Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe

  • rojane
  • 10:21 11 Çile 2019
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, têkildarî armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û destnîşan kir ku tecrîd û fîşzm bi berxwedanê tê şikandin û wiha got: “Faşizm ji xwe ber têk naçe. Tenê bi berxwedanê têk diçe." 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 55 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de li ber xwe dide. Dîsa 226 girtiyên siyas di demên cuda de li gelek girtîgehan dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirine. Çalakiyên girtiyan ên 10 roj dorveger û bêdawî ku di 27'ê Mijdarê de dest pê kirin jî berdewam dike. Lê heta niha hikûmetê û wezareta dadê têkildarî vê mijarê tu gav neavêtiye û bêdeng e. Dîsa CHP'ê jî heta niha ev çalakiyên li girtîgehan nekiriye rojeva xwe. Di sala 2012'an de jî dîsa li girtîgehan girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî dabûn destpêkirin. Piştî çalakiya grevê ya 68 rojan, Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û bi banga Ocalan girtiyan dawî li çalakiyê anîbû. Yek ji kesên di çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan li ber xwe da jî Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz ê di operasyona KCK'ê de hatibû girtin bû û ketibû çalakiyê ye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, der barê çalakiya Leyla Guven û tecrîdê de nirxandin kir. 
 
Sariyildiz, diyar kir ku çalakiya niha û çalakiya 2012'an dişibe hev û wiha got: "Dewlet hemû amûrên zorê xistine meriyetê. Siyasetmedarên kurd li her qadê li ber xwe didin. Wê demê hemû daristan û xwezaya Kurdistanê dihat bombekirin. Daristan dihatin şewitandin. Mirov dihatin kuştin. Li bajaran bi sedan mirov dihatin binçavkirin û girtin. Wê demê jî hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn qutkirin. Li girtîgehan pirsgirêkên civakî baş tên nirxandin û parzinandin. Wê demê ji bilî ku bedena xwe bide ber pirinê tu derfetên mê yên çalakiyan tune bû. Wê demê berxwedana ruhî û fikrî derket holê. Piştî grevên birçîbûnê dewlet ket nava rêyek asê. Piştî dewlet ket nava rêya asê neçar ma ku bi Ocalan re hevdîtinan bike. Çalakiya girtiyan a wê demê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê Tirkiye qezenç bû. 80 milyon mirov bi wê çalakiyê nefes stend û bêhna wan hat ber wan. "  
 
‘2 SALAN QET XWÎN NERIJIYA' 
 
Sariyildiz, da zanîn ku piştî Ocalan’ bi pêşniyarên siyasî pêvajoyek nû da destpêkirin şer rawestiya û 2 salan qet xwîn nerijiya. Sariyildiz, bal kişand ser rola Ocalan a çareseriyê û wiha got: "Pêvajoya ku pirsgirêk bi rêya demokratik û legal tê çareserkirin dest pê kir. Piştî birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin, heta 2 salan qet xwîn nerijiya. Wê demê baweriya gel a ji bo siyaseta demoratîk zêde bû. Ocalan hem aktorê pêvajoya muzakereyan bû, hem jî werî Rêberê Gelê Kurd mîsyona jiyanî dilîst. Her ku gotinên Birêz Ocalan dihat kirin, gelê kurd wekî hêzae demokratîk mezin dibû. Li dijî êrîşên gelê Kurd û gelên Rojhilata navîn bi awayekî çalak radiwestiya. Têkoşînek mezin dida. Ji bo gelê Tirkiye jî şensek mezin bû. Birêz Ocalan 3 salan ev pêvajo meşand. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an, bi serkeftina HDP'ê û îflasa paradîgmaya AKP'ê, dewletê konseptek nû hilbijart. Dewletê xerabiyek pir mezin anî serê Tirkiye."  
 
‘KONSEPTA HOVÎTIYÊ XISTIN MERIYETÊ'
 
Sariyildiz, destnîşan kir ku piştî Ocalan hat dorpêçkirin û li ser Ocalan tecrîda giran hat destpêkirin, konseptek nû hat destpêkirin û wiha berdewam kir: “Piştî Birêz Ocalan hat dorpêçkirin û tecrîdkirin, hem serokê hikûmetê Erdogan û hem jî konsepta nû ya ji aliyê klikên nava dewletê ket meriyetê. Me Kurdan ev konsept wekî ‘konsepta Havîtiyê' pênase kir. Ji ber ku di vê konsepta nû de gelek sûcdarên şer hebûn. Sûcên mirovahiyê hebûn. Gelek xwîn hat rijandin. Di dîroka Tirkiye de yekem car bajarên Kurdistanê tev hatin hilweşandin û dem û dûz bûn. Bi vê yekê jî nehatin ser gelê herêmê yên li dijî vê zilmê li ber xwe dan tevî zarokên xwe hatin qetilkirin. Pêvajoya ku Tirkiye nû ketibûyê pêvajoya faşîzmê bû. Di serî de kurd û hemû kesên li dijî vê pêvajoyê dengê xwe bilind kirin bûn hedef. Daxwazên wekhevî û azadiyê bi zorê hatin detipasdin."  
 
‘NIHA BI HEZARAN LI DORA DAXWAZÊN GUVEN BÛNE YEK' 
 
Sariyildiz, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven ji bo li Tirkiye xwîn nerije û bi riya siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser bibe dest bi grevê kiriye. Guven li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dîsa di şert û mercên giran ên girtîgehê de dest bi vê çalakiyê kir. Guven 65 roj li pey xwe hişt. 65 rojin bedena xwe birçî hiştiye. Guven di mulakata rojnameyekê de pir aşkere armanca çalakiyê vegot. Guven, îzolekirina girtiyekî ya ku destûra hevdîtina malpat, parêzer neyê dayîn wekî dijmirovî û dijhiqûqî nirxandibû. Wekî sûcê mirovahiyê girtibû dest. Ya duyemîn jî Ocalan hem ji bo xwe, gelê Kurd û gelê Tirkiye kaseyetek gelek girîng dît. Guven di rojnameyê de diyar kir ku Ocalan 3 salin di bin tecrîda îzokirî de ye û bi vê yekê Tirkiye dajon nava pêvojoyek pir talûke. Ji bo daxwazên Guven ên mafdar bi hezaran kes li dora wê bûne xelek. Ger ku ji vê saetê û şûnde dewlet gavan neavêje û daxwazên Guven pêk nîne, dê çalakiya berxwedanê ya Guven bandorek mezin li ser bedena wê bike. Dê nexweşiyên giran pêre çê bibin. Dewlet heta niha bêdeng e. Ji ber vê bêdengiyê pirsgirêka Kurd bi riya demokratîk çareser nabe û krîza Tirkiye kûr dibe. Di rewşek wisa de klîkên nava dewletê bi hevre dibin yek û îtîfaqê ava dikin.Yekîtiya Ewropa jî bêdeng e. Komîteya Astengkirinai Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (BM) jî bêdeng in. Ewropa Navenda dewletên liberal in. YE hem ji ber berjewendiyên Ewropa yên bazirganî û hem jî ji ber berjewendiyên jeostratejîk bi awayekî hiqûqî nêzî tecrîdê nabe. Me mijara komkujiya Cizîrê ku mirov bi komî hatin kuştin birin YE'ê û Neteweyên Yekbûyî (NY) lê vîna ku hovîtiyê rawestîne nîşan nedan. YE di ferqê de ye ku Erdogan kesek nijadperest û olperestê paşverû ye. Lê li aliyeki xwe wekî mahkûmên Erdogan hîs dikin." 
 
‘CPT ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'
 
Sariyildiz, herî dawî bal kişand ser helwesta CPT’î û destnîşan kir ku CPT şirîkê vî sûcî ye û wiha bi dawî kir: “CPT, saziyek ku li girtîgehan û li qadên din rê li pêş sûcê mirovahiyê û îşkenceyê digire ye. Lê iro bi taybetî li hemberî Birêz Ocalanû di şexsê wî de li hemberî hemû geşedanan rêgezên xwe binpê dike. Mirovek bi salan e nikare bi parêzer û mabata xwe re hevdîtin bike û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev li gorî rêgezên CPT sûc e. Lê ji ber ku CPT li hemberî vê pekanîna hikûmet û Tirkiye dengê xwe nake şirikê heman sûcî ye. Divê Ocalan têkeve rewşek çalak. Divê ewlehiya tenduristî û azadiya Ocalan bê parastin û pêşxistin. Divê îktîdar dest ji hevesên xwe yên serdestî, hegamonik, emperyalist berde. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê dawi li vê konsepta 3 salan bê. Divê Ocalan dîsa karibe çalak û serbest tev bigere û tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe Tirkiye dê nefesê bistîne. Îro her kes hatiye sînorê fetisandinê. Faşizm bi xwe ber têk naçe. Faşîzm bi berxwedanê têk diçe. Divê bêtir têkoşîn xurt bibe. Divê kes nekeve nava bêhêviyê û bi hevre têkoşînê xurt bikin. Herî zêde em niha nêzî serkeftinê ne." 
 
 

Sernavên din

13/01/2019
18:34 Polîsan 3 hevserokên HDP’ê binçav kirin
17:30 Gelê Wanê daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin
17:02 Ji Odeyên Tabîban ên Herêmê: Ji bo çareseriyê gavan bavêjin
16:55 ‘Divê dewlet guh bide daxwazên girtiyan’
16:36 Yagiz: Ez ê grevê bidomînim
16:06 Çalakgerên Ewropa: Berxwedana me heta şikandina tecrîdê dê bidome
15:58 852 roj şûnde tenê 15 dk hevdîtin kir: Gelo bi 15 deqîqeyan tecrîda li Îmraliyê rabû?
15:48 Li Êlihê tecrîd bi meşekê hat şermezarkirin
15:43 Cizîrî li ser tecrîdê axivîn
15:31 MED-DER'ê li Amedê sersal pîroz kir
15:22 ‘Ji bo ku daxwaza Guven bêqebûl kirin divê hewldan bê dayîn’
15:04 Pompeo: Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin ne terorîst in
15:03 Hevparên HDK’ê: Divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde
14:24 Ji Mem Ararat klîbên nû: Giresîra, Evîn û Xaçerêk
14:04 Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê greva birçîbûnê bidomînin!
14:00 Nasnameya cenazeyê li Peyasê hat dîtin, diyar bû
13:54 Leyla Guven nekarî derbikeve hevdîtina parêzeran
13:43 Yuksekdag: Emê bi moral derkevin pêşberî gelê xwe
13:19 Temellî: Teqes emê bi ser bikevin
13:10 Ji Guven peyam: Berxwedan mezin dike, pasîfîzm dikuje
12:55 Bi nivîsan piştgirî dan Guven
12:35 Kongreya HDK’ê destpê kir: Em aqlê ku hevdîtinê qencî dibîne red dikin
12:00 Rojnameger Ceyda Karan: Tirkiye di Rojhilata Navîn de asê ma
11:31 ‘Dilê girtiyê nexweş Kalay êdî ranake’
10:59 Tirkiye û Sûriye li Idlibê hatin hemberî hev
09:47 Hesabê Wekîlê HDP'ê Omer Ocalan şikandin û agahiyên şaş parvekirin
09:06 Namzeta HDP'ê ya Mêrdîn a Ereb: Rêveberî dê pir çandî û nasnameyî be
09:05 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye, pirsgirêka min e jî'
09:02 Eleqeya ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê kêm bû
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:58 Li Peyasê cenazeyek hat dîtin
12/01/2019
23:42 Bûldan: Hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
22:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê hevdîtina bi Ocalan de daxuyanî da
21:16 Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî
17:39 Meclîsa Ciwanên Rezanê: Emê mal bi mal bixebitin
17:06 Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe
16:44 'Tecrid wê bi berxwedanê bişkê'
16:28 HDP ji bo daxwazên Guven bên qebûlkirin dê li Amedê mîtîngê li dar bixe
15:51 Xizmên windayan bal kişandin ser rewşa Guven
15:45 'Di 2018'an de 22 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan'
15:17 ‘Ji bo rakirina tecrîdê divê Wezareta Dadê gav bavêje’
15:12 'Daxwaza min a mezin hêj ez sax bim pêl axê bikim e '
14:41 Xizmên Windayan çalakiya Leyla Guven slav kirin
14:36 Dayikên Şemiyê li şûna Kîraz Şahîn pirsîn: Îsmaîl Şahîn li ku derêye?
14:34 Bi hezaran Kurd û dostên wan li Parîsê kom bûn
14:12 Buldan: Nokteya me ya hevpar tecrîd e
13:59 Girtiyê di greva birçîbûnê de kirin hucreyê
13:56 Girseya xwest bimeşin girtîgeha Guven lê dimîne hatin astengkirin
13:08 Konferansa Jinan a HDK'e dest pê kir: Şemala ku Guven geş kir dê rêya jinê ronî bike
12:15 Vîtamîna B1 nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê
11:57 Li Wanê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê panelê pêk bînin
11:19 Beyî kujeran bibînin dosya 3 kesên li sîlopiyê hatin kuştin rakirin
11:07 47 çalakvanên li Silêmaniyê hatin binçavkirin ketin grevê
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê