RIHA - Piştî Şirnex û Sêrtê, li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 hilbijêran hat çêkirin. Piştî lîste hatin daliqandin ev rewşa sosret derket holê.
Beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê, piştî Şirnex û Sêrtê vê carê jî gelek hilbijêr li ser navçeya Xelfetî ya Rihayê hatin qeydkirin. Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin ev yek derket holê. Ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 kesan li navçeyê hat çêkirin. Tê diyarkirin piraniya van kesan polîs û leşker in.
Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li navçeyê hejmara hilbijêra 22 hezar û 735 bû, di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de hejmara hilbijêran 24 hezar û 148 kes bûn. Di navbera hilbijartina 7'ê Hezîran û 24'ê Hezîranê yanî di sê salan de hejmara hilbijêran li navçeyê hezar û 413 kes zêde bibûn, lê belê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê yanî piştî 6 mehan ev hejmar derket 27 hezar û 335'an.
JI 23 BAJARAN...
Piştî lîste hatin daliqandin derket holê ku 3 hezar û 187 kes ji 23 bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Dîlok û Kilîsê qeyda kesan li navçeyê hatiye çêkirin. Hat diyarkirin ku piraniya van kesan polîs, leşker û karmendên dewletê ne. Li gorî lêkolînan derket holê ku ji navçeya Kaniya Xezalan û Heranê ya Rihayê jî 2 hezar û 187 hilbijêr li Xelfetiyê hatine qeydkirin.
FERQ 3 HEZAR Û 29 DENG BÛN
Li navçeyê, di hilbijartina 2014'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 782 kes bûn; di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 735 kes bûn; di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 665 kes bûn û di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de hejmara hilbijêran 24 hezar û 148 kes bûn.
Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de li navçeyê DBP bi 10 hezar û 458 dengan partiya yekemîn bû û AKP jî bi 6 hezar û 624 dengan partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li navçeyê HDP bi 10 hezar û 411 dengan partiya yekemîn bû û AKP jî bi 5 hezar û 201 dengan partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de HDP 9 hezar û 878 deng û AKP'ê jî 5 hezar 422 deng girtibûn. Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de HDP'ê 9 hezar û 104 deng girtibûn û AKP'ê jî 6 hezar û 75 deng girtibûn.
Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de ferqa dengan a di navbera HDP û AKP'ê de 3 hezar û 29 deng bûn. Ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an li navçeyê çêkirina qeyda 3 hezar û 187 kesan tê wateya ku ev ferq ji holê bê rakirin.
Taxên ku qeyda kesên ji derve li ser wan hatine çêkirin ev in: Firat, Siyahgul, Seldek, Gozeli, Çebekoglu, Cibîn, Aram, Fistikozu, Ank, Ozmuş, Sirataşlar, Hilalli, Ruştiye, Bitek, Durak, Argıl, Kurugol, Kalkan, Karaotlak, Gurkuyu, Beyburcu, Dergili, Narlik, Kinik, Savaşan, Yukarigoklu, Yeni Mahalle, Balaban, Şimaliye, Amara û Aşagi Goklu.
Li gel vê hat hînbbûn ku kesên ji navçeyê ne û xwestin qeyda xwe bînin navenda navçeyê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin. Yek ji van kesan jî parlementera HDP'ê ya berê Dîlek Ocalan e.
Me ev yek ji rayedarên Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê jî pirsî. Rayedaran diyar kir ku ev yek rast e û ji bo vê yekê kesê erkdar qeyûmê navçeyê Qeymeqam Şeref Albayrak e.
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN DÎSA JÎ WÊ WINDA BIKIN'
Hevserokê HDP'a Xelfetiyê Abdullah Çîftçî, bilêv kir ku ya hatiye kirin bêhiqûqîtî ye. Çîftçî, destnîşan kir ku îktîdar bi qeyûman vîna gel xesp kiriye û got: "Ji ber dizane wê bi ser nekeve, vê carê ji derve kesan li navçe û bajaran qeyd dike. Em ê îtirazî vê bêhiqûqîtiyê bikin. AKP, çi dike bila bike lê wê li Xelfetiyê encam neguhere û em ê polîtîkaya qeyûman pûç bikin."
MA / Erdogan Alayumat