ENQERE - Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyi yê DYA'yê John Bolton li Enqere hevditin kirin. Hevdîtina ku li Qesra Serokomariyê pêk hat, 2 saet û 10 deqîqeyan berdewam kir.
Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyi yê DYA'yê John Bolton li Qesra Serokomar a Enqereyê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin, Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal, Cîgirê Wezîrê Paraktina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu, Cîgirê Serokê MÎT'ê Cemalettin Çelik û endamên delegasyonên din tev li hevdîtinê bûn. Heyeta DYA jî di bin serokatiya John Bolton de Serfermandarê DYA Joseph Dunford, Nûnerê taybet ê Angajmanê Suriye James Jeffrey û endamên din amade bûn. Hevditinê 2 saet û 10 dk yan berdewam kir.
Berdevkê Bolton Garrett Marquis, diyar kir ku ji bo DYA xwe ji Sûriye vekişîne di navbera 2 aliyan de hevditinên erênî pêk hatin û wiha got: "Lê ji aliyê berdevk ve hêj li hev nekirine. Bolton û Kalin, ji bo diyalogê mijarên din diyar kirine.
John Bolton di hevdîtina li Îsraîlê de diyar kiribû ku ji bo DYA ji Sûriye vekişe, divê kurdên li dijî DAIŞ'ê şer kirin bên parastin û ji bo parastina wan Tirkiye ewlehiyê bide.