ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne

  • rojane
  • 12:59 22 Çile 2019
  • |
img
AMED - Saziya Tipa Edlî (ATK), li ruxmê rapora Zanîngeha Mêrsînê ya "Ji sedî 97 fonksiyonên wê yê bedenê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê talûke ye" jî raporek balkêş amade kir û got: "Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne." 
 
Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîheja Jina ya Tarsûsê ye, di 2'yê Mijdarê de rakiribûn Necxweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin û piştî 8 rojan hatibû gotin wê di nav 15 rojan de rapora wê bê amadekirin. Zanîngeha Mêrsînê der barê Sisê Bîngol a 85 sali de rapor amade kiribû û gotibû "Ji sedî 97 fonksiyonên wê yê bedenê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê talûke ye". Piştî zanîngeha Mêrsînê rapor amade kir û di 19'ê mijdarê de şand ji ATK'ê re. Piştî raporê Parêzerên Sîsê Bîngol searî li saziya Tipa Edlî (ATK) dan û xwest Sîsê Bîngol serbest bê berdan. Lê nûnerên ATK'ê piştî muayineyan  der barê Bîngol de rapor amade kir.  ATK'ê di raporê de got: "Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne." 
 
ATK'ê di raporê de destnîşan kir ku rewşa Sîsê Bîngol baş e û hişê wê li serê wê ye. Dîsa parast ku nebzê dilê wê baş davêje û ji ber bi Tirkî nizane muayineya oryantasyonê nehatiye kirin. ATK parast ku hevsengî û meşa wê asayî ye. Dema wê didin axaftin hewl dide xwe xerab nîşan bide. Ji xeyni şîkayetên wê yên hestiyarî defîsît ên norolojik nehatine dîtin." 
 
'JI BER TI BITRÎ NIZANE TESPÎT NEHATINE KIRIN'
 
Di raporê de tê gotin ku ji ber Bîngol bi tirkî nizane, Şaxa Taktîkên Psikolojik piraniya testên nirxandinên psikometrik  nekiriye. Di raporê de destnîşan dike ku dema bi wêre tê axaftin hatiye dîtin ku zimanê wê yê zikmakî Kurdî ye, ji ber bi tirkî nizane gelek test nehatine kirin." 
 
'DIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE'
 
ATK, bêyî hemû test û muayineyan bike biryar da ku Bingol dikare li girtîgehe bimîne. ATK'ê li gorî muayineya 7'ê Çileya 2019'an parast ku rewşa wê ya giştî baş e. Dikare bi tena serê xwe tev bigere. 
 
DI COTMEHA 2017'AN DE SIRGÛNÎ TARSÛSÊ KIRIN
 
Sîsê Bîngol di Nîsana 2016'an de li Gundê Gimgima Mûşê li male hat binçavkirin. Bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Mûşê. Di hezîrana 2016'an de hat berdan. Di danişîna ewil a Nîsana 2017'an de bi îdîaya ‘Alîkarî daye rêxistinê" 4 sal û 2 meh ceza lê birîn li gel kurê wê girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Bîngol, ji vir jî Şandin Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê. Sîse Bîngol mehek berî bikeve girtîgehê krîza dil derbas kir. Tedawiya wê di nivî de ma. Pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Ligel ku rapora wê ya nikare di girtîgehê de bimîne jî heye. Lê Wezareta Dadê guh nade raporê. Hevalên Sîse Bîngol ê di girtîgehê de pêdiviyên wê pêşwazî dikin. Hevalên wê yên girtîgehê kincên wê dişûn û lê mêze dikin. Sîse Bîngol di 4’ê Cotmeha 2017’an de bêyî ku agahî ji bo malbata wê bê dayîn sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dikin. Piştî hefteyek şûn de rayedarên girtîgehê agahî didin malbatê. Di ringê de sê rojan dihêlin. Ji ber ku girtîgeha lê dimîne durî malbatêye, ev demek dirêje malbata xwe nabîne. Êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e û her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe.
 
MA / Aydın Atay

Sernavên din

23/01/2019
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve