MÊRDÎN - Danişîna doza zilamê tecawizkar M.Ş.Y.’ê li gundê Kevirşînê yê navçeya Dêrîkê 50 zarok tecawîz kirin hat dîtin. M.Ş.Y parastin kir û got: "Ez bêsûcim."
Daneşîna 3'yemîn a doza bersûc M.Ş.Y. ê li gundê Kevirşîn ê navçeya Dêrika Mêrdînê li dibistana Seretayî ya Goktaş karê paqijiyê dikir û li dijî 50 xwendevanên temenê wan di navbera 6 û 12 salan de êrîşa zayendî pêk anî û girtî tê darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûc M.Ş.Y., malbatên zarokên mexdûr, parêzer û rojnameger beşdarî danişînê bûn. Bersûc M.Ş.Y. dest pê kê parastin kir. Bersûc M.Ş.Y. gotinên xwe yên di daneşîna berê de dûbare kirin û wiha axivî: “Ez bêsûc im. Min tiştek wisan nekiriye. Ez tehliyeya xwe dixwazim.”
Piştre parêzeran di parastina kirin ku dan zanîn ku di dosyeyê de hîn kêmasî hene û dem xwestin. Parêzeran xwestin ku ji bo wê demê lêkolîn bê kirin.
Piştî parastinan şandeya dadgehê biryara berdewamiya girtina M.Ş.Y. da û danişîn taloqî 28’ê Sibatê kir.