Dr. Ekmez: Deriyê girtîgehan li heyetên tenduristiyê yên serbixwe vekin

  • rojane
  • 11:41 15 Çile 2019
  • |
img

STENBOL – Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, der barê rewşa girtiyên ketine greva birçibûnê de agahî da û diyar kir ku girtiyên ketine grevê divê rojê herî kêm 5 îskan av, 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û yek heba vîtamina B1 temîn bikin. Ekmez, xwest di vê pêvajoya krîtîk de bi lez deriyên girtîgehan li heyetên serbixwe yên bijîşkan vekin û heyet biçin kontrola girtiyan. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest bi greva biçîbûnê kir û 69 rojin çalakiya girevê ba bê dawî û bêdorveger berdewam dike. 39 girtiyên siyasî ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva biçîbûnê kiribûn kom bi kom zêde bûn û îro li zêdeyî 40 girtîgehan bi tevlêbuna 228 girtiyên siyasî çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger berdewam dike. Têkildarî tenduristî û rewşa girtiyan Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, agahî dan. 
 
‘TIRKIYE NE BIYANIYÊN GREVÊN BIRÇÊBÛNÊ YE' 
 
Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, anî ziman ku li gelek welatan ji bo parastin û destxistina mafan çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin û wiha got: "Di salên dawî de bi taybeti li îngîlîstan, Îrlanda, Filistin û Tirkiye çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê di sala 1975’an de Danezana Tokyo belav kirin. Piştre danezana Lizbon û Malta îmze kirin. Ekmez, diyar kir ku li gorî Danezana Malta kesên ku dikevin grevê heta hişê wan li serê wan be, divê bêyî vîna wan xwarin û vexwarin bi zorê neyê dayîn. Tirkiye ji bo grevên birçîbûnê ne welatekî xerîbê van çalakiyan e. Di 40 salên dawî de di van çalakiyan de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Seqet man. Em weki odeya tabîban girîngiyek mezin didin vê çalakiya dawî. Li gelek girtîgehên Tirkiye nêzî 228 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Niha Leyla Guven 69 rojin di grevê de ye. Rîsta tenduristiya Gunen her ku diçe krîtik dibe. Çalakiyên grevê rêbazek daxwaza maf e. Ji bo daxwazên xwe bînin ziman û dengê xwe bidin bihîstin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Disa gelek cerebeyên cîhanê hene. Di van çalakiyan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane. Em wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk mafê jiyanê di ser her tiştî re dibînin. Em hemû dixwazin ku ev grev bi encamek neyînî bi dawî nebe. 
 
Dr. Murat Ekmez, der barê rewşa tenduristiya girtiyên ketine grevê de jî agahî dan û wiha got: "Kesên ketine grevê divê rojê herî kêm 5 îskan av, 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û yek heba vîtamina B1 temîn bikin. Li Tirkiye kesên dikevin greva birçîbûnê pêdiviya wan a vexwarinê diyar e. Av, Şekir, xwê, lîman û vîtamîn e. Ji bo tenduristiya wan nekeve rewşek krîtîk divê rojê herî kêm 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û hebek vitamîna B1 tev li 5 îskanên avê bikin û vexwin. Divê rojê heba vîtamîna B1 a 500 miligram bixwin. Ji ber ku piranî vîtamîna B1  tune ye, kompleksa Vîtamînê B  di navde heye dixwin. Di her hebekê de 250 miligram vîtamîna B1  heye. Ji ber vê yekê divê rojê 2 hebên vîtamîn bixwin. Divê bi taybetî vîtamînên B1 li xwe kêm nekin. Yên ku dikevin grevê û vîtamîna B1 li xwe kêm bikin nexweşiyên Wernicke Korsakoff bi wan re pêş dikeve. Girtiyên dikevin vê çalakiyê piştî roja 30'emîn rîskên jiyanî yên tenduristiyê dest pê dikin. 
 
'DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN KONTROLÊ' 
 
Ekmez, destnîşan kir ku kesên dikevin grevê piştî demekê nikarin tiştên rohn vexwin û êdî hem serê wan gêş dibe û hem jî mahdê wan li hev dikeve û wiha bi dawî kir: "Di demên pêş de dibe rewşê xerabtir pêş bikevin. Ji ber vê yekê divê bi lez heyetên bijîşkan ên serbixwe karibin biçin girtîgehan tenduristiya girtiyan kontrol bikin. Ger ku di nava şert û mercên baş de neyên girtin û bi rêk û pêk neyên kontrolkirin dibe ku enfeksiyon jî bistînin û bûyerên nexweş pêş bikevin. Xwedê neke dibe ku bi mirinê jî bi encam bibe. Birêz Leyla Guven 69 rojin di grevê de ye. Herî dawî ji ber tenduristiya xwe nekarîbû biçe sersaxiya dayika xwe jî. 10 rojên dawî nikare derkeve hevdîtina parêzeran jî. Ev nîqan dide ku tenduristiya wê ketiye rewşek krîtîk. Hekîmê girtîgehê kîye çiqas dikare bibe bersîva hemû rewşên krîtîk em nizanin. Ji ber vê yekê divê bi lez heyetek serbixwe ya hekîman bê avakirin û deriyê girtîgehê li heyete bê vekirin. Me xwest Koma Şopandinê bê avakirin. Lê Wezareta Dadê ev daxwaza me red kir. Di nava hefteyê de vê carê Yekîtiya Tabîbên Tirk serlêdan kir. Em li benda bersîva Wezareta Dadê ne. Tişta em ji dewlet û Wezareta Dadê dixwazin ewe ku destûr bidin heyetên bijîşkan ên serbixwe ku karibin biçin li girtîgehan çavderî û lekolîn bikin." 
 
BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESΠ
 
Ekmez, destnîşan kir ku hem temênê Guven mezin e û hem şertên girtîgehê granin û ji ber vê yekê tenduristiya Guven dikeve rewşek krîtîk. Divê hem dewlet û hem hemû kesên derve erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Me wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê grevên birçîbûnê de pirtûkên agahdariyê amade kirine. Em dê van pirtûkan ji hemû girtîgehên Tirkiye re bişînin da ku rêveberiyên van girtîgehan li van pirtûkan binerin. Dîsa em dê ji dozger, midûrê înfazê û hekîman re bişînin. Di van pirtûkan de mafê girtiyên ketine grevê çine û agahiyên der barê grevê de tên parvekirin.  Me wekî TTB  Lijneya Şopandinê ava kiriye. Em dixazin ev astengiyên li pêş vê Lijneya Şopandinê bên rakirin. 
 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

19/01/2019
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne
07:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 72'yemîn de didome
17/01/2019
20:39 Li şevbuhêrkên Edeneyê dengbêjan bi kilamên xwe olan dan
18:34 Nûçegihana me Taşkin hat berdan
17:50 Karkerê ji qata 12'an ket jiyana xwe ji dest da
17:43 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
16:54 Ciwanên HDP’ê li Peyasê meclîsa xwe îlan kir
16:35 Ji bo mîtînga Amedê li Mûşê belavok hatin belavkirin
15:59 HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê îtîrazî bi hezaran hilbijêran kir
15:45 Parêzer ji bo li qawîşê hevdîtînê bi Guven re bikin serlêdan kirin
15:44 Li Heskifê piştî namzetê AKP'ê diyar bû qeydên hilbijêran jê birin
15:32 Îdîaya polîsan ciwanekê HDP’î birin derveyî bajer û îşkence kirin
15:31 Ji bo asîman bibînin 123 roj in di rojiya mirinê de ne
15:08 Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê: Em bibin dengê qerîna girtiyan
14:50 Li qereqoleke valekirî 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin
14:43 Melîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser berdevkê xwe diyar kir
14:42 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrîd rabûye
14:33 Facîaya yurda Aladag: ‘Şaredartî delîlan reş dike’
14:07 Rewşenbiran li Meclîsê HDP ziyaret kir
13:59 Tirkiye Rojnamegera Holandayî Ans dersînor kir
13:46 Endama Dîwana KCD’ê ya berê Bazancîr hat berdan
13:41 Xebatkarê HDP’ê der sînor hat kirin
13:27 Rojnameger Ziya Ataman nehat berdan
12:58 Qeyûm deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt
12:27 Parêzerên Ocalan cara 782’yan serlêdan kirin
12:24 Angela Davîs: Divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda Ocalan daniye holê bişopînin
12:23 Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e
12:00 Bernamzetê HDP'î yê Şaredariya Qereçobanê girtin
11:58 Pêşnûma mehaneyê teqawîtan li Meclîsê qebûl bû
11:18 Di doza Ozgur Gundemê de kes nehat berdan
10:48 Li daîreyekê 801 hilbijêr hene
10:43 2 bira li Rezanê hatin binçavkirin
10:35 YSK'ê di pergala dengdanê de hin guhertin kirin
09:10 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ev êrîş vîna me naşkîne
09:05 Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye
09:04 Namzetên HDP'ê yên Cizîrê: Wê gel li malên şaredariyê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
09:03 Krîza aşkerekirina namzetên AKP'ê yên ji bo navçeyên Amedê
09:02 DMME'yê, der barê doza Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:15 Ji mîtînga HDP’ê ya Amedê re destûr derket
06:53 Çalakiya Leyla Guven di roja 71'emîn de didome
16/01/2019
21:59 Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin
21:24 Li Sêrtê li ser înşeateke vala 441 hilbijêr hatine qeydkirin!
20:39 QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî
19:29 Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan
19:16 Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
18:41 Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin
16:33 Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin