Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dikeTemellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye 2019-02-16 13:35:04 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Beyannameya Hilbijartinê eşkere kir, bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku Tirkiyey dinava krîzek pirhejmarî deye û got: “Teqez emê tecrîdê bişkîn in.”   Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Beyannameya Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kirin û di civîna danasîna namzetan a li Oteleke li Enqerê hat lidarxistin de axivîn.     Bûldan destpê kê axivî û wiha got: “HDP’ê weke çîçekê dîwarên betonê qelaşt û zîl da. Diwarên zextan şikand, derbas kir û bû çinareke hêviya gelan. Em tu carî li hemberî zalîman serî netewînîn û çongên xwe ne danin erdê. Em li Sîwasî weke Pîr Sûltan, li Dêrsîmê weke Seyît Riza, li Amedê weke Mezlûm Dogan, li Kizildere weke Mahîr û li sêdarê weke Denîzan bûn.”    ‘DÎROK 101 ROJIN ŞAHIDIYA BERXWEDANÊ DIKE’   Bûldan bal kişand ser çalakiya greva birçîbînê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha bilêv kir: “Greva birçîbûnê ya Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî destpê kirin, di roja 101’an deye. Em wê û hemû rêhevalên me yên di berxwedanê dene bi heskirin û rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike. Di heman demê de em şahidiya biçûkbûna zalimên guhên xwe ji vî dengî re digirin jî dikin. Leyla bi vê berxwedana xwe ji xwe ji zêde qezenc kiriye. Hêvî mezin kir, jiyana mezin. Hêvî veguherand jiyanê û jiyan jî veguherand hêviyê. Vaye ev hêvî teqez dê me ber bi aştî, azadî û edaletê ve bibe. Teqz emê bi ser bikevin, teqez emê qezenc bikin.”    ‘ENCEX JIN BIDIN GUHERTIN’   Bûldan, bang li jinan jî kir û wiha rêz kir: “Encex jin karibin vê cîhanê biguherînin. Encex jin karibin faşîzmê têk bibin. Hilbijartina 31’ê Adarê firsetek mezine. Em jin dê bi têkoşîna xwe bajarên xwe birêve bibin û ji herêmî dest bi demokrasiya radîkal bikin. Em natirsin, em ê serî netewînin û em ê tenê li ser serkeftina xwe bifikirin. Guleyên şerê desthilatdariya siyasî ji jiyana mirovan bi nirxtir xuya dike. Desthilatdariyeke ku gel mehkûmê xizantiya dûvikê bazaran dike heye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku, divê em vê desthilatdariyê di qadên herêmî de têk bikin û qadên jiyanek nû vekin. Ger em bajarên xwe qezenc bikin, dê rejîma qesrê têk biçe û teqez emê qezenc bikin.”    MEŞA MEZIN A MIROVAHIYÊ   Bûldan, da zanîn ku ev zilm teqez dê bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber vê dê meşa mezin a mirovahiyê ji herêmê destpê bike. Ji bo ku li şûna tarîtiyê ronahî, li şûna bêhiqûqiyê edalet, li şûna diziyê vîna gel, li şûna kînê heskirin û li şûna şer, xwêdana eniyan mezin bibe, me dest bi vê rêyê kir. Me got Ya Me Ye. Emê ji destê qeyûman bigirin û dîsan bidin gel. Ji me û ji vê vînê ditirsin. Mafdar ku bitirsin, ji ber ku dê winda bikin. Windakirina wan tê wateya qezenckirina gele. Bila hemû gelên Tirkiyeyê baş zanibin ku qedera Roboskî yeke. Zêmarên me, rondikên çavên me û êşên me yekin. Stranên me, guvendên me û semahên me yekin. Wê demê em têkoşîna xwe jî bi hevre bidin. Avakirina jiyana azad di destê me deye.”    Bûldan, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin vê serbixin û emê bi ser bixin. Weke ku Nazim gotî ‘Emê bi hevre rojên xweş û bi roj bibînin.’ Gelên me yên bindest tu carî ne bi tenêne û bê alternatifin. Ji ber ku HDP’a em, çinara me ya mezin heye. Bila qesir ji wan re be, qad ji me re bin. Hemû bajêr ên me ne, ax, av û çîçek ên me ne. Ew li benda me ne. Werin em hemû bi hev re yên me ne qezenc bikin.”   TEMELLÎ: TEQEZ EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser tecridê û wiha got: "Birêz Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq 101 rojin di grevê de ye. Ez hestê xwe yê piştevaniya têkşînê carek din parve dikim. Ji bo li vî welatî demokrasî û azadî serdest bibe bedena xwe daye ber mirinê. Hemû rêhevalên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê û Rêheval Selma Irmak, Sebahat Tuncel û Nasir Yagiz silav dikim. Her ku ew li ber xwe didin têkoşîn mezin dibe."    Temellî anî ziman ku Tirkiye îro di nava krîzek pir alî de ye u wiha got: "Tirkiye iro krîza siyasî, aborî, civakî û pir alî dijî. Sedema van hemû krîzan îktîdara AKP'ê ya 17 salan û zatê li ser vê îktîdarê Erdogan e. Yekperestiyê li ser civakê ferz dike. Ev rejîm her roj Tirkiye dixe nava xerabûnkê.    SIYASET TASFIYE KIRIN   Îro piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirna OHAL'ê ya 20'ê Tîrmehê 170 weşanxane û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Zêdeyî 200 rojnameger hatin girtin. Îro çapemenî di bin tecrîdê de ye. Li vî welatî azadiya ramanê tune ye. Yên fikrên xwe aşkere dikin tên girtin. Ji ber fikra xwe li ser medya civakî parve kirin bi hezaran kes hatin girtin. Îro li vî welatî siyaseta demokratik tê tasfiyekirin."    'DIXWAZIN FAŞÎZMÊ MAYINDE BIKIN'    Temellî, anî ziman ku bi hezaran hevalên wan girtî ne û wiha lê zêde kier: "Rêhevalên me Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û hemû hevalên xwe silav dikim. Bê hiqûqî li her derê pêş ketiye. Li her derê daraza serbixwe îflas kiriye. Daraz bi fermanê tev digere. Biryara DMME'ê jî nas nakin. Tecrîda li Îmraliyê li hemû welat belav bûye. Hemû welat di bin tecrida ku îmraliyê de ne. Têkoşîna me li dijî tecrîdê ye. Ji bo em tecrîdê bişikînin têdikoşin. Divê em li dijî faşizmê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Ger ku em tênekoşin dê faşîzmê li welat mayinde bikin.  Ev îktîdar êdî nikare vî welatî bi rêve bibe. 17  salin di polîtîkayên şaş de israr dikin û welat xistine nava çiravê. HDP tu carî li hemberî van polîtîkayan çogn danîne. Sibê heta êvarî HDP'ê tawanbar dike. Li dijî HDP’ê dest bi êrîşan kiriye. Lê nizane çi bikin bila bikin nikarin HDP'ê têk bibin. HDP ne çondg û ne jî serî ditewîne. Wekî duh em dê îro jî bi heman bawerî û biryarê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin."    'WÊ HDP BI SER BIKEVE DÊ HER KES BI SER BIKEVE'    Temellî, herî dawî anî ziman ku HDP  dê di 31'ê Adarê de bi ser bikeve û wiha bi dawî kir: "Em dê bi hevre di 31'ê Adarê de ji vê zilm û faşîzmê re bêjin bes e. Ji bîr nekin HDP  dê bi ser bikeve û hemû kes dê bi ser bikevevin. Jin, ciwan, kedkar, karker, çotkar, rençber û hemû beşên civakê dê bi ser bikevin. Ji ber ku HDP ji bo pêşketina Demokrasiyê rêyek e. Gelê Tirkiye ne bê çare ye. Çare HDP ye. HDP ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiye rêya çreseriyê ye. Werin em bi hevre li ser bingeha demokrasiyê bibin yek û bi hevre li dijî faşizmê li dijî bloka AKP-MHP'ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin. Têkoşîna me di 24'ê Hezîranê de nêvî hiştiye em di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser bixin. Ji ber vê yekê em dibêjin Amed Ya Me Ye, Mêrdîn Ya Me Ye, Qers Ya Me Ye, Tirkiye Ya Me Ye.”