ENQERE – Jinên piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven gotin: "Divê ji bo tirk, kurd, laz, çerkez û hemû gelên vê erdnîgariyê tecrîd bi dawî bibe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 70'yî de didome. Jinên tev li Konferansa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûn bang li herkesî kirin û gotin: "Deng bide Leyla Guvenê bibe dengê berxwedanê."
Sekretera Jin a Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Derya Yûlcû, bi bîr xist rêbaza çalakiyê ya herî dawî ew e ku kesek bedena xwe bide ber mirinê û got: "Lê belê wexta em li pêkanînên antî demokratîk ên vî welatî dinerin, em dibînin ku em hatine vê xalê û em bi rîska ku aştiya civakî bi temamî ji dets biçe re rû bi rû ne."
‘EM BIBIN DENGÊ GUVENÊ'
Yûlcû, diyar kir ku çalakiya Guvenê dîmena tarî ya li vî welatî nîşan dide û got: "Divê demilest daxwaza wê bê qebûlkirin û ev çalakî bi dawî bibe. Divê pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ji bo dawî li tecrîdê bê divê em deng bidin Leyla Guven da bijî."
‘TEVAHIYA WELAT TÊ TECRÎDKIRIN'
Endama Tevgera Jinê ya Demokratîk Fatoş Kaya jî, diyar kir ku greva birçîbûnê ya Guvenê di asta krîtîk de ye. Kaya, anî ziman ku tenê ne li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye û got: "Hemû gel tên tecrîdkirin. Niha elewî, kurd, kedkara, jin hemû tên etcrîdkirin. Em li dijî vê tecrîdê ne. Em dixwazin demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guven di vî warî de gaveke girîng avêtiye."
‘LEYLA GUVEN NAVÊ BERXWEDANÊ YE'
Kaya, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guvenê û got: "Ev çirûsk li zindanên Amedê di şexsê Leyla Guvenê de pêket. Em ên li derve jî mecbûr in vê çirûskê geş bikin. Em bawer dikin wexta ev çirûsş geş bibe wê hemû tecrîd ji holê bên rakirin. Em di serî jinên berxwedêr û bi giştî hemû hevrêyên xw eyên di girtîgehan de silav dikinç Leyla Guven navê berxwedanê ye. Deng bide Leyla Guvenê, bibe dengê berxwedanê."
Hevseroka HDP'a Çanakkaleyê Seza Beytûş bal kişan şer nasnameya pêşengiyî ya Guvenê û got: "Guven tenê ne ji bo bidawbûna tecrîda li Îmraliyê tev geriya. Îro ro li tevahiya vê erdnîgariyê tecrîd heye. Niha tu mirov nikarin fikrên xw ebînin ziman. Nikarin pirtûkan bixwînin. Nikarin bia wayekî rêxistinbûyî bitêkoşin. Leyla Guven ev hemû dîtin dest bi berxwedanê kir. Divê ji bo tirk, kurd, laz, çerkez û hemû gelên vê erdnîgariyê tecrîd bi dawî bibe.A dikeve ser milê me jî ew e em piştgiriyê bidin wê. Divê em li dijî tecrîdkirina tevahiya civakê piştgiriyê bidin."