Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne

img

STENBOL – Li Tirkiye 10'ê Çile Roja Rojnamegerên dixebitin e. Li Tirkiye 171 rojnameger li girtîgehê vê rojê pêşwazî dikin. Rojnamegerên li derve diyar kirin ku tevê hemû zext û astengiyan dê rastiyê bigînin gel û ronî bikin. Rojnamegeran destnişan kirin ku ew cihê hevalên xwe yên girtî vala nahêlin û dê bibin dengê wan. 

Li Tirkiye ji 10'ê Çileya 1961'an û heta niha, her 10'e Çile wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pêşwazikirin. Îsal li gorî rapora Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ya 2018'an 171 rojnameger girtî ne. Dîsa li gorî raporê 521 rojnameger hatin darizandin û li 112 rojnamegeran bi giştî 547 sal û li 3 rojnamegeran cezayê muebetê hatin birîn. Di sala 2018'an de 141 rojnameger hatin binçavkirin û 64 rojnameger hatin girtin. Der barê 71 rojnamegeran de doz hat  vekirin. Bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, xebatkarên çapemeniyê bal kişandin ser rewşa çapemeniyê û astengiyên li pêş rojnamegeriyê. 
 
‘RENGÊN ZEXTAN HATIN GUHERTIN' 
 
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, bal kişand ser zextên li dijî çapemeniyê û wiha got: Dema çapemeniya kurd di salên 1990’an de nû dest bi xebatên weşanê kirin, zext pir dijwar bûn. Berê rojnamegerên rastî parve dikirin dihatin kuştin. Avahiyên rojnameyan dihatin bombekirin. Rojname dihatin girtin û sansurkirin. Piştî salên 2000’an û şûnde reng û cureyên zextên li ser çapemeniyê hatin guhertin. Pişti salên 2000'an vê carê rojnameger hatin girtin û rastî cezayan hatin. Dest danîn ser wênekêş, kamera û amûrên wan. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê gelek saziyên çapemeniye hatin mohrkirin û girtin. Gelek sazî jî li şûna mohrê qeyûm tayîn kirin. Hem di milê teknîkî de zext zêde bûn û hem jî li dijî xebatkarên çapemeniyê astengî zêde bûn. Rojnamegerên ku di çapemeniya kurd de xebitî be û nehatibe darizandin tune ye. Li hemû kesan doz hatiye vekirin û hatine darizandin." 
Çelîk, da zanîn ku armanca van zextan daxwaz, pirsgirêk û dengê gelê Kurd û bindestan bitepisîne û neyê dîtin. 
 
‘XWESTIN ÇAPEMENIYÊ BIKIN YEK TÎP'
 
Çelîk, anî ziman ku bi van zextan xwestin çapemeniyê bikin yek tîp û wiha bi dawî kir: "Dema em li ekranên televîzyon û manşetên rojnameyan dinerin em dibînin ku çapemeniya hawiz bûye yek tîp û yek reng. Erdogan gotinekê bêje hemû bi hevre wî derdixin pêş û bi yek awayî didin. Pişti polîtîkaya AKP’ê ya yek al, yek ziman, yek netew, êdî rojname jî bûne yek reng. Li Tirkiiye her roj bi sedan derewan di rûpel û ekranên xwe de pêşkêş dikin û aloziyê zêde dikin. Ji ber vê yekê jî karê me zor e. Bi girtina rojnamegeran dixwazin rojnamegerên li derve çavtirsandî bikin. Gelek rojnameger jî bi çavê dewletê û îktîdarê li bûyeran dinerin. Lê ew dê rojekê tenê bimînin. Divê hemû rojnameger bi hevre di nava şêwirmendiyê de bin. Rojnameger dikarin bi hevre xurt bibin û bibin hêz." 
 
‘ASTENGÎ ÊDÎ NIKARIN ME RAWESTÎNIN'
 
Midûreya Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) Safiye Alagaş jî ani ziman ku ji roja çapemeniya kurd dest bi xebatê kiriye heta niha her roj rastî astengiyan tê û wiha got: "Di salên 1990’an de avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Lê bi van zextan nekarîbûn rojnamegeriya kurd rawestinin. Îro bi rêbazên cuda dixwazin rojnamegeriya kurd rawestînin. Îro dîsa zextên li ser çapemeniya kurd zext dubare dibin. Lê zextên heyî nikarin li pêş agahdarkirina gel bibin asteng. Nikarin rastiyan ji gel veşêrin. Bi zextên  li ser çapemeniya Kurd, dixwazin çapemeniya Kurd tune bikin. Em îro di pêvajoya înternetê de ne. Rojnameger di nava her şert û mercan de dikarin rojnamegeriyê bikin. Niha saziyên çapemeniyê yên kurdan mohr dikin û qeyûm tayîn dikin. Lê dîsa rojnamegerên kurd xebatên rojnamegeriyê berdewam dikin û rastiyan ronî dikin û bi gel re parve dikin. Li ser medya civakî nûçeyên xwe digînin gel."  
 
BI HER AWAYÎ RÊYA XWE DIBÎNE
 
Alagaş, destnîşan kir ku çapemeniya kurd her dem li dijî zext, binçavkirin û girtinan têdikoşe. Ji ber ku çapemeniya kurd her dem rastî zaxtan dê êdî bûye xwedî tecrûde û her dem rê û rêbazên nû dibîne. Her dem rêya xwe dibîne. Salek berê Jinnews dest bi weşanê kir. Piştî Jin news dest bi weşanê kir gelek caran malpera me hat astengkirin. Li ajansa me doz hat vekirin. Nûçegîhanên ajansê hatin girtin. 
 
‘HEMPÎŞEYÊN ME DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE NE' 
 
Alagaş, bal kişand ser rojnamegerên girtî û wiha got: "Rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatine girtin. 10 Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin. Ev hevalên me di her şert û mercan de xebat û erka xwe pêk tînin. Di nava her şert û mercên dijwar de nûçeyan digînin gel û dibin dengê gel. Mixabin di 10'ê Çile de hevalên me li zindanê vê rojê pêşwazî dikin. Ev me xemgîn dike. Divê bi her awayî em li qadê bin. Mafê me yên em li qadê bin ji destê me tê girtin. Hevalên me tên girtin. Ev rewş ji bo rojnamegerên li Tirkiye rewşek pir xerab e. Ger ku îro li Tirkiye 171 rojnameger girtî bin, xebat ji bo me bêtir bi wate ye. Li Tirkiye her ku diçe hêjmara rojnamegerên girtî zêde dibin. Di vê pêvajoya ku hevalên me girtî ne, em dê xebatên xwe yên li kolanan berdewam bikin. 10'ê Çile ji bo me bêtir bi wate dibe. Em dê li kolanan li şûna wan bin û bibin denge wan. Em dê nûçeyên ku ew dixwazin çêkin û belav bikin bi gel re parve bikin. Em dê li qadên ku ew dixwazin li wir bin, bin. Em dê bibin denge hevalên xwe yên girtî. 
 
MA / Sadiye Eser 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî