NAVENDA NUÇEYAN – Rojnamegera Holandayî Ans Boersma ya li Stenbolê dima bi hêceta “ewlehiyê” hat dersînorkirin. Piştî Tirkiye Ans desinor kir, Halanda jî ew ji kar derxist.
Tirkiyeyê rojnamegera Holandayî Ans Boersma ya li Tirkiyeyê nûçegihaniya aboriyê ya rojnameya Holandayî Het Financieele Dagblad (FD) dikir dersînor kir. Li gorî nûçeya BBC’yê rojnamegera demek dirêj bû li Tirkiyeyê dima di 16'ê Çile de ji bo dema mayîna xwe ya li Tirkiyeyê dirêj bike çû daîreya biyaniyan û hat binçavkirin. Destûr nedan Boersma ku biçe malê eşyayên xwe jî hilde. Rojnameger Boersma di sibeha 17'ê Çile de bi balafirê şandin Hollandayê. Rojnameya FD ragihand ku rojnameger Boersma bi hêceta “ewlehiyê” hatiye dersînorkirin. Piştî Tirkiye Ans dersînor kir, Rojnameya Financieele Dagblad (FD) a Holandî jî ew ji kar derxist û dawî li karê wê anîn.