AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 76 roj e di greva birçîbûnê de ye ji ber rewşa wê ya ku her diçe giran dibe 12 roj in nikare derkeve hevdîtina li gel parêzerên xwe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 76 roj in berdewam dike. Parêzerên Guven ji bo ku dikaribin biçin li qawîşê wê bibînin di 17'ê Çile de serî li dozgeriya girtîgehê dabû. Heta îro hêj bersiv nedane daxwaza parêzeran. Guven ji 10'ê Çile vir ve ev 12 roj e nikare derkeve hevdîtina li gel parêzerên xwe. Parêzera Guven Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku muwekîla wan nikare derkeve hevdîtinê û bi rêya refaketên wê ji rewşa wê agahdar dibin. Balsak anî ziman ku refaketvanan gotine ku 2 roj in tansiyonê wê ketiye û qirika wê diêşe.