MINBIC - Li Minbicê teqîn pêk hat. Çavkaniyên heremê diyar kir ku di teqînê de 2 jê eskerên Amerîkayê herî kêm jiyana xwe ji dest dan.
Li Minbicê teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji Minbicê ragihand, di teqîna li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umeraa ya navenda bajarê Minbicê pêk hat, 9 sivîl û endamekî eskerî jiyana xwe ji dest dan. Nûçegîhanê ANHA, diyar kir ku 4 leşkerên Amerîkayê jî li cihê teqînê bûn û 2 eskeren Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Birîndar û lerşerên Amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi Helîkopterê rakirin nexweşxaneyên herêmê. Ji bilî leşkerên Emerîkî piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, sivîl in. Tê gotin ku endamekî saziya leşkerî jî jiyana xwe ji dest daye. Fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde bibe. Hin çavkaniyan ragihandin, nêzî 20 kes birîndar bûne. Li ser rewşa birîndaran hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Hate ragihandin, di dema teqînê de 4 leşkerên Emerîkî li herêmê bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Minbicê.