Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê

  • rojane
  • 09:45 20 Sibat 2019
  • |
img

AMED – Zimanzanên kurd ên ji çar parçayan û dîasporayê ku tên nasîn ji bo standartkirina zimanê zaravayê kurmancî yê kurdî konsensûs pêk anîn. Zimanzan ji bo yekîtiya ziman ava bikin 2 salan li ser vê yekê xebitîn û karek bêhempa kirin û pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin. Dê sibê ji raya giştî re bê aşkerekirin.

Yek ji rojeva girîng a gelê kurd ziman e. Ji bo parastina zimanê kurdî li gel sazî û dezgehên kurd, zimanzan û nivîskarên kurd jî xebatên bêhempa birêve dibin. Zimanzanên kurd mohra xwe li bin xebatek ango pêşketinek bo zaravayê kurmcanî yê zimanê kurdî xistin. Zimanzanên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dijîn hatin gel hev û ji bo standartkirina zimanê kurmancî gavek ewilî avêtin. Zimanzan di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de ji sala 2015’an ve li hev kom dibin û li ser standartkirina ziman komxebatan li dar xistin. Bi şev û roj li ser ziman xebitîn. Zimanzan û nivîskar Samî Tan, Zana Farqînî, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Şoreşvan Adil û Zulkuf Ergun li Amed, Mêrdîn û Stenbolê 7 civîn û bi dehan komxebat li dar xistin. Nîqaşên dûr û dirêj li ser zaravayê kurmancî kirin. Zimanzanan piştî nîqaş û pêşniyarên kirin di navbera xwe de konsensûs pêk anîn. Ev ji du salan bêtir bû zimanzan li ser vê xebatê disekinîn û bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” pirtûkek amade kirin û çap kirin.
 
XEBATEK EWIL E
 
Pirtûka rêber; xebatên termînolojî bi kaydeyê ku civaka kurd ji ziman raman û çalakiyê sûd werbigire û hemû civaka kurd di çarçoveya bernameyek hevpar de organîze bike hewceyî pê dît ku ziman bigîhîne standartek gramatîkal. Pirtûk di qada xwe de wek xebatek hêja ya ewilîn tê dîtin.
 
NAVEROKA PIRTÛKÊ DEWLEMEND E
 
Di nava vê xebata kolektîf de naverokek dewlemend jî heye. Ji alfabeyê bigire heta rêzimanî û ji navê navê navçe û bajarên Kurdistanê heta navên taybet û peyvên li gorî tîpan rast hatine nivîsînê, ji xalbendiyê bigire heta awayê rastnivîsînê û hemû peyv û navên şaş tên bilêvkirin cih digirin. Di vê pirtûkê de ziman anîne qaydeyên standart. Zimanzan û weqfê da zanîn ku ji bo kurmanciya standart ev gava ewilî ye. Dê hûrguliyên xebatê dewam bikin. 
 
JI BO HEMÛ KURDAN E 
 
Zimanzan didin diyar kirin ku dê ev pirtûk ji bo hemû kurdan derbasdar e û rêgezên hevpar standartîze bike û wek sazîbûnê digirin dest. Zimanzan bi vê standartkirinê re ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statûya fermî jî xebatan dikin. Her wiha ev zimanzan ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li her qadên jiyanê pê bê axaftin di nava hewldanan de ne. Zimanzan ji hemû sazî û dezgeh, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû kesên xwedî wezefeya pêşengiyê bi wan re heye li her deverê xebatan bi kurdî birêve bibin. 
 
PIRTÛK SIBÊ TÊ EŞKEREKIRIN
 
Weqfa Mezopotamyayê dê bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Navnetewî pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" bi raya giştî re parve bike. Bi hezaran pirtûka hat çapkirin dê ev pirtûk ji hemû sazî û dezgehên kurdan ên li Tirkiyeyê, Bakûrê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îranê û Dîasporayê re bê şandin. Roja 25'ê sibatê jî zimanzan dê bi pêşengiya Weqfa Mezopotamyayê li otelekê bên gel hev û dê der barê xebatên xwe de biaxivin. 
 
MA / Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz 

Sernavên din

20/02/2019
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan
14:23 Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir
13:57 Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê
13:37 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay hat binçavkirin
13:27 Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin
13:23 HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide
12:53 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 791'emîn hat redkirin
12:21 Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir
12:02 ‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’
11:11 Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin
11:06 Dadgehê pirsa şahidê nepen kir
Midûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune'
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike