn li Şaxa Asayişê teslîmî Komiser Ramazan Kaya û polis Tahir Şerbetçî kirin. 3 roj derbas bûn, lê Murat venegeriya malê. Dayik Hanife Yıldiz dîsa çû Şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova, lê dîsa bersîv negirtin. Piştre diyar kirin ku Murat ji feribotê  xwe avêtiye û reviya ye. Piştî vê yekê carek din ji kurê xwe yê bi tenê agahî negirt. Alcan, da zanîn ku ew dê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin.
 
 
Dayik Hanife Yildiz, anî ziman ku kurê wê bi daxwaza xwe çû qereqolê û wiha got: "Ez fikirîm ku cenazeyî hindik bistîne û piştre biçe leşkeriyê. Min ji bo welat esker mezin kiribû. Lê mafê wî yê jiyanê û mafê min ê dayikbûnê ji destê min girtin. 24 salin ez li kolanê li edaletê digerim. 24 salin şîn ji mala min ranabe. 24 salin hêsiran dibarînim. Ji çavê min hêsir diherikin. 24 salin me cenazeyê xwe defin nekiriye. Gorek ku em biçin ser şînê bigirin tune ye. Ji bo dayikekê pir zore ku gora kurê xwe bixwaze. Îro li vî welatî ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Piştre Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak helbesta ku Dayika Berfo  ji bo kurê xwe Cemil Kırbayır nivîsandibû xwend. 
 
Herî dawî keça Dayika Berfo Kirbayır Fatma Kırbayır Gulmez jî anî ziman ku dema dayika xwe defin kir soz daye dayika xwe û wiha got: "Birayê min tu li ku ye. We Cemil Kirbayir wekî Kaşikçi şewitand û avêt kîderê. Min soz daye dayika xwe ku ez kurê wê bibînim. Ez birayê xwe û miletê xwe hez dikim, lê hûn me wekî 'terörist' îlan dikin. Ger ku wîcdanê we hebe hûn dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Êdî bes e, bila dayik negirîn." 
 
 

Sernavên din

26/02/2019
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN