ŞIRNEX - 6'emîn danişîna Doza Panzêrê ku li navçeya Silopiyê li xanî xeliband û di malê de 2 zarokên birayên hev di xewde kuştin, hat ditin û tenê 2 deqîqeyan dewam kir. Heyetê xwest rapora têkildarî qusûra bersûcan bê amadekirin û doz taloq kir.
6'emîn danişîna “Doza panzerê” ya di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê polîsan bi panzerê li xanî qûliband û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Heta niha 5 danişîna doza birayên Yildirim li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hatin. Ajokarê panzêrê polîs Omer Yegît û amîrî wî yê ew erkdar kir Mûrat Maden ên doz der barê wan de hat vekirin û serbest tên darizandin, bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin” cezayê girtîgehê yê ji 2 salan heya 15 salan ji bo wan tê xwestin. Di danişîna dozê de Parêzerê malbata Yildirim û bavê Yildirim Mesut Yildirim li salonê amade bûn. Danişînê dereng dest pê kir û tenê 2 deqîqeyan berdewam kir. Heyeta dadgehê piştî xwendina nasnameyê xwest rapora der barê bersûcan a bi qusûrê bê amadekirin.
Piştî bavê 2 zarokan Mesut Yıldırım jî mafê axaftinê xwest heyetê doz taloqî 14'ê Sibata 2019'an kir.