Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe

  • rojane
  • 15:37 19 Çile 2019
  • |
img

AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di mitînga li Amedê de diyar kir ku dê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din bigîhîje serkeftinê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got yên kurdan bi çavtirsandinê dixwazin teslîm bigirin dê qet negihîjin mexseda xwe. 

Di mitînga “Demokrasî, azadî û edaletê” ya HDP’ê ya li dijî tecrîdê hat lidarxistin Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan xîtabî gel kirin. 
 
Axaftina Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wihaye: 
 
“Em hevseroka xwe Leyla Guven silav dikin. Faşîstan û êrîşkaran bi giranî êrîşî Kurdistanê kirin. Gelek caran ji hewa ve hatin û bi pêya zivirîn. Beriya vê hikumetê jî gelek hikumetan got em ê kurdan xelas bikin. Lê bi ser neketin. Helwest û îradeya gelê me wan ji hev belav kir. Niha kes wan nas kî nake. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî niha dixwaze kurdan xelas bike. Lê ew ê li dijî berxwedana me birevin û biçin ji van deran. Birêz Ocalan ne kesek e, îradeay gelê kurd e. Îradeya bi milyonan kes e. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina vîna gelê kurd e. Em li dîroka xwe binêrin. Hevalên me heta îro çi kiribin, em ê jî wê bikin. Em ê nasname û îradeya xwe teslîmî tu kesî nekin. Ji ber vê yekê dîroka me dîroka bexwedanê ye. Li dijî Esat Oktay û ekîba wî çawa ku Kemal û Mazluman li ber xwe da, Leyla Guven jî bi heman rengî li dijî tecrîdê li ber xwe dide û berxwedanek dîrokî li pêş dixe. 
 
LI SER XWÎNÊ QOLTIXÊN XWE DIPARÊZIN 
 
Gelê Kurd îro şerê man û nemanê dide. Li çar parçeyan êrîşî gelê kurd dikin. Armanca wan ew e naxwazin gelê kurd bibin xwedî statû. Birêz Ocalan tenê ne ji gelê kurd re ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike û pêşiya wan vekiriye. Ji sala 1999’an vir ve tecrîd didome. Ji sala 2015’an ve tecrîd hat girankirin û didome. Bi vê yekê re şerê qirêj jî xistin dewrê û dan destpêkirin. Me qala aştî û demokrasiyê dikir, lê zîhniyeta yekperest û faşîst aştî û demokrasiyê naxwaze. Li ser xwîna zarokên gel qoltixên xwe diparêz e.
 
EM BI VÊ ZÎHNIYETÊ RE NABIN BIRA 
 
Bi rakirina tecrîda li Îmraliyê re dê dengê aştiyê, azadiyê bilind bibe. Wê dengê mirinê neyê. Îro rabûne dîsa behsa biratiyê û demokrasiyê dikin. Lê yên ku Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê xera kirin ka biratiya we li ku bû? Em ne birayên vê zîhniyetê ne. Biratiya me bi gelan re ye. Tu demê em bi feraseta faşîst re nebûn bira. Ji niha şûn ve em ê qet nebin bira.
 
SERKEFTIN A GELÊ KURD E 
 
Li her deverê xwestin gelê kurd tune bikin. Li Zîlan, Dersim, Roboskî û Cizîrê komkujiyan pêk anîn. Em ê vê yekê qet ji bîr nekin. Lê em dîsa jî xelas nebûn. Vîna gelê kurd li ser piya ye. Îro wê çalakiya Hewlêr, Strasburg, Galler, Leyla Guven û girtiyan bigîhîje serkeftinê. Serkeftin wê bibe ya gelê kurd.” 
 
ARSLAN: WÊ TECRÎD BÊ BERSIV NEMÎNE
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî xîtabî gel kir û wiha axivî: “Em ji dilê Kurdistanê Amedê ji Leyla Guven heta Sebahat Tuncel hemû girtiyên li zîndanan silav dikin. Ji bo azadiya gelên xwe bedena xwe feda dikin. Wek her serdemê dîsa dixwazin gelê kurd tune bikin û gelê kurd li dijî vê tunekirinê berxwedanek bêhempa dide. Li dijî gelê Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistine dewrê. Bi ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re dixwazin gelê me tecrîd bikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan û êrîşên li ser têkoşîna gelê me dê tu demê bê bersiv nemîne. 
 
WÊ NEGIHÎJIN MEXSEDA XWE 
 
Hemû hevalên me girtî li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê kurd li ber xwe didin. Bi dehan car gotin em ê we tune bikin, lê va em bi milyonan kes hene. Divê îradeya gelê kurd muxatab bê girtin û pirsgirêkê bi şiklê çareseriyê esas bigirin. Wê ev feraseta faşîst kurdek ku teslîmî wan bibe nebîne. Mînaka vê yekê ya mezin çalakiya Leyla Guven, Sebahat Tuncel û hemû girtiyên azadiyê ye. Dixwazin kurdan ji siyasetê tasfiye bike. Bi çavtirsandinê, binçavkirin û girtinan gelê me teslîm bigire. Lê ew kesên dibêjin em ê kurdan teslîm bigirin dê negîhijin mexseda xwe. Barê me giran e. Divê li her qadê gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkeve û bibe parçeyek ji dengê wan.”

Sernavên din

23/01/2019
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve