MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin

img

AMED - Platforma Rojnamgeranên Jin a Mezopotamyayê di rapora xwe ya ku derbarê binpêkirin mafan ên derbarê jinan de aşkera kir diyar kir ku wan di sala 2018'an de jî li gel bindestan û kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin cih girtine û ev tişt got: "Em ê bi kelecana ku em bûn parçeyek berxwedanê û bi hêza ku me ji berxwedêran girtiye di sla 2019'an de li gel jinan bin."

 
Platforma Rojnamgeranên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) rapora xwe ya 2018'an a derbarê binpêkirina mafan derbarê jinên rojnameger de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi daxuyaniyek ku da çapemeniyê aşkera kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Jin News, Ajansa Mezopotamyayê, rojnameya kurdî e - rojname, belavkarên rojanemyan, endamên MKGP'ê gelek rojnameger tevli bûn. Daxuyaniya platformê ya bi kurdî ji aliyê rojnameger Roza Metîna ve û ya bi tirkî jî ji aliyê berdevka polatformê Ayşe Gunay ve hat xwendin. Ayşe diyar kir ku bi qanûnên RTUK'ê ku hatin derxistin li bidehan organên weşanê cezayê pere û rawestandina weşanê hat biriîn û got ku pêşkêşvan  û rojnameger ji aliyê îktîdarê  ve hatine tehdîtkirin û û hedefgirtin. 
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Li Tirkiyeya ku di qada çapemeniyê de her ku diçe paş ve diçe di 2018'an de jî tablo neguhert. Bi derxistina zagonên RTUK'ê gelek weşan hatin betalkirin, ceza hatin birîn, çêkerên bernameyan û rojnameger hatin tehdîdkirin û hedef hatin nîşandan. Kesên ku ji vê helwesta îktidarê hêz girtin hempîşeyên me ji ser medyaya civakî û bi telefonê tehdîd kirin. Ev bêhurmetiya ku li dijî rojnamegeran tê kirin nayê qebûlkirin. Sîxurtî li ser rojnamgeran ferz dikin. Rojnamegerên ku peywira wan derxistina rastiyê ye bi ferzkirina sîxurtiyê rû bi rû dimînin. Ev şermek mirovahiyê ye. Xebatkarên çapemeniyê yên ku bejna xwe natewînin bi girtin, binçavkirin, çewisandin û gefxwarinê rû bi rû dimînin. Ev pêkanîn û polîtîkayên tirsê dê gavê bi rojnamegeran paş de nede avêtin. Li dijî polîtîkayên çewisandinê baweriya rojnamegeran bêtir zêde dibin û têkoşîna xwe didomînin. Li Tirkiyeya ku ewlehiya rojnameran tune ye, cinayeta Rojnamegerê Suudî Cemal Kaşikçi tesaduf e gelo? Yan tercîhek bi zaneyî ye? 
 
'GELEK DOZ DERBARÊ ROJNAMEGERAN DE VE BÛN'
 
Piştî OHAL'ê binçavkirina rojnamegeran zêde bû. Di sala 2018'an de jî rojnameger li koridorên edliyeyê bûn. Derbarê wan de gelek doz hatin vekirin. Rojnameger mecbûr man ku li dijî dadger pîşeya xwe biparêzin. Jinên rojnameger ku di bin çavan de lêgerîna tazî li wan hatin ferzikirin û bi pêkanînên ne baş rû bi rû hatin hiştin, rêya têkoşînê hilbijartin. Bûyera ku di sala 2018'an de jê herî zêde deng da jî tayinkirina qeyyuman a li ser Çapxaneya Gunê û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû. Xebatkarên çapxaneyê û rojnameyê hatin girtin. Ji bo çapkirina Rojnameya Welat a bi Kurdî, çapxane nehat dîtin. Li rejîmên ku bi zextan bi rê ve dibin ev pêkanîna tehdîdkirina çapxaneyan tê dîtin. Tirkiye wergeriyaye welatê qedexeyan. Nehiştin rojnameger beşdarî dozên, kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, bibin. 
 
'EMÊ KESÊN TÊN ÇEWISANDIN BIPARÊZIN'
 
Rojnamegerên ku çewisandina civakê ya bi rêya qeyrana aborî û bertekên li dijî şer kirin nûçe hatin girtin. Medyaya Hawizê rastiya civakê nîşan nade. Serîhildana grevên birçîbûnê yên ku Hevseroka KCK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven da destpêkirin û li gelek girtîgehan belav bûye, çalakiyên karkeran, çalakiyên Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û hwd. ji aliyê medyaya hawiz ve nayê dîtin. Em ê wekî çapemeniya azad ne li bal kesên ku diçewisînin em ê li ba kesên ku tên çewisandin bin. Em ê vê yekê bidomînin. 
 
'BI JIN TV RENG Û DENGÊ JINAN DERDIKEVE PÊŞ'
 
Divê em wekî medya û xebatkarên çapemeniyê zimanê zayendperest, zimanê ku tundiyê rewa dike û jinê tune dihesibîne bibînin. Em wekî jinên rojnameger dîsa dibêjin ku em cîhana çapemeniya ku li ser derewan ava bûye qebûl nakin û em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Mînaka herî baş jê yek televizyona jinê Jın Tv ye. Bi Jın Tv'yê reng û dengê jinê derdikeve pêş. Dê sala 2019'an ji bo çapemeniyê bibe sala serîhildana bê dem. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê kelecana parçeyek ji vê serîhildanê ne û bi sekna xwe ya bi biryar em ê di 2019'an de jî li gel jinan cihê xwe bigirin û em ê biqêrin bibêjin 'Rojanmegerî ne sûc e'."
 
JINÊN ROJNAMEGER ÊN DI SALA 2018'AN DE HATIN GIRTIN 
 
*Seda Taşkin
*Ozlem Seyhan
*Kibriye Evren
*Reyhan Hacioglu
*Hicran Urun
*Pinar Tarlak 
*Ece Sevim Ozturk          
*Pinar Gayip
*Semiha Şahin 
*Tuba Bulut
*Reyhan Çapan
*Serpil Unal
*Songul Yucel
 
ROJNAMEGERÊN JIN ÊN HATIN BERDAN
 
*Şerife Oruç
*Pinar Tarlak 
*Ece Sevim Ozturk  
*Serpil Unal
*Songul Yucel
*Havva Cuştan
 
JINÊN ROJNAMEGER ÊN LI TIRKIYEYÊ GIRTÎNE
 
1. Leyla Yildiz, Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê 
2.Asli Ceren Aslan, Mudura Karê Nivîsê ya Ozgur Gelecekê  
3.Ayşe Nazli Ilicak, Nivîskara Rojnameya Yarina Bakiş 
4.Burçin Dokgoz, Nûçegîhana Zaman û Cihanê ya Çorumê ya berê 
5.Ceren Taşkın, Xebatkara Dengê Hatayê
6. Ayşenur Parîldak, Nûçegîhana Rojnameya Zaman    
7.Hanım Büşra Erdal, Nûçegîhan û nivîskara kuncikê ya Zamanê ya berê
8.Hatice Duman, Mudura Karê Nivîsê û xwediyê Rojnameya 
9.Hicran Urun, Editora Ozgurlukçu Demokrasi
10.Isminaz Temel, Editora ETHA'yê 
11.Meltem Oktay, Xebatkara DÎHA'yê
12. Sîbel Mustafaoglu, Xebatkara Azadîya Welat 
13.Pinar Gayip, Nûçegîhana ETHA'yê 
14.Reyhan Çapan, Mudura Karê Nivîsê ya Ozgur Gundemê 
15.Reyhan Hacioglu, Editora Ozgurlukçu Demokrasi 
16.Seda Taşkın, Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê 
17.Neval Aydin, Xebatkara Azadîya Welat
18.Semiha Şahin, Editora ETHA'yê 
19.Zehra Dogan, Editora Jinha'yê 
20.Tuba  Bulut ,Rojnameya Yeni Yaşam 
21.Kibriye Evren, Edîtora JinNews'ê 
22.Ozlem Seyhan, Editora Azadiya Welat 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN DI SALA 2018'AN DE LI DIJÎ ROJNAMEGERÊN JIN PÊK HATIN
 
*13 jinên rojnameger hatin girtin.
*6 jinên rojnameger hatin tehliyekirin. 
*12 jinên rojnameger ji ber dozên ku dihatin darizandin ceza li wan hat birîn.
*3 rojnameger ji 6 doza hatin darizandin û ceza li wan hat birîn. 
*58 jinên rojnameger hatin darizandin.
*2 jinên rojnameger ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin. 
*40 jinên rojnameger hatin binçavkirin. 
*Teklîfa ajantiya ji bo 2 rojnamegerên jin hat kirin. 
*2 jinên rojnamger ji ber nûçeyên li ser medyaya civakî û li ser telefonê hatin tehdîtkirin. 
*Polîsan bi ser, Buroya Navendê ya Ajansa Nuçeyan a Jinê, Jin News de girtin û girtek jî nehat girtin.
 
Weşanên jinê yên ku hatin avakirin
 
*Di 8'ê Adarê de televizyona jinê Jin Tv hat vekirin. 
 
*Woman TV hat avakirin.

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî