RIHA - Baroya Rihayê têkildarî kuştina Kadîr Sakçi yê li Sakarya ji ber got "Erê ez kurdim" rastî êrîşa nijadperestan hat û hat kuştin, daxuyanî da û diyar kir ku faîl ne tenê êrîşkar e û wiha got: "Yên êrîş kirine kesên ku yên wekî wan nafikirin ji bo xwe dijmin dibînin in."
Di 16'ê Kanûnê de li navçeya Hendek a Sakarya Bav Kadir Sakçî û kurê wî Burhan Sakçi li kolanê ji aliyê komek nijadperest ve hatin rawestandin û rastî pirsa 'Hûn kurd in? hatin. Ji ber Bav û kur gotin "Erê em kurd in" rasti êrîşa çekdarî ya komê hatibûn. Bav Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest dabû û kur Burhan jî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê Baroya Rihayê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Li Mugla, Çanakkale, Balikesir û dîsa li Sakarya û gelek bajarên din bi heman rengî û sedemam welatiyen kurd rastî êrîşên lîncê hatin û hinek ji wan birîndar bûn û hinek hatin kuştin."
'LI DIJÎ AŞTIYA GELAN LÎSTIK E'
Baroyê anî ziman ku ev hewldan li dijî aştiya gelan lîstike û wiha got: "Bi taybetî bûyerên bi vî rengî di salên dawî de ji ber rewşa aloz a Tirkiyeyê pêş dikevin. Dîsa ji ber sekna rêveber û rojnaemgerên ku bi zimanê sorkirinê derdikevin pêş û cuda dikin rê li pêş van bûyeran vedikin. Divê neyê ji bîr kirin ku faîl û berpirsiyarê sûcê nifrîna li dijî kurdan ne tenê kesek e. Kesên ku li dijî kurdan tovên dijminantiyê diçînin û hemû kesên muxalif ji bo xwe dijmin dibinin bi xwe ne. Ev êrîş provokasyona li dijî aştiya gelan e. Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku li dijî vê provokasyona li dijî aştiya civakî tê kirin derkevin û van lîstikan vala derxin."