AMED – Danişîna doza 8 rojnamegerên bi hêceta ku bi nûçeyê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Musa Çîtîl hedef nîşan dane tên darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza beşdariya Çitîl a dozê qebûl kir.
Rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş, Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç bi hêceta di hesabên medya xwe ya civakî de di serdema pevçûnên li navçeya Sûrê ya Amedê nûçeyek têkildarî Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Musa Çitîl parve kirin e tên darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
ÇITÎL 40 RÛPEL DAXWAZNAME AMADE KIR
Heyeta dadgehê got Musa Çitîl 40 rûpel daxwazname pêşkêşî dadehê kiriye. Musa Çitîl de daxwaznameya xwe de îdia kir ku rojnamegeran di şexsê wî de endamên Fermandariya Giştî ya Cendermeyan reş kirin e û xwestine “peywîra wan a serkeftî” têk biçe
NÛÇEYAN KIR DELÎL
Çîtîl lînkên hin malperan ên nûçeyên der barê darizandina rojnamegeran de jî wek delîl di dosyeyê de bicih kir.
SANCILI: EZ ÇITÎL NAS NAKIM
Rojnameger bi îdiaya “Kesên di têkoşîna terorê de peywîr girtine hedef hatine nîşandan” bi daxwaza ji salekê heta 3 salan cezayê hepsê tê darizandin. Rojnameger A.Vahap Taş û parêzerên xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Rojnameger Kemal Sancili yê wê demê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê bû û ku niha ji dozek din girtî ye bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Sancili got ew Musa Çitîl nas nake û eleqeya wî bi nûçeya der barê Çitîl re nîne. Sancili sûcdariyan red kir û xwest bê beratkirin.
Parêzer Resûl Tamûr jî xwest bê testpîtkirin ka nûçeya li ser lînka li ser hesabê Ozgur Gundemê hatiye parve kirin aîdî miwekîlê wî Kemal Sancili ye an jî na.
DOZGER XWEST ÇITÎL BEŞDARÎ DOZÊ BIBE
Dozger xwest Musa Çitîl beşdarî dozê bê kirin. Parêzer Tamûr jî xwet beşdariya Musa Çitîl a dozê bê redkirin.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Heyetê jî daxwaza dozger a ku bila Musa Çitîl beşdarî dozê bibe erê kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin dozê taloqî 8’ê gulana 2019’an hat kirin.