Baroya Amedê: Divê malbat û parêzerên Ocalan dikaribin biçin hevdîtinê

img

AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku divê di çarçoveya mevzuatê de malbat, parêzer û vasiyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribin pê re hevdîtinê bikin û xwest ku saziyên eleqedar ji bo jiyana girtiyan nekeve talûkeyê dest ji pêkanîna cudakariyê berdin. 

Baroya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya Buroya Alîkariya Edlî ya Baroyê civînê çapameniyê li dar xist. Serokê Baroyê Cîhan Aydin û rêveberên baroyê û parêzer beşdarî civînê bûn. Serokê Baroyê Aydin daxuyanî da û çalakiya grevên birçîbûnê yên salên berê û encamên wan bi bîr xist. Aydin diyar kir ku tevî ku parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji aliyê Dadgeha Amedê ve hat berdan jî dîsa li ser îtîraza dozger nehat berdan û Guven ji 8’ê mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Aydin got rêveberên baroya wan Gazal Bayram Koluman û Kezîban Yilmaz çûne girtîgehê û bi Guven re hevdîtin pêk anîne. 
 
'GUVEN NIKARIBÛ DERKEVE HEVDÎTINA DAWÎ’ 
 
Aydin der barê rewşa Guven de agahiyên bi dest xistine wiha vegot: “Herî dawî di 30’ê kanûnê de ziyaret pêk hat. Ji ber tenduristiya Leyla Guven giran bûye nikaribûye beşdarî hevdîtinê bibe. Li ser vê yekê bi girtiyên li qawîşa wê re hevdîtin pêk hatiye. Li gorî van girtiyan agahî dane hevalên me; Guven zeîf bûye, li dijî deng û roniyê hesasiyet pê re peyda bûye, serê wê diêşe, di meşê de zehmetî dikişîne, bi zehmetî diaxive, bêhalbûn, aciziyên tansiyon û mîdeyê pê re peyda bûne. Ev nexweşîn û hesasiyet jî nîşan didin ku rewşa Guven ketiye rewşek krîtîk.” 
 
‘BILA HURMETÊ NÎŞANÎ MAFÊN GIRTIYAN BIDIN’ 
 
Aydin anî ziman ku Guven ji wan re gotiye ew ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û wiha pêde çû: “Piştî birêz Guven dest bi greva birçîbûnê kir, greva birçîbûnê li gelek girtîgehan belav bû û hêj berbelav dibe. Gelek girtiyan bedena xwe daye ber mirinê. Li gorî hin serlêdanên ji bo baroyê û hin agahiyên bi raya giştî re tên parve kirin, ji mafên bingehîn ê girtiyan re rêz nayê nîşandan. Bi awayek ku têr bike av, şeker, xwê û vîtamîn nadin girtiyan. Gilîkirina di vî warî de gelek heye. Em wek Baroya Amedê her tim li cem mafên jiyanê ne û diparêzin.” 
 
'DIVÊ WEZARET MEVZUATÊ BÎNE CIH’ 
 
Aydin di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em wek rêxistinek hiqûqê dixwazin ku dema girtî daxwazên xwe tînin ziman ji çalakiyên dê zirarê bide jiyana wan pêk neynin. Em nêzîkatiya baroya xwe bi vê wesîleyê em carek din bi bîra muxataban dixin. Bi vê yekê re em wek Baroya Amedê dixwazin bêjin ku di çarçoveya Qanûna Cezayê Înfazê û mevzûatên din ên têkildarî hevdîtina malbat, parêzer û wasiyên Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din mafek bingehîn e. Li gorî mevzuatên netewî û peymanên navnetewî jî mafê hevdîtinê yê parêzer û miwekîl divê bê nasîn. Ev mevzuat di serî de ji bo Ocalan û hemû girtiyan bê nasîn. Di serî ji bo jiyana birêz Guven û hemû girtiyên din nekeve talûkeyê em dixwazin di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên peywendîdar dest ji van pêkanînên xwe cudakariyê berdin. Em dixwazin ev sazî mevzuata netewî û navnetewî bînin cih.” 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2019
17:07 Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye
16:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de sîrgûn kirin
16:57 Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin
16:47 2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin
16:07 Kurtulan: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin
15:39 Kedkarên hatin îxrackirin bila li karê xwe vegerin
14:53 Qeyûmê Wêranşarê nûçe piştrast kir
14:50 Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn
14:14 Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin
13:41 Temel: Welat li benda me ye!
13:04 Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek
13:04 Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest
12:49 Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim
12:33 Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
12:09 Greva birçîbûnê belav dibe: Herî kêm 156 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne
10:27 Benzîn û mazot zem dibe
09:57 Maşina karker û xwendekaran li hev qelibîn: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
09:48 5 hezar û 600 hilbijêrên nû çêbûn: 3 hezar û 500 hilbijêr ne ji Şirnexê ne!
09:25 Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
09:25 Li Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeyan dest pê kir
09:08 ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'
09:07 Rêyên ku qeyûm li Wêranşarê bi 12 milyon tl çêkir hilweşiya
09:06 Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû
09:06 Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest
09:05 ‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'
09:04 Li Edeneyê zextan sîxuriyê li ciwanên HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2019
21:30 Di medya civakî de ji bo Leyla Guven kampanya piştgiryê
16:35 Başaran a HDP'î: Em deng bidin qêrîna girtiyan
16:25 ‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû
16:20 Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin
16:11 Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin
15:53 Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin
15:30 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:14 DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin
14:37 Bi ser qawîşa girtiyên di greva birçîbûnê de girtin
14:23 Li Rihayê kesek hat binçavkirin
14:17 Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin
13:51 Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde
12:53 Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome
12:13 Fîlîpînê bahoz rabû: 126 kes mirin
12:00 Li Brezîlaya erdheja pileya wê 6,8 rû da
11:25 Enqeriyan bang kirin: Em bibin dengê Guven
10:22 Elizabet Gewriye: Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe rizgar kir
10:21 Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin!
09:44 Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê
09:07 Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe
09:05 Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan
09:04 Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye
09:03 ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN
05/01/2019
22:45 Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in
22:13 Polîsan ji bo 'stîckeran' avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê
19:51 Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin
16:31 Serdanên teziya malbata Guven berdewam dike
15:24 Ji bo Kelekçîler bangî dadgehê kirin: Serbest berdin
15:16 Vîtamînê B12 û B1 nadin girtiyên di çalakiyê de
15:10 Xizmên Windayan: Bila daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin
14:57 Sakîne Demîr: Îro roja Kurdan e êdî dema yekîtiyê hatiye
14:40 Mirina jinekê ya bi guman
14:39 Komîteya Partiyên Siyasî: Partiyên bê rûhset dikarin buroyên xwe vekin
14:33 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê saziyên cemawerî înîsiyatîf bigirin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin
13:27 Dersimiyan bertek nîşanî birîna ceyranê dan
13:26 Qonaxa ku welat gihîştiyê: Neçar ma terka kurê xwe bike
13:07 Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûn
Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike
12:56 Tosûn a HDP’î: Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê
11:50 Leyla Guven dê bi rîngê nikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe
11:48 'Me dayika xwe winda kir, dema bavê min jî mir Leyla tune bû’
11:25 Muslum: Tirkiye bila li pirsgirêka azadiya welatê xwe binêre
11:07 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
10:28 KCR: Em bi ruhê yekgirtî û serhildanê têbikoşin
09:52 9’emîn Kongreya HDK’ê dê di 12-13’ê Çile de bê lidarxistin
09:42 Li şûna Mcgurk Jeffrey hat erkdarkirin
09:30 Hunermend Atli şevê bi stranan geş kir
09:27 Parlementerê HDP û CHP'ê: Ya Yildirim dike sûc e
09:26 'Eger rapora der barê qeyûm de ji bo şaredariyên DBP'î hatibûna amadekirin em ê bihatana girtin'
09:25 Tiryakî: Desteserkirina mafê dengdayînê ya girtiyan tê wateya binpêkirina mafan
09:23 Ji ber barana zêde 450 hezar donim garis nehat çinîn
09:22 Li DÎSA-DER'ê eleqeya ji bo kursên ziman
09:22 Şanoya Mencelê bi du lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan
09:13 Ji ber got 'faşîzma qesrê' ji 301'ê doz lê hat vekirin
09:13 'Demîrtaş ne sûcdar e'
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2019'AN
04/01/2019
20:02 Li Semsûrê erd hejiya
19:39 Li Girtîgeha Alanyayê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
19:04 Ji bo erseyên Şaredariya Sûrê neyên firotin serî li dadgeha îdareyê dan
18:29 18 kesên li Serêkaniyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:37 Baroya Amedê: Em ê radestî pêkanînên we nebin
16:23 ÎHD: Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimî
16:01 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 2018'an de Hezar û 923 karkeran jiyana xwe ji dest da.
16:00 Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe bibe
15:27 Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan destek da Leyla Guven
15:13 Cenazeyê dayika Leyla Guven hat definkirin
14:58 Mijara Idlibê danîn ser masa Tirkiye: Şer dest pê kir
14:11 TJA: Em ê li dijî komkujiyên li Parîs û Sîlopiyê bi felsefeya azadiyê têbikoşin
13:59 Jinên Amedî ji bo yekbûnek xurt ji hevdîtina li Stenbolê re amade ne
13:48 HDP'ê ji bo Cevriye Guven sersaxî xwest
13:36 Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
13:28 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 ‘Kurdên ku ne bê çare ne eyar dan DYA'yê'