Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan

  • rojane
  • 13:00 10 Çile 2019
  • |
img
AMED - Denîz Kaya, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehan 171 girtî bi awayekî bi biryar çalakiya grevên birçîbûnê didomînin. Kaya, bang li her kesî kir ku mil bidin berxwedana girtiyan a li girtîgehan. 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehan hatine destpêkirin didome. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 64 roj in di grevê de ye. Niha li seranserê girtîgehan 171 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Koma di 16'ê Kanûnê de dest pê kir, di roja 25'an de berdewam dike. Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî 15 çalakger 25 roj û li Hewlêrê Nasir Yagiz jî 50 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Têkildarî çalakiyê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. 
 
Kaya, ewil hemû kesên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em xwe di xeta felsefîk û bîrdozî ya serokatiya xwe ya ku bûye heqîqet de dibînin û diyar dikin ku dê têkoşîna xwe ya sala nû bi sekneke ku bibe layîqê şehîdan bidomînin. Di vê pêvajoya ku rûyê faşîzmê yê bêreng û sar ku hewl dide jiyana civakê bifetisîne, em soz didin ku dê di her şert û mercî de berxwedaneke dijberî vê yekê raxin ber çavan û qet paş de gav neavêjin.”
 
Kaya, destnîşan kirku komploya Navneteweyî ya li dijî kurdan berdewam dike û wiha domand: “Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku sed sal berê ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve li hemberî kurdan ketin meriyetê, îro bi faşîzma Erdogan didomin. Tê dîtin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku bi hêzên derve re dixebite, ji bo rojanekirina komploya 20 sal berê hat pêşxistin, hemû hêza xwe seferber kirine. Lê em wek tevger hê bi rêxistinkirî û biryardartir in. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên ku hûn dimeşînin li ber xwe bidin û teslîm nebin.”
 
171 GIRTÎ DI ÇALAKIYA BÊDAWÎ Û BEDORVEGER DE NE
 
Denîz Kaya, anî ziman ku wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û 10 roj bêdorveger kirine û di 16’ê kanûnê de jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û wiha bi dawî kir: "Me ragihand ku heta tecrîda li ser Rêberê me dewam bike em ê grevan bidomînin. Îro 171 hevalên me di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne. Parlamentera HDP’ê Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî koordîne û rêxistinkirî dewam dikin. Di van çalakiyan de armanca me ya bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêberê me were rakirin. Li hemberî berxwedana zindanan dê tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê hilweşe û faşîzm dê li hemberî vê berxwedana bêhempa têk biçe. Em girtiyên PKK û PAJK’ê bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê dikin ku em bibin. Ger em bibin yek dê faşîzm hilweşe. Ji bo wê jî em li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe bidin. Berxwedana li hemberî faşîzmê, şikandina tecrîda li ser Rêberê me û azadiya Rêberê me tê wê wateyê ku hilbijartin û siyaset bi awayekî demokratîk bên kirin. Em bang li hemû civaka xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedana li zindanan bi pêş dikeve û ji bo tecrîdkirina Rêberê me bê rakirin, em dengê xwe bilind bikin û bi awayekî yekpare li ber xwe bidin.”
 

Sernavên din

13/01/2019
18:34 Polîsan 3 hevserokên HDP’ê binçav kirin
17:30 Gelê Wanê daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin
17:02 Ji Odeyên Tabîban ên Herêmê: Ji bo çareseriyê gavan bavêjin
16:55 ‘Divê dewlet guh bide daxwazên girtiyan’
16:36 Yagiz: Ez ê grevê bidomînim
16:06 Çalakgerên Ewropa: Berxwedana me heta şikandina tecrîdê dê bidome
15:58 852 roj şûnde tenê 15 dk hevdîtin kir: Gelo bi 15 deqîqeyan tecrîda li Îmraliyê rabû?
15:48 Li Êlihê tecrîd bi meşekê hat şermezarkirin
15:43 Cizîrî li ser tecrîdê axivîn
15:31 MED-DER'ê li Amedê sersal pîroz kir
15:22 ‘Ji bo ku daxwaza Guven bêqebûl kirin divê hewldan bê dayîn’
15:04 Pompeo: Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin ne terorîst in
15:03 Hevparên HDK’ê: Divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde
14:24 Ji Mem Ararat klîbên nû: Giresîra, Evîn û Xaçerêk
14:04 Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê greva birçîbûnê bidomînin!
14:00 Nasnameya cenazeyê li Peyasê hat dîtin, diyar bû
13:54 Leyla Guven nekarî derbikeve hevdîtina parêzeran
13:43 Yuksekdag: Emê bi moral derkevin pêşberî gelê xwe
13:19 Temellî: Teqes emê bi ser bikevin
13:10 Ji Guven peyam: Berxwedan mezin dike, pasîfîzm dikuje
12:55 Bi nivîsan piştgirî dan Guven
12:35 Kongreya HDK’ê destpê kir: Em aqlê ku hevdîtinê qencî dibîne red dikin
12:00 Rojnameger Ceyda Karan: Tirkiye di Rojhilata Navîn de asê ma
11:31 ‘Dilê girtiyê nexweş Kalay êdî ranake’
10:59 Tirkiye û Sûriye li Idlibê hatin hemberî hev
09:47 Hesabê Wekîlê HDP'ê Omer Ocalan şikandin û agahiyên şaş parvekirin
09:06 Namzeta HDP'ê ya Mêrdîn a Ereb: Rêveberî dê pir çandî û nasnameyî be
09:05 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye, pirsgirêka min e jî'
09:02 Eleqeya ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê kêm bû
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:58 Li Peyasê cenazeyek hat dîtin
12/01/2019
23:42 Bûldan: Hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
22:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê hevdîtina bi Ocalan de daxuyanî da
21:16 Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî
17:39 Meclîsa Ciwanên Rezanê: Emê mal bi mal bixebitin
17:06 Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe
16:44 'Tecrid wê bi berxwedanê bişkê'
16:28 HDP ji bo daxwazên Guven bên qebûlkirin dê li Amedê mîtîngê li dar bixe
15:51 Xizmên windayan bal kişandin ser rewşa Guven
15:45 'Di 2018'an de 22 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan'
15:17 ‘Ji bo rakirina tecrîdê divê Wezareta Dadê gav bavêje’
15:12 'Daxwaza min a mezin hêj ez sax bim pêl axê bikim e '
14:41 Xizmên Windayan çalakiya Leyla Guven slav kirin
14:36 Dayikên Şemiyê li şûna Kîraz Şahîn pirsîn: Îsmaîl Şahîn li ku derêye?
14:34 Bi hezaran Kurd û dostên wan li Parîsê kom bûn
14:12 Buldan: Nokteya me ya hevpar tecrîd e
13:59 Girtiyê di greva birçîbûnê de kirin hucreyê
13:56 Girseya xwest bimeşin girtîgeha Guven lê dimîne hatin astengkirin
13:08 Konferansa Jinan a HDK'e dest pê kir: Şemala ku Guven geş kir dê rêya jinê ronî bike
12:15 Vîtamîna B1 nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê
11:57 Li Wanê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê panelê pêk bînin
11:19 Beyî kujeran bibînin dosya 3 kesên li sîlopiyê hatin kuştin rakirin
11:07 47 çalakvanên li Silêmaniyê hatin binçavkirin ketin grevê
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê