Li daîreyekê 801 hilbijêr hene

  • rojane
  • 10:48 17 Çile 2019
  • |
img
COLEMÊRG - Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, qeydên nifûsa eskerên ku li Colemêrg û navçeyên wê peywirdar li navendên bajar û navçeyan kom kirin. Tenê ji bajaroka Bêsosinê 850 hilbijêrên ku esker  in, qeyda wan sewqî navendê kirin. Li Bajaroka Bajîrgê ya Navçeya Geverê ku hêjmara hilbijêran 2 hezar û 89 kes in, balkêşe tenê li 2 navnîşanan qeyda 550 kesan heye. Li Şemzînanê jî li yek daîreyê 801 hilbijêr hene. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartina 31'ê Adarê re hîle û lîstikên hilbijartinê yên li Bajarên Kurdan jî yek bi yek derdikeve holê. Îktîdara AKP'ê ku berê bi makarna, sarinç, cilşo û bertîlên din xwest gel dengê xwe bide wan û ji van polîtîkayan encam negirt niha serî li hîleyên din dide. Vê carê esker û polîsên ku herêmê peywirdar wekî hilbijêr li navçe û bajaran qey dike û dixwaze rêjeya dengê xwe ya li herêmê zêde bike. Hemû eskerên li qereqolan wekî hilbijêr nîşan dide û li bajaran qey dike. Heta niha li navenda bajar û navçeyan li hin daîreyan qeyda 801 û 611 hilbijêr derket holê. Li Colemêrgê jî derket holê ku qeyda eskerên li qereqol û alayan li navendê navçe û bajaran qeyd kirine Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede der barê hîle û lîstikên li ser hilbijêran tên lîstin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Dede, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de xuya dibe ku gel dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxe û dîsa vîna gel dê bi ser bikeve û ji ber vê yekê serî li lîstikên cuda didin û wiha got: "Îktîdara ku rastiya herêmê dibîne serî li hîleyên hilbijartinê dide. Li Navenda Colemêrgê û navendên navçeyên wê bi hezaran nifûsa hilbijêran zêde bûne û ev nifûsa zêde bûye jî di sala dawî de ji derve lê hatiye zêdekirin. 
 
LI NAVENDA COLEMÊRGÊ 3 HEZAR Û 873 DENG ZÊDE BÛYE
 
Dede, diyar kir ku li Navenda Colemêrgê rêjeyek zêde ya hilbijêran zêde bûye û wiha got: "Li taxa Bulakê ku Fermandariya Cendirmeya Bajar a Colemêrgê û Mala Artêşê lêye, 2 hezar û 350 hilbijêr, li taxa Berçelan a Kişlaya Fatihê lêye, 332 hilbijêr, li taxa Medrese 475 hilbijêr, li taxa Pehlivanê 176 hilbijêr, li taxa Sumbul 95, li taxa Daggol 93 hilbijêr bi giştî 3 hezar û 873 hilbijêr zêde bûye. Nifûsa taxa Medrese 3 hezar û 208 kes in. Lê hêjmara hilbijêran 2 hezar û 953 kes in. Li van taxan li 4 dibistanên cuda Hezar û 500 xwendekar hene. Temenê hemûyan kêmî 18 salî ye. Li taxa Bulakê nifûs 6 hezar û 350 kes in, lê hêjmara hilbijêran 6 hezar û 155 kes in. Li vê taxê tenê 195 kes ne hilbijêr in. Li vê taxê li 5 dibistanên seretayî yên cuda 2 hezar û 800 xwendekar hene. Ev bi xwe nakokiya hilbijêran nîşan dide. Li Gundê Otluca di Hezîranê de hêjmara hilbijêran 1059 kes bûn, niha 448 kes kêm bûne û bûye 611 hilbijêr. " 
 
HILBIJÊR JI NIFÛSA TAXÊ ZÊDETIR E
 
Dede, bal kişand ser rewşa Navçeya Çelê û diyar kir ku li navçeya Çelê hêjmara hilbijêran ji nifûsa bajar zêdetir e. Dede, anî ziman ku li taxa Emirşaban a Çelê li daîreyekê 247 hilbijêr zêde bûne û 627 hilbijêr hene. Li yek daîreyê 627  deng hene. Li heman taxê li yek daireyê 410 deng zêde bûne û hêjmar gihiştiye 493 hilbijêran. Li taxa Emirşabanê jî nifûs 2 hezar û 961 kes in, lê hêjmara hilbijêran 3 hezar û 577 kes in. Li vir hilbijêr ji nifûsa taxwê zêrdetir in. 
 
Li Gundên di salên 90'an de vala bûne hilbijêr ji nifûsê zêdetir in. Li Gundê Kayalikê nifûs 88 kes, hilbijêr 95 kesin, Li Gundê  Kazanê nifûs 10 hilbijêr 14 kes in. Li gunDê Cevizlî nifûs 29, hilbijêr 42 kes in. 
 
 
LI DU DAÎREYAN 550 DENG QEYD KIRIN
 
Dede, anî ziman ku li bajaroka Bajirgê ya Geverê jî li 2 daîreyan 550 hilbijêr qeyd kirine û wiha bi dawî kir: "Li Navçeya Geverê di hilbijartina hezîranê de hêmara hilbijêran 72 hezar û 921 kes bûn, niha 3 hezar û 262 hilbijêr zêde bûn û gihişt 76 hezar û 183 hilbijêran. Li Bajaroka Bajirgê di yek daîreyê de 56 hilbijêr hene. Li taxa Îpekê di yek daîreyê de 122 li heman taxê di daîreyek din de 62 û daîreyek din de 132 hilbijêr hene. Lajaroka ku 2 hezar û 89 hilbijêrên wê hene, li 2 daîreyan 550 hilbijêr hene. Li navçeya Şemzînanê li daîreyekê 801 û li daîreyek din jî 611 hilbijêr hene. 
 
LI DAÎREYEKÊ 801 HILBIJÊR HENE
 
Li taxa Moda ya Şemzinanê jî di hilbijartina Hezîranê de hêjmara hilbijêran 3 hezar û 569 kes bûn, lê niha di hilbijartina Adarê de 988 hilbijêr zêde bûne û gihiştiye 4 hezar û 557 hilbijêran. Li heman taxê li yek daîreyê 801 û li daîreyek din 611 hilbijêr hatine qeyd kirin. Tenê ji bajaroka Bêsosinê 850 hilbijêrên ku esker  in, qeyda wan sewqî navendê kirin. Li Gundê Uslu 398 hilbijêr,  li Gundê Gelişen 270 û li Gundê Anadagê jî 398 hilbijêr kêm bûne. 
 
MA / Fethi Balaman 
 

Sernavên din

19/01/2019
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne
07:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 72'yemîn de didome
17/01/2019
20:39 Li şevbuhêrkên Edeneyê dengbêjan bi kilamên xwe olan dan
18:34 Nûçegihana me Taşkin hat berdan
17:50 Karkerê ji qata 12'an ket jiyana xwe ji dest da
17:43 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
16:54 Ciwanên HDP’ê li Peyasê meclîsa xwe îlan kir
16:35 Ji bo mîtînga Amedê li Mûşê belavok hatin belavkirin
15:59 HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê îtîrazî bi hezaran hilbijêran kir
15:45 Parêzer ji bo li qawîşê hevdîtînê bi Guven re bikin serlêdan kirin
15:44 Li Heskifê piştî namzetê AKP'ê diyar bû qeydên hilbijêran jê birin
15:32 Îdîaya polîsan ciwanekê HDP’î birin derveyî bajer û îşkence kirin
15:31 Ji bo asîman bibînin 123 roj in di rojiya mirinê de ne
15:08 Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê: Em bibin dengê qerîna girtiyan
14:50 Li qereqoleke valekirî 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin
14:43 Melîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser berdevkê xwe diyar kir
14:42 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrîd rabûye
14:33 Facîaya yurda Aladag: ‘Şaredartî delîlan reş dike’
14:07 Rewşenbiran li Meclîsê HDP ziyaret kir
13:59 Tirkiye Rojnamegera Holandayî Ans dersînor kir
13:46 Endama Dîwana KCD’ê ya berê Bazancîr hat berdan
13:41 Xebatkarê HDP’ê der sînor hat kirin
13:27 Rojnameger Ziya Ataman nehat berdan
12:58 Qeyûm deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt
12:27 Parêzerên Ocalan cara 782’yan serlêdan kirin
12:24 Angela Davîs: Divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda Ocalan daniye holê bişopînin
12:23 Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e
12:00 Bernamzetê HDP'î yê Şaredariya Qereçobanê girtin
11:58 Pêşnûma mehaneyê teqawîtan li Meclîsê qebûl bû
11:18 Di doza Ozgur Gundemê de kes nehat berdan
10:48 Li daîreyekê 801 hilbijêr hene
10:43 2 bira li Rezanê hatin binçavkirin
10:35 YSK'ê di pergala dengdanê de hin guhertin kirin
09:10 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ev êrîş vîna me naşkîne
09:05 Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye
09:04 Namzetên HDP'ê yên Cizîrê: Wê gel li malên şaredariyê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
09:03 Krîza aşkerekirina namzetên AKP'ê yên ji bo navçeyên Amedê
09:02 DMME'yê, der barê doza Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:15 Ji mîtînga HDP’ê ya Amedê re destûr derket
06:53 Çalakiya Leyla Guven di roja 71'emîn de didome
16/01/2019
21:59 Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin
21:24 Li Sêrtê li ser înşeateke vala 441 hilbijêr hatine qeydkirin!
20:39 QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî
19:29 Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan
19:16 Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
18:41 Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin
16:33 Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin