Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe

  • rojane
  • 09:24 23 Çile 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Dadgehê der barê mirina Mazlûm Tûranê 16 salî de, sal û 10 meh û 15 roj ceza li polîsê bersûc birî lê belê cezayê hat birîn jî taloq kir. Parêzer Erdal Kûzû, Ûgûr Kaymazê 14 sal berê hat kuştin bi bîr xist û got: "Feraseta darazê neguheriye, her diçe xirabtir dibe." 

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 28'ê Tebaxa 2015'an de polîsan bi îdiaya "guh nedaye hişyariyê" Mazlûm Tûranê 16 salî kuştin. Piştî kuştina Tûran der barê polîsê bi navê Suleyamn Esenboga de doz hat vekirin û çend roj berê dadgehê biryar da. Li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê dozger diyar kir ku "bi qesdî hatiye kirin" û xwest li bersûc cezayê muebetê bê birîn. Lê belê dadgehê tenê sal û 10 meh û 15 roj ceza li polîsê bersûc Esenboga birî û cezayê birî jî taloq kir.Parêzer Erdal Kûzû ku berê di doza Ûgûr Kaymaz de jî cih girtibû û parêzerê doza Tûran e jî got: "Di doza zarokên ku bi guleyên qanûnî hatine kuştin û bêceza hatine hiştin, dosyeyeke din jî cih girt." 
 
Kûzû, destnîşan kir ku di dozên der barê mirinên sivîl de bêcezatî êdî veguheriye pêkanîneke sîstematîk û ji roja ku dewlet hatiye avakirin heta niha polîtîkayên bêcezatiyên pêk tên. Kûzû, anî ziman ku di darizaninên bi vî rengî de ji mexdûr bêtir sifet, nasname û peywira bersûc esas tê girtin û got: "Ev wesf jî ji bo bersûc tên nirxandin û dibe sedem ku ceza li bersûc neyê birîn. A rast ev feraseta darazê ye." 
 
'HÎN XIRABTIR BÛ' 
 
Kûzû, bilêv kir ku biryara hatiye dayîn bi awayekî aşkere nîşaneya "nebûna darizandineke bêalî û serbixwe" ye. Kûzû, doza Ûgûr Kaymazê 12 salî ku di 2004'an de li Qoserê bi 13 guleyan hat kuştin bi brî xist û destnîşan kir ku feraseta di darazê de xirabtir bûye. Kûzû got: "Di qanûnan cezayî de beramberiya qanûnî ya kuştina zarokekî 16 salî heye. A girîng, hebûna dadgerên wêrek e ku van qanûnên cezayî pêk bîne. Lê belê em baş dizanin ev yek tune ye. Ev jî tê wateya feraseta darizandineke bi aqilê dewletê." 
 
'TIRKIYE VEGUHERIYE GORISTANA ZAROKAN' 
 
Kûzû, destnîşan kir ku biryarên ji aliyê darazê ve tên dayîn nîşan dide ku li Tirkiyeyê mirov çi qas bêqîmet in û got: "Di darazê de tu tişt neguherî. Her wiha neyta guherandinê jî tune ye. Wexta peywirdarekî dewletê û welatiyekî sivîl tên hemberî heve, peywirdarê dewletê tê parastin. Di dosyeya Mazlûm Tûran de jî ev yek hat kirin. A rast armanca van dozan ew e ku; ji bo careke din pêk neyê divê cezayekî ku herkes qebûl bike bê dayîn da ku bikaranîna çekê ya hêzên dewletê kêm bibe. Lê belê bi polîtîkaya bêcezakirin ev bûyer didomin. Tirkiye, veguheriye goristana zarokên kuştî." 
 
WÊ SERÎ LI DADGEHA CEZAYÊ GIRAN A 2'YAN BIDIN 
 
Kûzû, bilêv kir ku rê li ber şandina dosyeyê ya ji bo temyîzê hatiye girtin, ji ber vê ew ê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê bidin û îtiraz bikin. Kûzû, da zanîn ku eger li vir jî îtiraza wan encam negire ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

23/01/2019
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve