WAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 5 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi boneya tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dan destpêkirin di roja 10’emîn de ye.
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 5 girtî ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 10 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Hat zanîn ku girtiyên bi navê Cihan Tamur, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen û Bahtiyar Kemal Hasan di grevê de ne û rewşa wan baş e. Hat ragihandin ku rojê carek vîtamên B-2 û B-12 didin wan û tevî ku der barê wan de cezayê dîsîplînê nedane wan jî lê destûrê nadin çalakiyên wan sportîf.