‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'

img
OSMANİYE - Salîh Ozberk ê 4 salan li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ketine grevê, heta encam bistinin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Girtiyên ketin vê rêyê heta ku Ocalan bang li wan neke venagerin. Tenê banga Ocalan esas digirin'
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehan berdewam dike. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 61'emîn de berdewam dike. Bi sedan girtiyên siyasî yên di 27'ê Mijdara 2018'an de dest bi çalakiya bêdawî û 10 roj dorveger kirin bi koma 5'emîn berdewam dike. Koma 30 girtiyên PKK û PAJK'î yên ku di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirin jî di roja 21'an de berdewam dike. Bi sedan girtiyên din jî dest bi çalakiya bê dawî bû bêdorveger kirin û çalakiya wan berdewam dike. 
 
Salîh Ozberk ê 4 salan li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye girtî ma û di 2'ê Çile de serbest hat berdan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ketine grevê, heta encam bistinin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Girtiyên ketin vê rêyê heta ku Ocalan bang li wan neke venagerin. Tenê banga Ocalan esas digirin." Ozberk, anî ziman ku piştî girtî ketin çalakiya grevê rastî tundiyên fîzîkî û derûnî yên zade tên û wiha got: "Hemû mafên girtiyan ên atolye, spor, sohbet û civakî asteng kirin. Girtiyên ku ji bo parastina mafên xwe ji rêxistinên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî re daxwazname dişînin, rastî astengiyên keyfî yên girtîgehê tên." 
 
XWARIN GIRTIYAN NEXWEŞ DIKIN
 
Ozberk, da zanîn ku êrîşên nijadperetî yên gartiyanan li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibe û van êrîşan dikin mijarek asayî. Ozberk, da zanîn ku bi gotinên nijadperest provokasyonê pêş dixin û wiha got: "Bi zanebûn têkiliyên navbera kawîşan qut dikin. Girtiyên nexweş li pêş çavê midûr rastî tundiya gartiyanan tên. Lê vê yekê derbasî girtekan jî nakin. Bi taybetî xwarin wekî ku ji bo girtiyan nexweş bikin tê amadekirin. Di nava xwarinê de kurm, kêzik û gelek cureyên biyanî derdikevin. Beriya ku ez bêm girtin tu nexweşiyê min tune bûn. Lê niha ez bi nexweşiya ulser û gelek nexweşiyên din im. Ji ber ku şertê min ê dermankirinê tune ye. Gelek hevalên me bi nexweşiya Hepatit B girtin. 
 
‘DIVÊ ÎHD REWŞA OSMANÎYE BIKE RAPOR 
 
Ozberk, da zanîn ku girtiyên nexweş ên tedawiya bi kelepçe qebûl nakin nayên dermankirin û wiha  lê zêde kir: "Bi taybetî birîndarên ku di serdema qedexeyên derketina kolanan de birîndar bûn û hatin girtin nayên dermankirin. Têkiliyên girtiyan bi tevahî ji cîhanê tê qutkirin. Êdî nameyan nadin wan. Bi hincetên herî biçûk bi îdîaya 'Propaganda rêxistinê kiriye' nameyên girtiyan kom dikin. Hem nameyên diçin û hem jî nameyên tên yek bi yek tên kontrolkirin û astengkirin. Bi taybetî nameyên ku pirsgirêkên li girtîgehê dinivîse û dişînin derve tên asteng kirin. Divê komeleya Mafên Mirovan a Osmaniye vê yekê bike rapor û lêkolîn bike. 
 
GIRTÎ BI BIRYAR IN
 
Ozberk, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Girtî bi armanca rakirina tecrîdê ketine grevê. Lê hebên vîtamîn nadin girtiyan. Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi çalakiyê kir, li hemû girtîgehan kelecan û ruhekî nû yê berxwedanê derket holê. Li gel hemû zext û tundiyan girtiyên ketin grevê tawîzan nadin. Di roja ewil a grevê de gardiyanan bi ser kawîşan de girtin. Xwestin çalakiyê asteng bikin. Midûr û gardiyan li odeyan geriyan û gotinên nijadperest gotin. Lê girtî dîsa çalakiya xwe berdewam dikin. Girtî heta dawî bi biryar in. Girtî diyar dikin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkê dê çalakiya xwe jî berdewam bikin. Ji bo girtî dest ji çalakiyê berdin divê Birêz Ocalan bang li girtiyan bike." 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî