Turkdogan: Divê dawî li hiqûqa ecêb bê û Îmrali bê girtin

  • rojane
  • 10:27 15 Çile 2019
  • |
img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê hevdîtina bi Ocalan re bibe rûtîn û got: “Lazim e hikumet di vê mijarê de daxuyanî bide. Divê dawî li hiqûqa ecêb bê. Pêwîste girtîgeha li vê giravê bê girtin.” 

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 69 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Li tevahiya girtîgehên li bajarên herêmê û bajarên Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê belav dibe. Her roja ku diçe hejmara girtiyên dikevin greva birçîbûnê zêde dibin. Li gel van çalakiyan jî hikumet bêdengiya xwe diparêz e. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Ozturk Turkdogan tecrîdkirina Ocalan û bêdengiya hikumetê nirxand. 
 
Turkdogan anî ziman ku ew wek parêzvanê mafên mirova ji roja Girtîgeha Îmraliyê vebûye heta niha têkildarî statûya girtîgehê û tecrîdê rexneyên wan dewam dikin û got: “Ji bo rakirina tecrîdê me hem serî li qada netewî da û hem jî serî li qada navnetewî da. Me her tim anî ziman ku mafên qanûnî yên girtiyên li Îmraliyê hene. Daxwaza me ya sereke ew e divê ev girtî ji mafên qanûnî sûdê werbigirin. Divê Ocalan û girtiyên dikaribin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.” 
 
‘DIVÊ ÎMRALI BÊ GIRTIN’ 
 
Turkdogan diyar kir ku divê hikumet teqez ji bo Ocalan û girtiyên pê re hin çend tiştan bibêje û wiha dewam kir: “Lazim e parêzerên Ocalan û malbata wî teqez dikaribin hevdîtinê bikin. Ji ber ev yek pêk nayê pirsgirêka tecrîdê bûye rojeva sereke ya girtiyan. Di esasê xwe de em behsa girtîgehek ku bi eskeran hatiye dorpêçkirin dikin. Ji roja ewil ve daxwaza me ew e ev girtîgeh bê girtin. Modelek bi şêwaza vê girtîgehê nabe. Wek ku tê zanîn Abdullah Ocalan 10 salan li wir bi tena serê xwe hatibû ragirtin. Di pêvajoya Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê em nizanin li ser çi li hev kirin e. Berê statûtiyek girtîgehê li Îmraliyê tune bû. Pişt re veguherandin Girtîgeha Tîpa F. Vê tîpa F a li vir ne wek tu girtîgehên din e. Divê dawî li vê ecêbiya hiqûqê bê. Lazim e vê girtîgeha li giravê bê girtin.” 
 
‘TECRÎD TENÊ NE LI ÎMRALIYÊ PÊK TÊ’ 
 
Turkdogan da zanîn ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê hatin destpêkirin di nava demê de li gelek deveran belav bû û got: “Tecrîd tenê ne li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê, li hemû aliyan belav bûye.” Turkdogan têkildarî pozîsyona Ocalan jî wiha got: “Abdullah Ocalan bi îmzeyên milyonan mirov lîderek siyasî yê gel e. Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn. Ji bo vê yekê îro li dehan girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê belav bûye û ev grev hatine astek krîtîk. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgînî tecrîd bê rakirin.” 
 
‘DIVÊ HEVDÎTIN BI AWAYEK RÛTÎN PÊK WERE’ 
 
Turkdogan hevdîtina Mehmet Ocalan a di 12’ê Çile de jî nirxand û got: “Em hêvîdarin wê ev hevdîtina pêk hat ji niha şûn ve her hefte pêk were û bibe rewşek rûtîn. Heke mafê Ocalan ji 15 rojan carek yê hevdîtina bi xizmên xwe re hebe divê ev yek pêk bê. Pêwîste parêzerên wî jî her hefte dikaribin pê re hevdîtinê bikin. Heke hevdîtin li ser hev pêk werin û rûtîn bibe dê çalakiyên greva birçîbûnê jî bi dawî bibin.” 
 
‘PÊWÎSTE WEZARET DAXUYANIYÊ BIDE’ 
 
Turkdogan bal kişand ser daxwaza girtiyan û wiha domand: “Ji bo ku girtî dawî li çalakiya xwe bînin divê Wezareta Dadê daxuyanî bide û mafên Ocalan û girtiyên din ên qanûnî nas bike. Heke wezaret daxuyaniyek wiha bide dê têr bike. Heke daxuyaniyek wiha bê dayîn dê bê bawerkirin ku tecrîd rabûye. Ev ji bo wezaretê, desthilatdariya siyasî û serokomariyê ku qanûnan pêk bînin gelek hêsan e û dê ji bo raya giştî jî têr bike.” 
 
‘KESÊN DIBÊJIN VÎNA GEL LI KU NE?’ 
 
Turkdogan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha got: “Tevî ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven gihîştiye asta krîtîkbûnê jî bêdengiya hikumetê li dijî vîna gel bêhurmetiye. Li Tirkiyeyê kevneşopiyek wiha heye. Parlamenterek di bin banê TBMM’ê de tenê wekîlê bajarê xwe ye wekîlê hemû Tirkiyeyê ye. Divê Tirkiye pesnê vê bide. Jixwe divê parlamenterek ne girtî be. Lê li ser vê yekê hem girtî ne û hem jî di greva birçîbûnê de ye. Tenduristiya Leyla Guven di asta talûkeyê de ye. Lê mixabin wekîl bêdeng in. Di heman demê de divê mirov viya li hember vîna gel wek bêhurmetiyê binirxîne. Kesên ku dibêjin vîna gel serdestî her tiştî ye ka li hember vê greva birçîbûnê li ku ne? Temaşe dikin û bêdeng in. Heke ku hûn ji vîna gel re hurmetê nîşan didin pirsgirêka Leyla Guven li Meclîsê bikin rojeva sereke. Mixabin li Tirkiyeyê dema kurd dibin mijara gotinê cudakariyek derdikeve holê.” 
 
‘MECLÎS DI REWŞA KU NIKARE XWEDÎ LI WEKÎLA XWE DERKEVE DE YE’ 
 
Turkdogan bêdengiya Meclîsê jî rexne kir û got: “Heke di şûna Leyla Guven de parlementerek Filîstînî bûya hemû komên li Meclîsê dê biryar bigirtana û li ser vê meseleyê biaxiviyan û Îsraîlê şermezar bikirina. Leyla Guven hemwelatiya Tirkiyeyê ye û wekîla Meclîsê ye. Endamek meclîsa we ye. Daxwaza wê pir hêsan e, teqez ne daxwazek siyasî ye. Niha rewşa xuya dike Meclîs nikare xwedî li parlementerek ku endama wê derkeve.” 
 
‘WEZÎR GUHDAR KIR’ 
 
Turkdogan destnîşan kir ku ew wek heyetek ji ÎHD’ê pêk tê têkildarî grevên birçîbûnê bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtinek pêk anîne û got: “Me di hevdîtinê de têkildarî tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji Abdulhamît Gul re vegot. Me daxwazên xwe bi awayê dosyeyek nivîskî da destê wan. Daxwaza me tenê grevên birçîbûnê û tecrîd nebû, daxwazên me di mijarên din ên binpêkirina mafên mirova hebûn. Serokê şaxa komeleya me ya Amedê Abdullah Zeytun ku di heman demê de parêzerê Leyla Guven e jî di hevdîtinê de hebû. Abdullah Zeytun jî çavdêriyên xwe yên rojek berê bi Guven re ku hevdîtinê kiribû ji Abdulhamît Gul re vegot. Wezîr li me guhdar kir û wî jî got ku haya wan jê heye.” 
 
‘BI WEZARETA DADÊ RE DIYALOGÊN ME DEWAM BIKE’ 
 
Turkdogan anî ziman ku daxwaza Guven û girtiyan ne daxwazek ku dê neyê bersivandin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me ku dê Wezareta Dadê bêyî ku rewşa girtîgehan ber bi xerabiyê ve biçe tedbîran bigire. Girtî bi daxwazek ku wezaretê eleqedar dike di grevê de ne. Ez bi bawerim dê di vê mijarê de gav bên avêtin. Lê li gorî min fêm kiriye di mijarên wek Îmraliyê de tê xuyakirin ku helwesta Serokomar her tiştî diyar dike. Ji bo em vê rewşê ji birêz Serokomar re jî ragihînin em ê li rê û rêbazên bi bandor bigerin. Ji bo hin bêtir li hepsan pirgirêkên mezin dernekevin bi Wezareta Dadê re dê diyalogên me dewam bikin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

16/01/2019
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin
15:27 Ji heman malbatê 2 kes hatin girtin 4 kes hatin berdan
15:26 3 zilamên tecawîzê zarokekê kirin hatin girtin
15:12 Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake
15:08 Li Minbicê 2 jê eskerên Amerîkî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:54 Parêzerên Yuksekdag xwestin şandeya dadgehê ji dozê paşve vekişe
14:47 Di doza Kursa Kuranê de li Muftî gilî kirin
14:13 Beşdariya Musa Çitîl a doza rojnamegeran hat qebûlkirin
14:04 Qeyda 16 hezar hilbijêrên Rihayî ji navnîşana wan birin û hilbijêrên biyanî qeyd kirin
13:46 Polîsên Hewlerê Rojnameger Kakeyî binçav kirin
13:25 Yuksekdag: Divê hewl bê dayîn ku em ji vê cehenemê derkevin
13:25 Ji keça Guven banga krîtîk: Em deng bidin dengê wê
13:24 HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
13:24 Niqaşên 'Herêmên ewlehiyê' ya Bakurê Sûriye didomin
12:09 Leyla Xalîd ji Guven re name şand : Li dijî birçîbûnê dê têkoşîna te qezenc bike
11:23 Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Ataman ê 33 meh girtî ye sibe ye
11:06 DMME di doza GOÇ-DER’ê de Tirkiye mehkûm kir
10:39 Malbatên Davutpaşayî 11 salin li edaletê digerin
10:33 Ûbîç ê di greva birçîbûnê de: Ger tecrîd ranebe emê berxwedanê mezintir bikin
10:25 Keskîn: Sedema girtinê ew e ku Serap xwişka Mazlum Dogan e
10:05 Namzetên HDP’ê yên Êlihê: Projeya me ya mezin Çemê Ilûhê ye
09:29 Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e
09:28 Ji dêvla trafoyan nû bikin ceza li gundiyan birîn!
09:27 Ji ber wêneyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir ceza lê hat birîn
09:26 'Deng bide Leyla Guven, bibe dengê berxwedanê'
09:26 Budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ya AKP'î ji sedî 45 deyndar derket
09:25 Parêzerê Ocalan: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke Îzolekirî ye
09:24 Dozger ji bo girtiyê nexweş û di nav nivînan de got: 'Ji bo civakê talûke ye'
09:23 Li ber 8 zilaman namzetiya xwe danî: Ez ê karibim bikim
09:22 Di şertên zehmet de bi taxûkan giya dikişînin
09:21 ‘Dixwazin bi tecrîdê evîndariya Mem û Zînê biqedînin”
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:30 Çalakiya Leyla Guven di roja 70'yemîn de didome
15/01/2019
17:19 DÎSK-AR: Hêjmara kesên betal gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan
16:20 Dayika Aştiyê Guven girtin û şandin girtîgehe
15:44 Îdîaya ji bo muzîka Kurdî ‘12 saetan hatin îşkencekirin’
15:42 Polîsan dayika 86 salî Ayşe Bişirgen binçav kirin
15:00 ÎHD: Bila tecrîd rabe kes nemire!
14:14 Platforma Jinan piştgirî dan Îtîfaqa Kurdan
13:57 Temellî: Guven me dawetî têkoşîna aştî û demokrasiyê dike
13:17 Ji ber parvekirinên di hesabê hat dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin
12:53 Kesê ku polîsan derb kir seri li ÎHD'ê da
11:47 Dadgehê daxwaza ‘bila darizandin bê rawestandin’ red kir
11:41 Dr. Ekmez: Deriyê girtîgehan li heyetên tenduristiyê yên serbixwe vekin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 ESP: Guven mafdare, divê tecrîd rabe
11:09 Dayika Aştiyê Sakîne Guven li Meclîsê hat binçavkirin
11:07 500 hezar kesên din bê kar man!
11:01 Keştiya penaberan noqî avê bû: Zarokek jiyana xwe ji dest da
10:51 ‘Wêneyê Dayikên Şemiyê jî heye?’
10:27 Turkdogan: Divê dawî li hiqûqa ecêb bê û Îmrali bê girtin
10:20 Eskeran ji heman malbatê Rozaya 2 salî jî di navde 6 kes binçav kirin
10:00 Danişîna doza Yuksekdag sibê li Sincanê ye
09:17 Qedexeya li 23 gundan hat rakirin
09:14 Çi bê dizîn, ji meaşê wan tê birîn!
09:14 Karkerên sîteya pêlavvanan betal in
09:13 Ger neyê dermankirin dê kor bibe
09:13 19 jin 30 çîrok: Ji bo Jin Bijîn
09:12 'Guven bû dengê daxwaza gel'
09:11 'AKP ji şikandina tecrîdê ditirse'
09:10 Mallbat doza cenazeyên zarokên xwe dikin
09:10 Ewil girtin û bêkar hiştin piştre gotin 'pardon'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:46 Çalakiya Leyla Guven diroja 69'an de berdewam dike
14/01/2019
19:10 Leyla Guven: Bila kes ne li benda bidawîkirina çalakiyê be
17:42 Xwişka Mazlûm Dogan hat girtin
16:35 Tuncel û Irmak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:04 HDP: Heta 17'ê Çile qeydên xwe yên hilbijartinê kontrol bikin
15:39 Girtiyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê hat kirin: Dengê me ragihînin
15:29 Rêxistinên Civaki yên Wanê ji bo çalakiyên grevê bang li hikûmetê kirin
15:09 Li Qilabanê civîna li ser tecrîdê: Divê em piştgiriyê bidin pêşengên berxwedanê
15:05 Jinan li dijî gefên Tirkiye kon vedan
14:50 8 kesên ji bo pîrozkirina Ser Salê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:43 Ji bo xebatkrên Çapxaneya Gun 261 sala ceza hat xwestin
14:39 Bîlgen: Tecrîd didome, em tecrîdê red dikin
14:23 Encamnemeya Konferansa Jinan: Emê birêxistinbûyîna jinê bersiv bidin tecrîdê
14:07 Hunermed Ferhat Tunç hat berdan
13:54 Çalakiya Leyla Guven di roja 68'an de didome
13:53 Encamnemaya HDK’ê: Divê tecrîd demildest bê rakirin
13:19 Koçyîgît: Muxalefet û îktîdar li ser tercdiê yek fikir in
12:38 JIN TV dest bi nûçeyên zindî dike
11:58 Hunermend Tûnç anîn Edliya Bakirkoyê
11:15 Temelli: Rêya rawestîna faşîzmê di şikandina tecridê re derbas dibe
10:59 Li kampa penaberan jinekê xwest întîxar bike
10:41 Hevserokên navçeyan ên hatibûn biçavkirin hatin berdan
10:21 Trump: Ger Tirkiye êrîşî Kurdan bike emê aboriya wê têk bibin
10:18 Isisû hilberîn rawestand
10:01 Li mala polîsan a 38 odeyî ya Îdirê 374 hilbijêr qeyd kirin
09:45 Parêzera Ocalan Gunay: Encex berxwedana hevpar karibe tecrîdê bişkîne
09:28 Dozger îdîanameya Rojnameger Kurşun ê girtî tê darizandin salek şûnde amadek kir
09:10 Serê salê li Amedê hat pîrozkirin
09:09 Delîl şênber in lê du dozger biryarên cuda didin
09:08 Rojnamevan Aslan: Kurd li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin
09:08 Xwendekaran got: Êdî em nikarin fotokopî jî bikişînin
09:07 Piştî 5 salan li 44 xwendekaran doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILE YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:41 Li Licê, Hezro û Karazê qedexe hat îlankirin
13/01/2019
20:46 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Ozdemîr hat berdan
20:29 Şenoglû û Koçyîgît bûn hevserokên HDK’ê