AMED - Hevserokê HDP’ê yê Sûrê Mehmet Alî Altûnkaynak û rêveberê HDP’ê Mûrat Kiliç ên bi hinceta posterê Leyla Guven bi avahiya partiyê ve kirin hatibûn binçvkirin, hatin beran.
Polîsan duh di saetên şevê de bi hinceta Meclîsa Ciwanên HDP’ê posterê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 62 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi avahiya HDP’ê ya navçeya Sûrê ve kirin, bi ser avahiya partiyê de girtin.
Di serdegirtinê de polîsan posterê Leyla Guven daxistin xwarê, Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Mehmet Alî Altûnkaynak û rêveberê HDP’ê Mûrat Kiliç bin çavkiribûn. Polîsan Altûnkaynak û Kiliç birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Altûnkaynak û Kiliç piştî îfade dan, hatin berdan.