ŞIRNEX – Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî di 6’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî di 25’ê kanûna 2012 ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Elçî li ser gora xwe ya li navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê siyasetmedarên kurd û malbata xwe ve hat bibîranîn. Ewil ji bo Elçî li Mizgeftê Nuhê mewlûd hat dayîn. Siyasetmedarê Kurd Ahemt Turk, Parlamenterên HDP’ê û gelek xizm, hezkiriyên Elçî û bi hezaran welatî beşdarî mewlûd û bîranînê bûn.
TURK: ELÇÎ JI BO JIYANEK AZAD TÊKOŞIYA
Piştî xwendina mewlûdê hevalên Elçî yên wî nas dikirin behsa bîranînên wî kirin. Di bîranînê de Ahmet Turk axivî û diyar kir ku Elçî ji bo jiyanek azad, demokrasî û xelasiya gelê Kurd têkoşiya û got: “Kekê Şerafettîn di dîroka siyaseta Kurd de kesayetek girîng û hêja bû. Azadî û rizgariya gelê kurd ji bo wî daxwaza herî sereke bû. Ew her tim li cem gelê xwe bû. Mil dabû milê têkoşîna Kurdistan û Cizîra Botan. Me bedela wî da ji bîr nekiriye û bila serê gelê Kurdistanê sax be.”
Kurê Elçî, Hêja Elçî jî axaftinek kurt kir û malovaniya beşdaran kir.
Piştî bîranîna Elçî, siyasetmedar serdana gora siyasetmedarên Kurd Orhan Dogan û Nurettîn Yilmaz ên ku li heman goristanê veşartî ne kirin.