Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû

  • rojane
  • 21:31 20 Çile 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên li Ewropa dijîn, li paytexta Fransa Parîs û bajarên Bordeaûx û Marsîlya, li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê meşên girseyî pêk anîn. Girsê dirûşma "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye" berz kirin. 
 
 
Çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan didomin. Li paytexta Fransa Parîs û bajarên Marsîlya û Bordeaûxê meşên girseyî hatin lidarxistin. Girsê li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî standa agahdarkirinê danîn. 
 
PARÎS
 
 
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo balê bikêşin li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamnetera HDP’ê Leyla Guven ku çalakiya wê di roja 74’an de ye meş û mîtîngek lidarxisitn. Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) li Qada Repûblîqûeyê pêk hat û nûnerên ACTIT, SKB, partî û rêxistinên Fransayê beşdar bûn. Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransa yê Ewropa Patrîck ve Hayrîc, Endamê Koordînasyona Tevgera Nebez û Partiya Çep Danîelle Sîmonnet, parlamenterê Partiya Çep Erîc Cocrel axivîn û diyar kirin ku rewşa Leyla Guven gelek kiritîk e û banga demildest ketina nava tevgerê li Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Fransayê kirin. Girse piştre bi pankartên "Em hemû Leyal Guven in", "Ji Ocalan re azadî" meşiyan û dirûşmeyên protestokirina Tirkiye berz kirin.
 
Li Qada Chatelet meş veguherî mîtîngê. Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û nûnera TJK-F Bêrîvan Firat axvivîn û diyar kirin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e. Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.
 
BORDEAÛX
 
Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala û pêkanîna daxwazên Leyla Guven meşek lidarxistin. Di meşê de girsê bê navber dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e", "Bijî Serok Apo" berz kirin.  Dawiya meşê Hevserokê NCDK axivî û ji bo çalakiyan banga tevlîbûna bihêz kir.
 
MARSÎLYA
 
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û berxwedana grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û li bajarên din hate silavkirin. Girseya gel li Qada Canabiere li hev civiyan û heta Qada Vîeûx-Port meşiayn. Zêdetirî 2000 kes beşdarî meşê bûn, wêneyê Ocalan û ala PKK’ê hate hildan. Komê di çalakiyê de salvegera êrîşên Tirkiye ên li ser Efrînê şermezarkirin û dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Leyla Guven" û "Bê Serok jiyan na be" berz kirin. Li Qada Vîeûx-Port meş veguherî mîtîngê. Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan a li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû û axivî. Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî axivî û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.
 
VIYANA
 
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo bal kişandina greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên din girsê standa agahdarkirinê danî. NCDK Viyana li Stephanplatzê stand danîn û Wêneyên Ocalan û Guven li standê daliqandin û belavok belavkirin.
 
 
 
 

Sernavên din

23/01/2019
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve