Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye

  • rojane
  • 13:35 16 Sibat 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Beyannameya Hilbijartinê eşkere kir, bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku Tirkiyey dinava krîzek pirhejmarî deye û got: “Teqez emê tecrîdê bişkîn in.”

 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Beyannameya Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kirin û di civîna danasîna namzetan a li Oteleke li Enqerê hat lidarxistin de axivîn.  
 
Bûldan destpê kê axivî û wiha got: “HDP’ê weke çîçekê dîwarên betonê qelaşt û zîl da. Diwarên zextan şikand, derbas kir û bû çinareke hêviya gelan. Em tu carî li hemberî zalîman serî netewînîn û çongên xwe ne danin erdê. Em li Sîwasî weke Pîr Sûltan, li Dêrsîmê weke Seyît Riza, li Amedê weke Mezlûm Dogan, li Kizildere weke Mahîr û li sêdarê weke Denîzan bûn.” 
 
‘DÎROK 101 ROJIN ŞAHIDIYA BERXWEDANÊ DIKE’
 
Bûldan bal kişand ser çalakiya greva birçîbînê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha bilêv kir: “Greva birçîbûnê ya Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî destpê kirin, di roja 101’an deye. Em wê û hemû rêhevalên me yên di berxwedanê dene bi heskirin û rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike. Di heman demê de em şahidiya biçûkbûna zalimên guhên xwe ji vî dengî re digirin jî dikin. Leyla bi vê berxwedana xwe ji xwe ji zêde qezenc kiriye. Hêvî mezin kir, jiyana mezin. Hêvî veguherand jiyanê û jiyan jî veguherand hêviyê. Vaye ev hêvî teqez dê me ber bi aştî, azadî û edaletê ve bibe. Teqz emê bi ser bikevin, teqez emê qezenc bikin.” 
 
‘ENCEX JIN BIDIN GUHERTIN’
 
Bûldan, bang li jinan jî kir û wiha rêz kir: “Encex jin karibin vê cîhanê biguherînin. Encex jin karibin faşîzmê têk bibin. Hilbijartina 31’ê Adarê firsetek mezine. Em jin dê bi têkoşîna xwe bajarên xwe birêve bibin û ji herêmî dest bi demokrasiya radîkal bikin. Em natirsin, em ê serî netewînin û em ê tenê li ser serkeftina xwe bifikirin. Guleyên şerê desthilatdariya siyasî ji jiyana mirovan bi nirxtir xuya dike. Desthilatdariyeke ku gel mehkûmê xizantiya dûvikê bazaran dike heye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku, divê em vê desthilatdariyê di qadên herêmî de têk bikin û qadên jiyanek nû vekin. Ger em bajarên xwe qezenc bikin, dê rejîma qesrê têk biçe û teqez emê qezenc bikin.” 
 
MEŞA MEZIN A MIROVAHIYÊ
 
Bûldan, da zanîn ku ev zilm teqez dê bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber vê dê meşa mezin a mirovahiyê ji herêmê destpê bike. Ji bo ku li şûna tarîtiyê ronahî, li şûna bêhiqûqiyê edalet, li şûna diziyê vîna gel, li şûna kînê heskirin û li şûna şer, xwêdana eniyan mezin bibe, me dest bi vê rêyê kir. Me got Ya Me Ye. Emê ji destê qeyûman bigirin û dîsan bidin gel. Ji me û ji vê vînê ditirsin. Mafdar ku bitirsin, ji ber ku dê winda bikin. Windakirina wan tê wateya qezenckirina gele. Bila hemû gelên Tirkiyeyê baş zanibin ku qedera Roboskî yeke. Zêmarên me, rondikên çavên me û êşên me yekin. Stranên me, guvendên me û semahên me yekin. Wê demê em têkoşîna xwe jî bi hevre bidin. Avakirina jiyana azad di destê me deye.” 
 
Bûldan, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin vê serbixin û emê bi ser bixin. Weke ku Nazim gotî ‘Emê bi hevre rojên xweş û bi roj bibînin.’ Gelên me yên bindest tu carî ne bi tenêne û bê alternatifin. Ji ber ku HDP’a em, çinara me ya mezin heye. Bila qesir ji wan re be, qad ji me re bin. Hemû bajêr ên me ne, ax, av û çîçek ên me ne. Ew li benda me ne. Werin em hemû bi hev re yên me ne qezenc bikin.”
 
TEMELLÎ: TEQEZ EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser tecridê û wiha got: "Birêz Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq 101 rojin di grevê de ye. Ez hestê xwe yê piştevaniya têkşînê carek din parve dikim. Ji bo li vî welatî demokrasî û azadî serdest bibe bedena xwe daye ber mirinê. Hemû rêhevalên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê û Rêheval Selma Irmak, Sebahat Tuncel û Nasir Yagiz silav dikim. Her ku ew li ber xwe didin têkoşîn mezin dibe." 
 
Temellî anî ziman ku Tirkiye îro di nava krîzek pir alî de ye u wiha got: "Tirkiye iro krîza siyasî, aborî, civakî û pir alî dijî. Sedema van hemû krîzan îktîdara AKP'ê ya 17 salan û zatê li ser vê îktîdarê Erdogan e. Yekperestiyê li ser civakê ferz dike. Ev rejîm her roj Tirkiye dixe nava xerabûnkê. 
 
SIYASET TASFIYE KIRIN
 
Îro piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirna OHAL'ê ya 20'ê Tîrmehê 170 weşanxane û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Zêdeyî 200 rojnameger hatin girtin. Îro çapemenî di bin tecrîdê de ye. Li vî welatî azadiya ramanê tune ye. Yên fikrên xwe aşkere dikin tên girtin. Ji ber fikra xwe li ser medya civakî parve kirin bi hezaran kes hatin girtin. Îro li vî welatî siyaseta demokratik tê tasfiyekirin." 
 
'DIXWAZIN FAŞÎZMÊ MAYINDE BIKIN' 
 
Temellî, anî ziman ku bi hezaran hevalên wan girtî ne û wiha lê zêde kier: "Rêhevalên me Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û hemû hevalên xwe silav dikim. Bê hiqûqî li her derê pêş ketiye. Li her derê daraza serbixwe îflas kiriye. Daraz bi fermanê tev digere. Biryara DMME'ê jî nas nakin. Tecrîda li Îmraliyê li hemû welat belav bûye. Hemû welat di bin tecrida ku îmraliyê de ne. Têkoşîna me li dijî tecrîdê ye. Ji bo em tecrîdê bişikînin têdikoşin. Divê em li dijî faşizmê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Ger ku em tênekoşin dê faşîzmê li welat mayinde bikin.  Ev îktîdar êdî nikare vî welatî bi rêve bibe. 17  salin di polîtîkayên şaş de israr dikin û welat xistine nava çiravê. HDP tu carî li hemberî van polîtîkayan çogn danîne. Sibê heta êvarî HDP'ê tawanbar dike. Li dijî HDP’ê dest bi êrîşan kiriye. Lê nizane çi bikin bila bikin nikarin HDP'ê têk bibin. HDP ne çondg û ne jî serî ditewîne. Wekî duh em dê îro jî bi heman bawerî û biryarê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin." 
 
'WÊ HDP BI SER BIKEVE DÊ HER KES BI SER BIKEVE' 
 
Temellî, herî dawî anî ziman ku HDP  dê di 31'ê Adarê de bi ser bikeve û wiha bi dawî kir: "Em dê bi hevre di 31'ê Adarê de ji vê zilm û faşîzmê re bêjin bes e. Ji bîr nekin HDP  dê bi ser bikeve û hemû kes dê bi ser bikevevin. Jin, ciwan, kedkar, karker, çotkar, rençber û hemû beşên civakê dê bi ser bikevin. Ji ber ku HDP ji bo pêşketina Demokrasiyê rêyek e. Gelê Tirkiye ne bê çare ye. Çare HDP ye. HDP ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiye rêya çreseriyê ye. Werin em bi hevre li ser bingeha demokrasiyê bibin yek û bi hevre li dijî faşizmê li dijî bloka AKP-MHP'ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin. Têkoşîna me di 24'ê Hezîranê de nêvî hiştiye em di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser bixin. Ji ber vê yekê em dibêjin Amed Ya Me Ye, Mêrdîn Ya Me Ye, Qers Ya Me Ye, Tirkiye Ya Me Ye.”
 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin