EDENE – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de dişopînin û got: "Di vê pêvajoyê de berî ku rewşa çalakgeran têkeve xetereyê, ji bo çareserkirina daxwazan divê Wezareta Dadê bi awayekî serbixwe têkeve dewrê."
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, der barê çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dan destpêkirin û der barê binpêkirina mafên wan ên dengdayînê ya ji bo hilbijartina 31'ê Adarê de axivî.
HIQÛQ NAYÊ HESIBANDIN
Ongur, destnîşan kir ku Tirkiye li dijî mewzûata qanûna navxweyî tev digere û hevdîtina malbatê û ya parêzeran a bi Abdullah Ocalan re asteng dike. Ongur, bilêv kir ku wan parêzvanên mafên mirovan gelek caran destnîşan kiriye ku polîtîkaya tecrîdê li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî û mewzûata hiqûqa navxweyî ye, lê belê her diçe tecrîd tê kûrkirin. Ongur, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdê bê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye û ligel vê ji 5'ê Çileyê ve li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kiriye.
DIVÊ MAFÊN SEREKE YÊN ÇALAKGERAN BI CIH BÊ
Ongur, da zanîn ku wek Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê ew rewşa tenduristiya çalakgerên di greva birçîbûnê de dişopînin û ji bo parastina mafên wan ên jiyanê wan dest bi xebatan kiriye. Ongur got: "Armanca me ya sereke, em rewşa tenduristiyê ya çalakgerên di greva birçîbûnê de bişopînin û ji bo rewşa tibbî bi derengî neyê xistin me tevî şaxên ÎHD'ê û rêxistinên tenduristiyê koordînasyonek ava kiriye û em pêvajoyê dişopînin. Pêkanîna pêdiviyên tibbî û mirovî û qebûlkirina daxwazên çalakgeran divêtiyeke hiqûqî ye. Di vê pêvajoyê de berî ku rewşa çalakgeran têkeve xetereyê, ji bo çareserkirina daxwazan divê Wezareta Dadê bi awayekî serbixwe têkeve dewrê. Em Komeleya Mafên Mirovan di warê tenduristî û hiqûqê de şopdarê vê pêvajoyê ne. Gelek çalakger û malbat bi rêya komeleya me serlêdanan dikin û nameyan dişînin. Ji bo mafên jiyanê bi awayekî dijwar neyên binpêkirin, divê li gor mewzûata qanûnî daxwaên çalakgerên greva birçîbûnê esas bên girtin."
MAFÊ DENGDAYÎNÊ TÊ BINPÊKIRIN
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), daxuyandibû wê girtî û hikumxwarin ji ber sûcên bitaksîr hikum xwarine di hilbijartina 31'ê Adarê de deng bi kar neynin. Ongur, bertel nîşanî vê yekê da û got: "Di biryarê de tê gotin di hilbijartina herêmî de wê girtî ji bilî cihê navnîşana wan lê ye nikaribin li cihekî din deng bi kar bînin. Ev yek derî qanûnê ye." Ongur, destnîşan kir ku YSK'ê bi gotina AKP'ê ev yek kiriye û got: "Ev bi awayekî aşkere derî Qanûna BIngehîn e û binpêkirina mafan e."
MA/ Hamdullah Kesen