‘Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije'

img

COLEMÊRG – Zarok û hevrêyên Dayika Aştiyê Meryem Ozcan, bi gotina wê bal kişandin ser jiyana wê ya di nav têkoşîn, şer, koçberî û sirgûniyê de derbas bûye: "Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije." 

Li Colemêrgê di 28'ê Kanûna 2018'an de Dayika Aştiyê Meryem Ozcan di 58 saliya xwe de ji ber xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Wexta Dayika Meryem hîn 14 salî bûye hatiye zewicanadin. Li gundê Biyadîr ê Çelê ya Colemêrgê, di 23'yê Îlona 1987'an de ji ber bombeberana balafirên şerî yên Iraqê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û ew jî bi giranî birîndar bû. Piştî hevjînê wê mir, wê çaxê zarokê herî mezin ê Dayika Meryem 8 salî bû û ji wê rojê ve bi tena serê xwe 7 zarokên xwe xwedî kir. Piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest da 8 meh şûnde keçek ji Dayika Meryem re çêbû. Piştî vê bûyerê di sala 1995'an de vê carê jî ji ber zext û zoriyên dewletê gund hatin valakirin û yek ji kesên nesîbê xwe ji vê yekê girt jî Dayika Meryem Ozcan bû. Piştî valakirina gundan Dayika Meryem koç kir û berê xwe da navenda Colemêrgê. 
 
Wexta koçî navenda Colemêrgê dike, li xaniyekî bi kirê rûdinê û ji bo debara zarokên xwe bike dest bi kar dike. Dayika Meryem hem xebitî hem zarokên xwe da xwendin hem jî dev ji doza xwe berneda û wê çaxê dibe endamê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) û li vir tevî Dayikên Aştiyê daxilî nav xebatan dibe. Di 25'ê Kanûna 2018'an de ji ber xwîn çû ser mejiyê wê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaş a Wanê jiyana xwe ji dest da. Zarok û hevrêyên Dayika Meryemê behsa jiyana wê, salên wê yên di nav têkoşîn û berxwedanê de kirin. 
 
‘EVÎNA HERÎ MEZIN A DAYIKA MIN AŞTÎ BÛ' 
 
Hevserokê HDP'a navçeya navendî kurê Dayika Meryemê Asim Ozcan, bilêv kir ku ji ber ew û dayika xwe bi hev re dixebitîn pir kêfxweş e, lê belê ji ber evîna di dilê dayika wî de pêk nehat xemgîn e. Ozcan got: "Diya min nêviyê temenê xwe ji bo aştiyê, ji bo mirov nemirin di nav têkoşînê de derbas kir. Tenê daxwaza wê bidawîbûna vî şerî bû. Piştî di sala 1987'an de balafirên rejîma Seddam Husên gundê me bombebaran kir û bavê min şehît ket, diya min daxilî nav têkoşînê bû. Di 23'yê Îlona 1987'an de wexta diya min, bavê min, bapîra min û amojna min li nav erdê çeltikê dixebitîn balafiran gundê me bombebaran kir û bavê min şehîd ket. Diya min jî bi giranî birîndar bû. Wê çaxê em hemû biçûk bûn. Diya min hem dêtî hem jî bavtî ji me re kir. Îjar piştî di 1995'an de gund hatin valakirin, em mecbûr man çûn navenda Colemêrgê. Ji bo em hemû bixwînin diya min çi kar hebûna dikir. Lê belê tu carî jî dev ji têkoşîna xwe jî berneda. Diya min hem dixebitî hem jî me xwedî dikir. Her wiha diya min pir dixwest aştî çêbibe. Ji me re tim digot 'Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije.'" 
 
ZAROKÊN WÊ JÊ RE DIGOTIN 'HEVRÊ' 
 
Ozacan bi bîr xist ku, bi taybetî jî di dema HADEP'ê de tim nîqaş dikir ka ew ê karibe çi bike û wekî Dayika Aştiyê di nav partiyê de cih girt. Ozcan, diyar kir ku diya wî di 1995'an de bûye endamê HADEP'ê û paşê di nav partiyên piştî HADEP'ê de xebitiye. Ozcan, anî ziman ku diya wî ew daxilî nav xebatên partiyê kiriye. Ozcan, destnîşan kir ku wexta ew û diya xwe diçûn partiyê û dixebitîn li wir wî jê re digot 'hevrê'. 
 
Ozcan, da zanîn ku berî diya wî jiyana xwe ji dest bide bi 2 rojan çûye partiyê û serdana hevalên xwe kiriye. Ozcan, diyar kir ku ew ê xwedî li doz û têkoşîna dayika xwe derkevin û ew ê heta dawî dewam bikin. 
 
‘TENÊ WEXTA DIÇÛ PARTIYÊ KÊFXWEŞ DIBÛ' 
 
Keça Dayika Meryemê ya mezin Gûrbet Seven ku wexta bavê wê hat kuştin 8 salî bû, anî ziman ku diya wê wexta diçû partiyê her tişt ji bîr dikir û bi kêfxweşî vedigeriya malê. Seven got: "Diya min di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 28 saliya xwe de wekî dayika 7 zarokan bî ma. Pitika wê ya dawî piştî mirina bavê min 8 şûnde çêbû. Paşê em ji gund derketin û çûn navenda bajêr. Diya min ji bo me her tişt kir. Me hemûyan da xwendin, xwişk û birayên min mezin kir. Lê tu carî rojeke xweş nedît. Tenê wexta diçû partiyê kêfxweş dibû. Em jî tevî diya xwe diçûn partiyê. 10 salan di baskê jinan de xebitîm. Li malê zor û zehmetî pir bûn, lê belê wexta em tevî diya xwe diçûn partiyê em pir kêfxweş dibûn. Diya min nedixwest ne leşker ne jî gerîla bimirin. Doza aştiyeke mayînde dikir. Daxwaza wê cîhaneke azad bû ku kes ne di girtîgehan de be. Herî dawî wexta bi telefonê lê geriyam got wê serma xwariye lê belê dîsa jî çûye partiyê. Ji min re got 'keça min çûm partiyê min heval dîtin, pir kêfxweş bûm.' Me gelek êş kêşa, lê ji bo hin kesên din vê êşê nekişînin têdikoîiya. Em ê jî şopdarê têkoşîna wê bin." 
 
Hevrêya Dayika Meryem Dayika AŞtiyê Fatma Tûran jî got: "Êşa me mezin e. Em ji ber xwişka xwe Meryemê pir xemgîn in. Wê bi êş û azarên mezin zarokên xwe mezin kir. 15 salan ez û wê bi hev re xebitîn. Di hemû şert û mercan de li cem me bû. Kêm mirov wekî wê êş kişandine. Lê dîsa jî tu carî dev ji têkoşîna xw eberneda. Rojekê jî doza tiştekî nekir. Tim ji bo vî gelî xebitî." 
 
'DAXWAZA WÊ TENÊ AŞTIYEKE MAYÎNDE BÛ' 
 
Dayika Aştiyê Sidika Kaya ku tevî Dayika Meryemê bi salan xebitiye got: "Dayikeke pir fidakar bû. Heta em sax bin em ê wê ji bîr nekin. Tim doza aştiyê dikir û ji bo vê têdikoşiya." 
 
Nerîman Kaval jî got: "Em û xwişka Meryem bi salan bi hev re xebitîn. Bi salan me di nav xebatên partiyê de cih girt. Li herêmê bi rojan em li gund û navçeyan geriyan û xebitîn. Tenê daxwaza wê aştiyeke mayînde bû. Heta roja dawî jî di nav xebatan de bû." 

Sernavên din

07/01/2019
17:07 Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye
16:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de sîrgûn kirin
16:57 Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin
16:47 2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin
16:07 Kurtulan: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin
15:39 Kedkarên hatin îxrackirin bila li karê xwe vegerin
14:53 Qeyûmê Wêranşarê nûçe piştrast kir
14:50 Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn
14:14 Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin
13:41 Temel: Welat li benda me ye!
13:04 Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek
13:04 Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest
12:49 Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim
12:33 Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
12:09 Greva birçîbûnê belav dibe: Herî kêm 156 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne
10:27 Benzîn û mazot zem dibe
09:57 Maşina karker û xwendekaran li hev qelibîn: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
09:48 5 hezar û 600 hilbijêrên nû çêbûn: 3 hezar û 500 hilbijêr ne ji Şirnexê ne!
09:25 Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
09:25 Li Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeyan dest pê kir
09:08 ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'
09:07 Rêyên ku qeyûm li Wêranşarê bi 12 milyon tl çêkir hilweşiya
09:06 Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû
09:06 Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest
09:05 ‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'
09:04 Li Edeneyê zextan sîxuriyê li ciwanên HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2019
21:30 Di medya civakî de ji bo Leyla Guven kampanya piştgiryê
16:35 Başaran a HDP'î: Em deng bidin qêrîna girtiyan
16:25 ‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû
16:20 Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin
16:11 Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin
15:53 Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin
15:30 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:14 DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin
14:37 Bi ser qawîşa girtiyên di greva birçîbûnê de girtin
14:23 Li Rihayê kesek hat binçavkirin
14:17 Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin
13:51 Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde
12:53 Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome
12:13 Fîlîpînê bahoz rabû: 126 kes mirin
12:00 Li Brezîlaya erdheja pileya wê 6,8 rû da
11:25 Enqeriyan bang kirin: Em bibin dengê Guven
10:22 Elizabet Gewriye: Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe rizgar kir
10:21 Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin!
09:44 Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê
09:07 Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe
09:05 Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan
09:04 Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye
09:03 ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN
05/01/2019
22:45 Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in
22:13 Polîsan ji bo 'stîckeran' avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê
19:51 Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin
16:31 Serdanên teziya malbata Guven berdewam dike
15:24 Ji bo Kelekçîler bangî dadgehê kirin: Serbest berdin
15:16 Vîtamînê B12 û B1 nadin girtiyên di çalakiyê de
15:10 Xizmên Windayan: Bila daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin
14:57 Sakîne Demîr: Îro roja Kurdan e êdî dema yekîtiyê hatiye
14:40 Mirina jinekê ya bi guman
14:39 Komîteya Partiyên Siyasî: Partiyên bê rûhset dikarin buroyên xwe vekin
14:33 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê saziyên cemawerî înîsiyatîf bigirin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin
13:27 Dersimiyan bertek nîşanî birîna ceyranê dan
13:26 Qonaxa ku welat gihîştiyê: Neçar ma terka kurê xwe bike
13:07 Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûn
Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike
12:56 Tosûn a HDP’î: Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê
11:50 Leyla Guven dê bi rîngê nikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe
11:48 'Me dayika xwe winda kir, dema bavê min jî mir Leyla tune bû’
11:25 Muslum: Tirkiye bila li pirsgirêka azadiya welatê xwe binêre
11:07 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
10:28 KCR: Em bi ruhê yekgirtî û serhildanê têbikoşin
09:52 9’emîn Kongreya HDK’ê dê di 12-13’ê Çile de bê lidarxistin
09:42 Li şûna Mcgurk Jeffrey hat erkdarkirin
09:30 Hunermend Atli şevê bi stranan geş kir
09:27 Parlementerê HDP û CHP'ê: Ya Yildirim dike sûc e
09:26 'Eger rapora der barê qeyûm de ji bo şaredariyên DBP'î hatibûna amadekirin em ê bihatana girtin'
09:25 Tiryakî: Desteserkirina mafê dengdayînê ya girtiyan tê wateya binpêkirina mafan
09:23 Ji ber barana zêde 450 hezar donim garis nehat çinîn
09:22 Li DÎSA-DER'ê eleqeya ji bo kursên ziman
09:22 Şanoya Mencelê bi du lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan
09:13 Ji ber got 'faşîzma qesrê' ji 301'ê doz lê hat vekirin
09:13 'Demîrtaş ne sûcdar e'
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2019'AN
04/01/2019
20:02 Li Semsûrê erd hejiya
19:39 Li Girtîgeha Alanyayê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
19:04 Ji bo erseyên Şaredariya Sûrê neyên firotin serî li dadgeha îdareyê dan
18:29 18 kesên li Serêkaniyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:37 Baroya Amedê: Em ê radestî pêkanînên we nebin
16:23 ÎHD: Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimî
16:01 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 2018'an de Hezar û 923 karkeran jiyana xwe ji dest da.
16:00 Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe bibe
15:27 Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan destek da Leyla Guven
15:13 Cenazeyê dayika Leyla Guven hat definkirin
14:58 Mijara Idlibê danîn ser masa Tirkiye: Şer dest pê kir
14:11 TJA: Em ê li dijî komkujiyên li Parîs û Sîlopiyê bi felsefeya azadiyê têbikoşin
13:59 Jinên Amedî ji bo yekbûnek xurt ji hevdîtina li Stenbolê re amade ne
13:48 HDP'ê ji bo Cevriye Guven sersaxî xwest
13:36 Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
13:28 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 ‘Kurdên ku ne bê çare ne eyar dan DYA'yê'