STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re nîv saetê dewam kiriye û got: "Hevdîtina bi Birêz Ocalan re girîng e, lê ev yek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Li Îmraliyê tecrîd didome. Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke îzolekirî ye"
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6'ê Cotmeha 2014'an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11'ê Îlona 2016'an û herî dawî jî di 12'ê Çileya 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin çêkir.
Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez ji bo hevdîtina dawî ya Ocalan a bi birayê xwe Mehmet Ocalan re got: "Ev hevdîtin tecrîda mutleq a li Îmraliyê nîşan dide." Bîlmez, destnîşan kir ku hem dewlet hem jî hikûmet li Îmraliyê hiqûqê bin pê dike û got: "Hiqûq nayê hesibandin. Wexta dewlet bixwaze wekî qanûnên wê tune bin, wekî AÎHS tune be her tiştî dike. Hevdîtina dawî nîşaneya vê yekê ye."
'DEWLET NE SAMÎMÎ YE'
Bîlmez, destnîşan kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan dewlet ev gav avêtiye û bal kişand ser nesamîmiyeta dewlet û hikûmetê. Bîlmez got: "Niha li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Dibe ku hikûmet beriya hilbijartina herêmî ji bo xwe tiştekî wisa kiribe. Di nav vê yekê de hin handîkap hene. Dibe ku hikûmet xwestibe li hilbijêrên kurd vê yekê peyda bike. Ev yek wekî pêngaveke beriya hilbijartinê ye jî. Eger li vî welatî hiqûq hebûna, Mehmet Ocalan her hefte serî li dozgeriyê dide lê nikare biçe. Em parêzer her hefte serî li dozgeriyê didin lê me nabin. Loma ev gava dewletê ne gaveke samîmî ye, gaveke siyasî ye."
‘JI TECRÎDÊ WÊDETIR REWŞEKE DIN HEYE'
Bîlmez, destnîşan kir ku bi hevdîtina hat kirin re dawî li tecrîda li Îmraliyê nehatiye. Bîlmez, destnîşan kir ku li Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir rewşeke din heye û got: "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke îzolekirinê ye. Îmrali girtîgehekê gravê ye, bi behrê hatiye dorpêçkirin. Wextek herêmeke ji bo firînê hatibû qedexekirin. Kes nikare bi rihetî biçe wir. Di kontrola dewletê de ye. Malbat û parêzer mecbûr in bi awayekî fermî serlêdanê bikin. Bi salan e em serî lê didin lê em nikarin biçin. Hevdîtin bi saîkên siyasî hatiye kirin û nayê wateya ku dawî li tecrîdê hatiye."
'GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA KURD E'
Bîlmez bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: "Rojhilata Navîn veguheriye agir. Rewşa Sûriye û Iraqê li holê ye. Hêleke siyasî ya vê yekê heye. Hêleke siyasî ya muwekîlê me heye. Aktoreke girîng û siyasî ye. Ne ji ber ku muwekîlê min e dibêjim, li gor pêvajoyê rû dane dibêjim. Dewletê bi xwe rol û muxatabiya muwekîlê me esas girt. Wextekê li ber çavê cîhanê û raya giştî ya Tirkiyeyê ew û muwekîlê me Birêz Ocalan li dor maseyekê rûniştin. Ev qewimîneke pir girîng bû. Hêviyeke mezin li civakê peyda kir. Lê belê niha Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Di warê têgihînê de tecrîdek heye. Pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, Rojhilata Navîn bûye agir. Pêşî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka kurd rasterast girêdayî muwekîlê me Birêz Ocalan e. Loma dibêjim rewşa li holê ji tecrîdê wêdetir e. Divê êdî dewlet ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo aştiyê biryarê bide û li gor wê tev bigere. Ji bo vê jî divê dawî li tecrîdê bê. Divê vegere cihê 3-4 berê yê li Îmraliyê û şertên ji bo azadiya Ocalan bên peydakirin. Ji bo vê divê îktîdar her cure rîskê bigire. Eger mesele bekaya welatekî be, divê dewlet ne bekaya xwe, li ser bekaya gelan hûr bibe. Eger ev welat ji dest biçe wê felaketeke mezin rû bide."
'DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'
Bîlmez ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî got: "Mirov ji bo mafekî bingehîn jî bedena xwe didin ber birçîbûnê. Divê vîna siyasî, kesên vî welatî bi rê ve dibin li ser vê yekê hûr bibin. Li welatekî demokratîk wexta mirov ji bo van daxwazan bedena xwe bidin ber birçîbûnê, ev tiştekî komîk e. Daxwaza ew e ku mirovekî girtî karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike, karibe malbata xwe bibîne û nameyan bişîne. Mirov ji bo vê dikevin greva birçîbûnê. Helwesteke ku divê rêz jê re bê girtin. Divê daxwaza bên qebûlkirin. Ev hem divêtiyeke hiqûqê ye hem jî divêtiyeke jiyana bi hev re ya gelan e. Kes naxwaze tenduristiya çalakgeran têkeve asteke krîtîk."
Bîlmez, anî ziman ku ew rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ji nêz ve dişopînin û got: "Vîtamîna B1 li Tirkiyeyê nayê firotin, lê wekî BX an jî bi navên din tên firotin. Divê teqez van vîtamînan bidin muwekîlên me yên di girtîgehan de. Dibe navê wan cuda bin lê eger di nav de vîtamîna B1 hebe divê bê dayîn. Her wiha em hêvîdar in dewlet peyama çalakgeran bigire û wekî 2012'an bibe munasebeta pêvajoyeke çareseriyê. Divê dewlet vê yekê bi saîkên siyasî neke. Çawa ku mirov rîska mirinê digirin, divê kesên dewletê bi rê ve dibin jî vê rîskê bigirin."
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ HESAS BE'
Bîlmez, destnîşan kir ku girtî bi hemû derfetên xwe li dijî tecrîda li Îmraliyê derdikevin û got: "Carinan daxwaznameyan ji wezaretê re dişînin. Yanî tiştekî dikin. Wexta tiştek nemîne vê carê bedena xwe didin ber birçîbûnê. Divê rewş nehatan vê astê. Diviya raya demokratîk hîn hesastir bûna. Divê mirov doza mafên xwe bikin. Eger wisa bûna wê mirov bedena xwe nedana ber birçîbûnê."
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Bîlmez, destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq veguheriye amûrekê û nayê hesibandin. Bîlmez got: "Tenê hiqûq xizmeta tecrîdê dike. Em di warê hiqûqê de tiştekî ji wan naxwazin. Me di hevdîtina dawî ya Mehmet Ocalan de jî dît ku wexta dewlet dixwaze bi awayekî fiîîlî dike. Ev jî nîşaneya kêfiyetê ye. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re girîng e, lê ev yek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê."
'LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE YE'
Bîlmez destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq tune ye û got: "Tenê bi hin hûrguliyan me eware dikin. Mayîna Birêz Ocalan a li Îmraliyê meseleyeke siyasî ye, doza wî jî dozeke siyasî ye. Dewlet bi awayekî siyasî nêzî Birêz Ocalan dibe û hiqûqê datîne kêlekekê."
Bîlmez, bi bîr xist ku piştî rêyên hiqûqa hundurîn xitimîne wan serî li saziyên navnetewî daye û got: "Ma CPT neçe Îmraliyê wê biçe kuderê. Em hevdîtinê bi CPT'yê re çêdikin, em raporan dişînin. Mixabin, CPT bi hesas nêz nabe. CPT xwe li nedîtin û nebihîstinê datîne. Hay ji rewşê hene, her em hevdîtinê bi wan re çêdikin em dibêjin. Lê belê, bi awayekî berbiçav tiştek jî tune ye. Eger hûn li raporên wê yên berê binerin, gelek rexneyan li dewletê dikin. Lê niha CPT tu tiştî nake. Tenê temaşe dike. Di ser hevdîtina wê ya dawî ya li Îmraliyê re çend sal derbas bûn. CPT, dikare bi serdana xwe ya li Îmraliyê pêkanînên li wir bi dewletên endam re parve bike. Her wiha komîteya wezîran jî bi awayekî ji rêzê nêz dibe."
MA / Yasin Kobulan – Sadiye Eser