Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye

  • rojane
  • 09:12 19 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Gelên li Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku qedexekirina zimanan zilm e û bal kişandin ser Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê. 

UNESCO, ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser zimanan 21'ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Li gorî rapora 2018'an UNESCO'tm, li tevahiya cîhanê 6 hezar ziman hene û ji evan 2 hezar û 500 jê di xetereyê de ne. Li gorî atlasa UNESCO'yê li Tirkiyeyê 15 ziman li ber mirinê ne û 3 ziman 8Urgupi, Mlahso ü Hertevin) jî ji zûvde mirine. Welatiyên kurd, adîge, gurcî, rûm, suryanî û ereb ên li Tirkiyeyê bal kişandin ser çewisandina zimanan.
 
‘ÇARESERÎ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKAMKÎ YE' 
 
Seda Berzeg, diyar kir ku zimanê adîgeyî di xetereyê de ye. Berzeg, bilêv kir ku di sala 1923'yan di dema serîhildana Çerkes Ethem de, li herêma Marmaraya başûr gelek gund hatine valakirin û gelek kes hatine sirgûnkirin. Berzeg, destnîşan kir ku ji wê çaxê ve zext û zorî li ser zimanê wan heye. Berzeg, bilêv kir ku diya wê di 15 saliya xwe de hînî zimanê adîgeyî bûye. Her wiha Berzeg, anî ziman ku bavê wê jî bi adîgeyî dizane û got: "Kesên ji wê demê mayî bi vî zimanî dizanin. Lê belê piştî wî nifşî, hejmara kesên bi vî zimanî dizanin pir kêm e. Bi temamî nehatiye jibîrkirin, lê li ber jibîrkirinê ye. Çare jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Divê malbatên bi vî zimanî dizanin, hînî zarokên xwe jî bikin." 
 
‘QEDEXEKIRINA ZIMANAN ZILM E' 
 
Sekreterê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglû jî got: "Heta 30 sal berê me nikaribû stranên xwe jî bêje. Mirov dengê me nedibihîstin. Niha em dikarin stranên xwe bêjin, lê perwerdehiya bi zimanê me tune ye." Felekoglû, destnîşan kir ku qedexekirina zimanan zilm e û got: "Wexta em li tabletên sumeriyan an jî hîtîtan dinerin, bi dehan peyvên kurdî hene. Lê belê kesên der barê dîroka me de lêkolînan dikin, bi zaraveyekî kurdî jî nizanin. Ev zilm e. Ev zilm nayê qebûlkirin." 
 
‘EM HER ÇAR ZARAVAYAN NÊZÎ HEV DIKIN' 
 
Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Aytekîn Aydemîr jî, bilêv kir ku bi her çar zaravayên kurdî gelek pritûk hatine çapkirin û got: "Nêzî 2 sal in li Bakurê Kurdistanê gelek pirtûkên bi zaravayê soranî hatine çapkirin. Em li komeleyê jî dersên soranî, kurmancî û kirmanckî didin. Bi taybetî jî hewldanek ji bo zaravayê soranî heye. Armanca me jî ew e ku em zaravayn nêzî hev bikin û bi her çar zaravayn bi rihetî biaxivin." 
 
‘ÊDÎ NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN' 
 
Ji gelê rûm Katrîn Nîkolao jî, bal kişand ser koçberiya piştî 27'ê Gulana 1960'î û got: "Wê çaxê nifûsa rûman pir kêm bû. Ji ber tirsê mirov newêribûn bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber vê mirov ji neçarî koç kirin. Niha li Tirkiyeyê nêzî hezar û 200 rûm hene. Ev jî extiyar in." Nîkolao, anî ziman ku ew di nav xwe de bi rûmî diaxivin û got: "Dibistanên gelê rûm hene. Lê ji ber nifşê ciwan pir kêm in, hema bêje piraniya van dibistanan an hatin girtin an jî li ber girtinê ne. Niha li Taksîmê çend dibistan hene." 
 
Serokê Navenda Zimanê Gurcî Eşref Yilmaz jî, diyar kir ku ew li dibistanan bi hin sînrodarkirinan re rû bi rû dimînin û got: "Heta hejmarra xwendekaran nebe 10, ders nayên dayîn. Dema serlêdana jî hindik e. Ji bo dersa hilbijartî wextek tê diyarkirin. Kesên di wê tarîxê de serî lê nedin an jî neghaştibinê dersa nagirin." Yilmaz, anî ziman ku divê wexta dersa hilbijartî bê zêdekirin û got: "Divê sînordarkirinên wisa tune bin. Dîroka serlêdanê hewce nake. Li gor min hejmar jî ne girîng e. Divê gurcî li gundên xwe û dibistanên li derdorê hînî zimanê xwe bibin. Mamsote kêm in. Li navendên perwerdehiya gel kurs tên vekirin. Mirov serî lê didin, lê belê vê carê jî dibêjin 'mamoste tune ne.'" 
 
‘JI BO ZIMANÊ XWE EM DIÇIN MIZGEFTÊ' 
 
Meryem Fehîme orûç a ereb jî got: "Li Tirkiyeyê, heman çewsandin ji bo erebî jî heye. Em bi zimanê xwe nayên perwerdekirin. Wexta em dixwazin zimanê xwe bi pêş ve bixin, em diçin mizgeftan. Lê em nikarin biçin, çimkî em erebên elewî ne. Mizgeft, ne cihên ji bo hînkirina ziman in. Deverek tune em zimanê xwe pêş ve bixin. Loma mirov hînî zarkên xwe nakin." Orûç, diyar kir ku ji bo ziman nemirin perwerdehiya bi zimanê zikmakî şert e. 
 
TENÊ PÊŞDIBISTANEK HEYE
 
Edîp Arslan ê suryanî jî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê suryanî tune ye û got: "Ev çend salên dawî pêşdibistanek vebûye. Ew jî bi heq e. Ên perê wan tune bin, nikarin zarokên xw ebişînin. Piştî vê wê dibistana seretayî û navîn bihatana vekirin, lê hîn nehatine vekirin." Arslan, diyar kir ku çareserî perwerdehiya bi zimanê zikamkî ye û got: "Heta perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê dayîn, tiştên din bi kêr nayên." 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

20/02/2019
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan
14:23 Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir
13:57 Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê
13:37 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay hat binçavkirin
13:27 Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin
13:23 HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide
12:53 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 791'emîn hat redkirin
12:21 Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir
12:02 ‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’
11:11 Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin
11:06 Dadgehê pirsa şahidê nepen kir
Midûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune'
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike