Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin

  • rojane
  • 11:18 20 Çile 2019
  • |
img

AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê duh li Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdeyî 250 girtiyên zindanan a li dijî terîdkirina Ocalan, bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anîn. Welatiyên Amedê ku tev li mîtîngê bûn, diyar kirin ku Leyla Guven li dijî hişmendiyekê liber xwe dide û xwest her kes dengê wê bêtir bilintir bikin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê pêk anî. HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran kesan piştgirî da Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdetîrî 250 girtiyên siyasî yên li girtîgehê di çalakiya bêdem û bêdorveger de. Di mîtingê de Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo mîtînga partiya xwe HDP'ê peyam şand û got: "Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, li pêş mayindbûna aştiya civakî asteng e. Em dê berxwedana xwe bigînin serfiraziyê.  Ev gelê berxwedêr, jinên dildarê azadî û demokrasiyê, ciwan, bi rista ku ji Dehaq û vir ve li dijî yê zalim radibin, careke dî jî wê bi vê rista xwe rabin û berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bikevin. Bi bawerî û vîna xwe em ê  dawiya vê berxwedana xwe  bigihînin serfiraziyê. 
 
Gelê Amedê ku tev li mîtîngê bûn diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. 
 
‘TEQEZ EMÊ BI SER BIKEVIN'
 
Welatiyê tev li mîtîngê bû Sedat Turlu, diyar kirku Leyla Guven ji bo azadiya her kesî li zindanê di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadiya hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye. Tişta dikeve ser milê me em piştgiriyê bidin çalakiya wê ya li dijî tecrîdê. Çalakiya Leyla rewa û mafdar e. Tewez em dê bi ser bikevin." 
 
Welatî Fatma Timur jî bal kişand ser girîng û wateya çalakiya “Leyla Guven û wiha got: "Daxwazên Leylayê daxwazên me ne. Em li daxwaz û çalakiya Leylayê xwedî derdikevin. Ji bo Leyla dawî li çalakiya xwe bîne divê demek berî demekê daxwazên wê pêk bên û hikûmet gavan bavêje."
 
Welatî Mehmet Goktekin jî xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê yekê divê her kes deng bidin dengê Leyla Guven."  Welatî Muharrem Çelik, jî anî ziman ku li pişt çalakiya Leyla Guven in û wiha got: "Divê êdî her kes dengê xwe bilind bike û têvevin nava tevgerê." 
 
‘CIVAK XISTINE NAVA CENDEREYÊ'
 
Welatî Aydin Erdem jî anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe û hişmendiya li ser gelê kurd şermhezar bike dest bi vê çalakiyê kiriye û wiha got: “Di sedsala 21’an de mirov bedena xwe feda dikin. Ev nîşan dide  ku ev pergal çiqas xetar e û dixwaze civakê têxe nava cendereyê. Di şexsê Leyla Guven de dive her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û deng bidin dengê Leyla. Em soz didin ku em dê li pişt Leyla Derkevin." 
 
Welatî Metin Aslan, jî anî ziman ku ji bo bibin dengê Leyla Guven hatine tev li mîtîngê bûne û wiha got: "Bêyî ku agahiyek neyînî ji rewşa girtiyên li girtîgehan li ber xwe didin bê guhê me, divê em tev derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Daxwazên wê rewa û mafdar in. Divê bêtir em li daxwazên wê xwedî derkevin û bilind bikin." 
 
'JI BO GEL KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
 
Welatiya Amedê Şefîka Alkan jî destnîşan kir ku Leyla Guven û hemû kesên ketine grevê, ne tenê jibo xwe ji bo hemû gelê kurd ketine grevê û wiha got: “Can û ruhê me bi Leyla Guven re ye. Em dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin." 
 
Endama KCD'ê Mekiye Guzel jî anî ziman ku Hevseroka wan Leyla Guven bi armanca dawî li tecridê bê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: “Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan  tê meşandin. Ev tecrîd li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşandin. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê aştî, demokratî û azadî li Tirkiye û Rojhilata Navîn belav bibe. Leyla Guven mafdar e. Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelan e. Daxwaza hemû gelê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Divê bi lez vê daxwaza Birêz Guven pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin."  
 
‘GUVEN GIRTÎGEH KIR MECLÎS'
 
Guzel, anî ziman ku Leyla Guven Girtîgeha Amedê zîvirand meclîsê û wiha bi dawî kir: "Li meclîsa Enqereyê edalet pêk nayê. Pirsgirêka gel li Enqereyê nayê axaftin. Lê Leyla Guven girtîgeha Amedê kir meclîsa Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber ku li wir li edalete digere. Li aştî, demokrasî û çareseriyê digere. Ji bo tecrîd bi dawî bibe li ber xwe dide. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven. Demek beriya demekê divê tecrîd bi dawî bibe Divê hêzên demokrat ên navneteweyî bi lez gavan bavêjin." 
 
 

Sernavên din

23/01/2019
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve