Temellî: Teqes emê bi ser bikevin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku rêxistinbûnek bi hêz li ser bingehek demokratîk tê avakirin û wiha got: “Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye be, tenê rêya serkeftina vê yekê jî rêxistinbûna HDK’ê ye. Temellî, anî ziman ku bi hevre û teqez dê bi ser bikevin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara “Ji bo ked, aştî, azadî û li dijî faşîzmê berxwedana civakî” Kongreya 9’emîn pêk anî. Kongre li Hotela Akar Internatîonal pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka û hêzên demokratîk ên dinava HDK’ê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk beşdar bûn. Bi salona kongreyê ve wêneyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye û pankarta “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze” hatin daliqandin. 
 
Di kongreyê de axaftin hatin kirin. Piştî Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kilikç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî axaftin kir. Temellî, diyar kir ku ew li dora paradîgmaya nû ya ku Tevgera Şoreşger a Tirkiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd digîne hev kom bûne û wiha got: "Têkoşin bi hemû hêzea xwe berdewam dike. 7-8  sal berê em li hev kom bûn û me heviyek ava kir. Em ji duh pir bi hêztir in. Ji duh bêtir pêdiviya me bi HDK'ê heye. Siyaseta Kongreyê di wateya rastiyê de bijêrkek e. HDP ji nava wê derketiye û îro bûye heviya Tirkiyeyê. Çawa duh em li HDK'ê xwedî derketin divê em îro bêtir li HDK'ê xwedî derkevin û wê mezintir bikin. Ev erka me ya sereke ye. Ji bo siyaset bibe malê civakê divê civak jî siyasî bibe. Ez carek din kongreya HDK'ê bi rêzdarî silav dikim. Ez xwediyê fikra kongreyê Birêz Ocalan bi hurmetî silav dikim." 
 
Temellî, bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Birêz Ocalan di bin şertê tecrîdê de ye. Birayê Ocalan ku di 11'ê Îlona 2016’an de çû Ocalan dît, piştî demek dirêj duh çû. Lê divê malbat her ji 15 rojan carekê karibe hevdîtinê pêk bîne. Dewletê ev maf binpê kiriye. Serlêdana parêzeran heta niha 780 caran hatiye redkirin. Ji 5'ê Nîsanê heta niha tecrîd li ser aştî û demokrasiyê tê meşandin.
 
EM TEKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN
 
Têkoşîna li dijî tecrîdê tekoşina aştî û demokrasiyê ye. Ger ku em vê têkiliyê qut bikin em dê nikaribin têkoşîna aştî û demokrasiyê bi ser bikevin. Divê em aştî û demokrasiyê bi rêxistin bikin. Rejîma Otoriter û faşizmê çavkaniya xwe ji şer digire. Gelan tîne hemberî hev û hêza xwe ji vê yekê digire. Bi şerê li Rojhilata Navîn xwe nû dike û xurt dike. Divê em jî li Rojhilata Navîn li dijî vê yekê derkevin. Li Rojava tam li dijî vê pergala faşîst xwe bi rêxistin û xurt dike. 
 
Divê hem hemû pêkhateyên çep û sosyalist bi hevre li dijî vê yekê bêjin na. Divê em bi herve bi dengekî bilind biqîrin. Mafê me tê binpêkirin. Jiyana me xezp kirin. Me têkoşîna ked, ekolojî, jin, ciwan, gelan, baweriyên cuda da pêşiya xwe. Me dizanîbû ev faşîzm û Erdogan van eniyan bide hemberî xwe. Ji ber ku gelan û mafê gelan tune dihesibîne. Li ser dijminantiya Kurdan de gelan tune dihesibîne. Kongreya me hêza xwe ya herî mezin ji biryarbûnê û mafdariyê digire. Her ku ew êrîş bikin em dê bêtir xwe bi hêz u rêxistin bikin. Hêza hevalên girtîgehê ji vê yekê tê." 
 
Temellî, da zanîn ku li pêş wan serdemek nû neye û wiha bi dawî kir: "Li peş me serdemek nû heye. Em dibêjin Faşizm xwe bi rêxistin û sazî dike. Rejîma Erdogan rejîma dîktatoriyê ye. Divê em rêxistinek xurtir ji vê bingehê ava bikin. Divê em ve rêxistinbûna xurt li ser bingeha demokratîk ava bikin. Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye ye,  ji bo ku HDP vê yekê bi ser bixe divê HDK bêtir xwe bi rêxistin û xurt bike. Divê bingeha HDK'ê xwe wekî meclîsan bi rêxistin bike. Ger ku em dixwazin demokrasiya radîkal têxin meriyetê, divê gel li her qadê xwedî gotin, maf û îrade bke. Divê li her derê xwedî biryar û erk be. Divê em demokrasiya radîkal ava bikin û xurt bikin. Em dê teqes bi ser bikevin. Em dê bi hevre mafê xwe bi dest bixin. Em dê li dijî faşîzmê teqez bi ser bikevin. Serkeftin hevalno!”
 
 
 
 

Sernavên din

16/01/2019
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin
15:27 Ji heman malbatê 2 kes hatin girtin 4 kes hatin berdan
15:26 3 zilamên tecawîzê zarokekê kirin hatin girtin
15:12 Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake
15:08 Li Minbicê 2 jê eskerên Amerîkî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:54 Parêzerên Yuksekdag xwestin şandeya dadgehê ji dozê paşve vekişe
14:47 Di doza Kursa Kuranê de li Muftî gilî kirin
14:13 Beşdariya Musa Çitîl a doza rojnamegeran hat qebûlkirin
14:04 Qeyda 16 hezar hilbijêrên Rihayî ji navnîşana wan birin û hilbijêrên biyanî qeyd kirin
13:46 Polîsên Hewlerê Rojnameger Kakeyî binçav kirin
13:25 Yuksekdag: Divê hewl bê dayîn ku em ji vê cehenemê derkevin
13:25 Ji keça Guven banga krîtîk: Em deng bidin dengê wê
13:24 HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
13:24 Niqaşên 'Herêmên ewlehiyê' ya Bakurê Sûriye didomin
12:09 Leyla Xalîd ji Guven re name şand : Li dijî birçîbûnê dê têkoşîna te qezenc bike
11:23 Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Ataman ê 33 meh girtî ye sibe ye
11:06 DMME di doza GOÇ-DER’ê de Tirkiye mehkûm kir
10:39 Malbatên Davutpaşayî 11 salin li edaletê digerin
10:33 Ûbîç ê di greva birçîbûnê de: Ger tecrîd ranebe emê berxwedanê mezintir bikin
10:25 Keskîn: Sedema girtinê ew e ku Serap xwişka Mazlum Dogan e
10:05 Namzetên HDP’ê yên Êlihê: Projeya me ya mezin Çemê Ilûhê ye
09:29 Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e
09:28 Ji dêvla trafoyan nû bikin ceza li gundiyan birîn!
09:27 Ji ber wêneyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir ceza lê hat birîn
09:26 'Deng bide Leyla Guven, bibe dengê berxwedanê'
09:26 Budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ya AKP'î ji sedî 45 deyndar derket
09:25 Parêzerê Ocalan: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke Îzolekirî ye
09:24 Dozger ji bo girtiyê nexweş û di nav nivînan de got: 'Ji bo civakê talûke ye'
09:23 Li ber 8 zilaman namzetiya xwe danî: Ez ê karibim bikim
09:22 Di şertên zehmet de bi taxûkan giya dikişînin
09:21 ‘Dixwazin bi tecrîdê evîndariya Mem û Zînê biqedînin”
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:30 Çalakiya Leyla Guven di roja 70'yemîn de didome
15/01/2019
17:19 DÎSK-AR: Hêjmara kesên betal gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan
16:20 Dayika Aştiyê Guven girtin û şandin girtîgehe
15:44 Îdîaya ji bo muzîka Kurdî ‘12 saetan hatin îşkencekirin’
15:42 Polîsan dayika 86 salî Ayşe Bişirgen binçav kirin
15:00 ÎHD: Bila tecrîd rabe kes nemire!
14:14 Platforma Jinan piştgirî dan Îtîfaqa Kurdan
13:57 Temellî: Guven me dawetî têkoşîna aştî û demokrasiyê dike
13:17 Ji ber parvekirinên di hesabê hat dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin
12:53 Kesê ku polîsan derb kir seri li ÎHD'ê da
11:47 Dadgehê daxwaza ‘bila darizandin bê rawestandin’ red kir
11:41 Dr. Ekmez: Deriyê girtîgehan li heyetên tenduristiyê yên serbixwe vekin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 ESP: Guven mafdare, divê tecrîd rabe
11:09 Dayika Aştiyê Sakîne Guven li Meclîsê hat binçavkirin
11:07 500 hezar kesên din bê kar man!
11:01 Keştiya penaberan noqî avê bû: Zarokek jiyana xwe ji dest da
10:51 ‘Wêneyê Dayikên Şemiyê jî heye?’
10:27 Turkdogan: Divê dawî li hiqûqa ecêb bê û Îmrali bê girtin
10:20 Eskeran ji heman malbatê Rozaya 2 salî jî di navde 6 kes binçav kirin
10:00 Danişîna doza Yuksekdag sibê li Sincanê ye
09:17 Qedexeya li 23 gundan hat rakirin
09:14 Çi bê dizîn, ji meaşê wan tê birîn!
09:14 Karkerên sîteya pêlavvanan betal in
09:13 Ger neyê dermankirin dê kor bibe
09:13 19 jin 30 çîrok: Ji bo Jin Bijîn
09:12 'Guven bû dengê daxwaza gel'
09:11 'AKP ji şikandina tecrîdê ditirse'
09:10 Mallbat doza cenazeyên zarokên xwe dikin
09:10 Ewil girtin û bêkar hiştin piştre gotin 'pardon'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:46 Çalakiya Leyla Guven diroja 69'an de berdewam dike
14/01/2019
19:10 Leyla Guven: Bila kes ne li benda bidawîkirina çalakiyê be
17:42 Xwişka Mazlûm Dogan hat girtin
16:35 Tuncel û Irmak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:04 HDP: Heta 17'ê Çile qeydên xwe yên hilbijartinê kontrol bikin
15:39 Girtiyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê hat kirin: Dengê me ragihînin
15:29 Rêxistinên Civaki yên Wanê ji bo çalakiyên grevê bang li hikûmetê kirin
15:09 Li Qilabanê civîna li ser tecrîdê: Divê em piştgiriyê bidin pêşengên berxwedanê
15:05 Jinan li dijî gefên Tirkiye kon vedan
14:50 8 kesên ji bo pîrozkirina Ser Salê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:43 Ji bo xebatkrên Çapxaneya Gun 261 sala ceza hat xwestin
14:39 Bîlgen: Tecrîd didome, em tecrîdê red dikin
14:23 Encamnemeya Konferansa Jinan: Emê birêxistinbûyîna jinê bersiv bidin tecrîdê
14:07 Hunermed Ferhat Tunç hat berdan
13:54 Çalakiya Leyla Guven di roja 68'an de didome
13:53 Encamnemaya HDK’ê: Divê tecrîd demildest bê rakirin
13:19 Koçyîgît: Muxalefet û îktîdar li ser tercdiê yek fikir in
12:38 JIN TV dest bi nûçeyên zindî dike
11:58 Hunermend Tûnç anîn Edliya Bakirkoyê
11:15 Temelli: Rêya rawestîna faşîzmê di şikandina tecridê re derbas dibe
10:59 Li kampa penaberan jinekê xwest întîxar bike
10:41 Hevserokên navçeyan ên hatibûn biçavkirin hatin berdan
10:21 Trump: Ger Tirkiye êrîşî Kurdan bike emê aboriya wê têk bibin
10:18 Isisû hilberîn rawestand
10:01 Li mala polîsan a 38 odeyî ya Îdirê 374 hilbijêr qeyd kirin
09:45 Parêzera Ocalan Gunay: Encex berxwedana hevpar karibe tecrîdê bişkîne
09:28 Dozger îdîanameya Rojnameger Kurşun ê girtî tê darizandin salek şûnde amadek kir
09:10 Serê salê li Amedê hat pîrozkirin
09:09 Delîl şênber in lê du dozger biryarên cuda didin
09:08 Rojnamevan Aslan: Kurd li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin
09:08 Xwendekaran got: Êdî em nikarin fotokopî jî bikişînin
09:07 Piştî 5 salan li 44 xwendekaran doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILE YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:41 Li Licê, Hezro û Karazê qedexe hat îlankirin
13/01/2019
20:46 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Ozdemîr hat berdan
20:29 Şenoglû û Koçyîgît bûn hevserokên HDK’ê