AYDIN – 9 Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin ê Aydinê ku ajokarî dikirin ji ber ku ji kar hatin dûrxistin bi armanca dîsa li karê xwe vegerin 170 rojin di grevê de ne û li ber xwe didin. Karker dê di nava çalakiyê de û bi betalî têkevin sala 2019'an.
9 karkerên ku di otobusên Şîrketa Anonîm a Îmarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê de ajokarî dikirin û ji kar hatin avêtin; ji bo mafê xwe bistînin 170 rojin di çalakiyê de ne. 9 karker bi sedema ku nebûne endamên Sendikaya Belediye Îş'ê ya Turk-Îşê û li şûna wê bûne endamên Sendîkaya Sosyal Îş a DİSK’ê di 8'ê Tîrmehê de ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ku ji ka hatin avêtin ji bo mafê xew bistînin 170 rojin, li qada Bajar a li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê di çalakiyiyê dene. 9 karker li gel rêveberên sendîkayan çalakiya rûniştinê didomînin.
DIXWAZIN DANIŞÎNÊ DIRÊJ BIKIN
Karker Okan Aslan, bal kişand ser şertên zivistanê û wiha got: "Li gel şertên zivistanê yên dijwar dîsa em çalakiya xwe berdewam dikin. Di îlonê de doz hat vekirin. Di meha kanûnê de danişîn hat dîtin û taloqî 13'ê Çile kirin. Heyeta dadgehê li gel ku hemû bersûc û şahid amade bûn jî dîsa doz taloq kir. Heyet armanc dike ku dozê dirêj bike. Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçioglu Yekîtiya Hêz û Demokrasiyê ziyaret kir. Di ziyaretê de diyar kiribû ku dê li hemberî biryara dadgehê bi hurmet nêzîk bibin. Lê mixabin heyeta dadgehê vê biryara Çerçioglu pûç dike. Di pêvajoya hilbijartinê de ji bo neyê hemberî namzetan danişênê taloq dike û dirêj dike."
Aslan, anî ziman ku beriya Cejna Qurbanê ji kar hatin dûrxistin û wiha lê zêde kir: "Me tam ji Cejna Qurbanê nekir. Niha serê salê li pêş me ye. Em dê serê salê jî bê aramî û bi betalî pêşwazi bikin. Niha em betal in. Em tenê karê xwe dixwazin."
Karker Yunus Cengiz jî anî ziman ku karkerên ku li gel wan ji kar hatin derxistin xwestin li nava ajokariya minibusên taybet ên gel bixebitînin. Lê deestûr nedan vê yekê jî. Hevalên me nikarin li cihekî din têkevin kar û li her derê wan reş dikin. Li dijî me şerê taybet dimeşînin."
MA / Ayşe Sürme