Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin

img

MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Mehsertê axivî û got: "Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin." 

Yek ji navendên ku herî zêde HDP xebatên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê lez dayê jî Mêrdîn e. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag îro li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê bûn û navçeyê ziyaret kirin. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Mehsertê Turkan Bakir û Cuma Tugay û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî li gel Turk û Altindag bûn. Namzet di têketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û bi karwanê wesayîtan derbasî navenda navçeyê bûn û tûrek geriyan. Beriya ziyaretê polîsan maşîneyên zirxî li gelek cihan bicihkirin. HDP'iyan esnaf û gel silav kirin. Namzet ji aliyê gel ve bi kêfxweşî û coşek mezin hatin pêşwazîkirin û piştî serdanê derbasî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Girseya li vir namzetan bi çepikan pêşwazî kir. 
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊ BIKIN XIZMETA GEL' 
 
Namzeta Hevşaredariya Mehsertê Turkan Bakir xîtabî gel kir û got: "Em destkeftiyên xwe bistînin. Em ê carek din şaredariyê bixin xizmeta gelê xwe." Namzetê Hevşaredariyê yê din Cuma Tugay jî da zanîn ku ew ê şaredariyê carek din bixin xizmeta gel û ew û ji bo pirsgirêkên navçeyê û gundan çareser bikin dê hemû bi hev re seferber bibin. 
 
TURK: EM Ê KIRINÊN WAN EŞKERE BIKIN 
 
Pişt re Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku 31'ê Adarê tenê ne hilbijartin e di heman demê ji bo pêkanîna azadî, aştî û demokrasiyê de jî ezmûnek e û got: "Tirkiye bi destê AKP'ê ber bi welatek bêhiqûq û edalet ve çû. Azadî hatiye tunekirin û polîtîkaya zilmê tê birêvebirin û kirin e rêgezek welat. Kes vê zilm û zordestiyê heq nake. Em hemû bira ne. Em hemû bi hev re li ser vê axê dijîn. Em neçarin ku zilmê ji holê rakin. Îpotek danîne ser îradeya gel. Şaredariyên me bi destên qeyûman hatine dagirkirin. Em kirinên qeyûman deşîfre bikin. Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin. Hêj wê di bin wan de çi derkeve û çi dernekeve. Em soz didin we em ê hemû kirinên wan qirêj eşkere bikin. Em ê hemû îhaleyên wan rantxwirî nîşanî we bidin." 
 
'JI BO AZADIYÊ BEDENA XWE DAYE BER MIRINÊ'
 
Turk bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got: "Birêz Leyla Guven ji bo azadî û demokrasiya welat û ji bo rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan bedena xwe daye ber mirinê. Ji bo ku ev ax, mirov û gel bên azadkirin ji bo me bû ronahî. Em ji bo gelê xwe hene. Em ji bo demokrasiyê hene. Em ji bo biratiyê hene." 
 
Piştî Turk, Namzeta Hevşaredariya Mêrdînê Fîgen Altindag û Parlamenter Tuma Çelîk jî axaftinên kurt kirin. Bi dû axaftinan re buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 

Sernavên din

23/02/2019
08:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 108'emîn de didome
22/02/2019
19:48 Alayên li avahiya HDP'ê hatin şewitandin
19:42 Der barê 4 partiyên kurdî de doza girtinê
18:10 TJA û HDP'ê starta 8'ê Adarê dan
16:36 Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir
16:12 Di danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletî de kes nehat berdan
16:11 Serokê Baroya Amedê: Em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
15:27 'Em ê qeyûman di sindoqan de veşêrin'
14:49 Li 62 girtîgehan 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne
14:45 Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin
14:19 Serlêdana malbatan û parêzeran a Îmraliyê hat redkirin
14:00 QSD`ê hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin.
13:35 Girtiyên di grevê de ne: Hêvî û baweriya me gelekî mezin e
13:02 Di doza Komkujiya Enqereyê de berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê tune hat hesibandin
12:45 ÎHD: Divê polîsê êrîşa zayendî pêk anî bê cezakirin
12:10 Merve Demîrel: Fikarên min derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de, hene
11:15 Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
10:41 Serokê Odeya Rêberê Turîstan: Em ji operasyona muhtemel a Sûriye bi fikar in
10:30 Berî ku nasnameyê tespît bikin dosye girtin
10:04 Êrîşî gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqerê de jiyana xwe ji destan dan, kirin
09:38 Ji Behra Reş heta Amedê du diyariyên watedar
09:37 5 kesên li Serê Kaniyê îstîsmara zayendî li zarokekê kirin hatin girtin
09:20 Girtiyên Doza Nisêbînê hatin derbkirin
09:19 Heta di vî deriyê 'modern' re derbas dibin perîşan dibin
09:17 Togrûl: Wê li Dîlokê dewra şaredariya rantê ya AKP'î bi dawî bibe
09:16 'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
09:15 Xwişka girtiyê di greva birçîbûnê de: Birayê min ji bo min bû cihê hêviyê
09:15 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wê ev agir me hemiyan bişewitîne
09:14 Bîlgen: Wê Qersî lîstikê wan pûç bikin
09:14 Doza tazmînatê kir, lê dadgehê ew deyndar derxist!
09:00 Rojnameger Derya Okatan hat berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN
08:05 Berxwedana Leyla Guven di roja 107'an de berdewam dike
21/02/2019
21:39 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat berdan
20:51 Li Dêrazorê êrîşeke bombeyî: 15 sivîl jiyana xwe ji dest dan
18:53 Partiyên kurd ji bo îtifaqê protokol îmze kirin
17:11 Der barê Hatîp Dîcle de biryara girtinê
16:35 Turk: Em ê dersa kesên îradeya me îpotek kirine bidin
16:25 Huda Kaya: Em jî dibêjin haydê meydan
15:56 Welatiyên Derya Reş Guven ziyaret kirin: Emê daxwaza wê ji gelê xwe re vebêjin
15:41 DMME'yê serlêdana ji bo parastina Heskîfê red kir
15:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo Guven bang kirin: Em hestiyariya xwe zêde bikin
15:31 Dayikên Aştiyê çûn serdana Guven: Êdî dengê me bibihîzin
14:54 Rêxistinên Tenduristiyê: Em xizmetek bi zimanê dayikê diparêz in
14:40 'Zimanê zikmakî mafê nayê asteng kirin'
14:17 ‘Divê hemû jinên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’
14:16 Hêzên Demokrasiyê: Dema vegera demokrasiyê ye
14:03 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî zimanên din qedexene
13:55 Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî
13:54 Jinên KESK’î helwesta xwe ya hilbijartinê eşkere kirin: Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye
13:34 Xwendekar û Mamostayên Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin
13:24 Soylû 'tacîz' parast: Di destên me de belge hene
13:23 HDP: Kîjan bêtir zik têr dike?
13:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 792'yemîn serlêdan kirin
12:14 MED -DER: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
12:13 Dayika keça wê di greva birçîbûnê deye: Parî di qirika min de dimînin
12:01 Dadgehê wezareta karê hundir mahkûmî tazmînatê kir
11:28 'Zimanê me dewlemendiya me ye'
11:19 Namzetên HDP’ê yên Basa: Em ê pergala axatiya 29 salan biguherînin
11:12 TJA: Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê qadên jiyanê bikin berxwedana ji bo ziman
10:51 KCD: Em her derê veguherînin saziya zimanê kurdî
10:40 Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî: Şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir
09:57 Weqfa Mezopotamya: Ziman mîrateya mirovahiyê ye
09:31 Platforma Ziman: Mafê perwerdehiyê wek şîrê dayikê helal e
09:17 Gelê Dersimê ji bo qeyûm bişîne li benda 31'ê Adarê ye
09:16 Girtiya di grevê de; Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin
09:15 Canbek: Li Tirkiyeyê gelek ziman mirin
09:15 Girtiyên li Bûrsayê: Heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bidome
09:14 ‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê'
09:13 'Biryara dadgehê ji bo dozên îstismarê emsaleke xirab e'
09:13 'Leyla Guven êdî ji bo pêşeroja civakê dijî'
09:12 'Piştî greva birçîbûnê, zextên li ser girtiyan zêde bûn'
09:11 Nijadperestên êrîş kirin û bustê Ataturk dan maçîkirin, hatin xelatkirin
09:11 'Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 106'an de berdewam dike
08:44 Rojnameger Derya Okutan hat binçavkirin
20/02/2019
17:54 Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Bila tecrîd bi dawî bibe, mirov nemirin
17:05 Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
16:58 Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere
16:11 Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn
16:10 100 kes li Dêrikê ketin grevê
15:34 Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:30 Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê
15:30 16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin
14:32 Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike
14:31 Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e
14:24 Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
14:10 Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir
14:02 Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan a Kobanê re peyam şand
13:39 Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
12:59 HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
12:49 DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
12:43 Di konferansê de biryara avakirina Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dan
12:23 Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv
12:22 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin
11:32 Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
11:13 Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin
11:04 Ev jî dora edaletê ye!
10:24 Li Osmaniyê binçavkirinên meday civakî