STENBOL - Danişîna doza teqîna li atolya maytabê ya Davutpaşa ku 21 kesan jiyana xwe ji dest da û 115 kes birîndar bûn û 10 salin darizandin didome, sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê dê bê dîtin. Mexdûr Hakkı Guleç ê birayê wî jiyana xwe ji dest da xwest hemû kesên wîcdan ji bo edalet pêk bê tev li danişînê bibin û piştgiriyê bidin wan.
Danişîna doza teqîna li Atolyeya Maybatê ya Davutpaya ku 21 karkeran jiyana xwe ji dest da û 115 kes birîndar bûn, sibê li Bakirkoyê tê ditin. Li navçeya Davutpaşa di 31'ê Çileya 2008'an de li atolyeya maytabê teqîn pêk haitbû. Di teqînê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 115 kes birîndar bûbûn. Piştî bûyerê der barê Midûrê Venêrtin û Ruhsatê yê Şaredariya Zeytinburnê, Rustem Tekîn û Midûrê Zabitayan Feruz Kutsal jî di navde der barê 10 kesan de doz hatibû vekirin. Dadgehê di sala 2014'an de ceza li wan birî û ceza li dadgeha bilind hat xerakirin. Piştî biryar hat betalkirin, darizandinê ji nûve dest pê kir. 5'emîn danişina dozê dê sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoy a Stenbolê di 17'ê Çile de bê dîtin. Di ser bûyerê re 11 sal derbas bûn, lê hêj doz bi encam nebûye. Malbat dixwazin demek berî demekê edalet pêk bê û her kesên xwedî wîjdan piştgiriyê bidin. Di bûyerê de yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Haybetullah Guleç ê 18 sali bû. Birayê Haybetullah, Hakki Guleç têkildarî dozê de axivî û xwest her kes ji bo edalet pêk bê piştgiriyê bidin wan. Guleç, anî ziman ku di bûyerê de ocaxa 20 malbatan reş bû û wiha got: "Li Tirkiye ji ber ku ders ji bûyerek wisa naye derxistin her orj li Tirkiye cînayetên kar pêk tên.Ji bo doz vebe em 2,5 salan têkoşiyan. Em wekî malbatên ku li edalete digerin em li Komeleya Heviyek (Bir Umut Dernegi) kom bûn. Me li komeleyê hev nas kir. Em hemû malbatên bi êş li wir kom bûn. Me ew êşa xwe vegerand têkoşînê. Me dît ku ev bûyerên bi vî rengî ne qederek e û ne xwezayî ye. Me xwest xwedê nekin şirîkên van sûcan. Ji bo doz bê vekirin em 2.5 salan têkoşiyan. Li wir 21 mirov hatin kuştin. Lê tu kes nehatin binçavkirin û doz li wan hetan vekirin.
'EM LI WELATEKÎ BÊ DAD, EDALETÊ DIXWAZIN'
Guleç, destnîşan kir ku piştî tekoşîna wan doz hat vekirin û wiha got: "Em li welatekî bê dad edaletê dixwazin. Li Tirkiye edalet di destê yek kesî de ye. Kesên di cînayetên kar ên li Tirkiye de jiyana xwe ji dest didin ji kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin zêdetir in. Em dixwazin kesên şirîkê vî sûcî ne bên darizandin û cezakirin. Malbatekê digot ‘Edalet di qesrê de hepis kirin' Em xwînê naxwazin. Em edaletê dixwazin. Ji bo canen din neçin em têdikoşin. Ev cînayet hinekî jî şerma sendîkayan e. Dive sendîka bêtir mafê karkeran bişopînin. Ji 2008’an û şûnde li Tirkiye li ku cînayetek kar hebe em bi wan malbatan re dikevin nava dan û stendinê. Em êşê wan parve dikin. Karên van sendîka û derê wan ne jiyana karkeran e. Li şûna li pişt karkeran bin û mafê wan biparêzin li xwe difikirin. Helwesta hikûmete diyar e. Le ew jî li pey koltuxê ne. Di salên dawî de cînayetên kar zêde dibin. Sedema vê yekê ji ber kes nayên cezakirin. Hikûmet û rayedar bi hişmendiya qeder û fitratê de dibînin. Şaredarê Zeytinburnu Murat Aydin çend serdem e li ser heman koltuxê ye? Piştî Davutpaşa dîsa cînayetên kar berdewam kirin. Dema cînayetên kar pêk tên, li şûna kesên berpirsiyar ji kar dûr bixin, rutbeya wan mezin dikin. Me ev yek li Davutpaşa dit. Muammer Guler Waliyê Stenbolê bû, lê daxwaza me ya hevdîtinê jî qebûl nekir. Piştî Walîtiya Stenbolê kirin Wezîrê Karên Hundir. Li welatekî wisa edalet dê çawa pêk bê?"
HEMÛ KESÊN XWEDÎ WÎCDAN VEXWENDIN DANIŞÎNÊ
Guleç, herî dawî bang li hemû kesên xwedî wîcdan kir û xwest tev li danişîna dozê ya 17'ê Çile bibin û li ber deriyê dadgehê amade bibin. Guleç, anî ziman ku ev ne tenê doza çend malbatan e û êdî ev doz bûye malê hemû Tirkiye û xwest her kes hestiyar tev bigerin û li dozê xwedî derkevin.