SAKARYA - Kekê Kadîr Sakçi yê li Sakarya ji ber ku got 'Ez kurd im' û hat kuştin, Fahrettîn Sakçi got: "Walîtiyê gotiye gotinên wekî kurd, sûriyeyî nehatine gotin. Lê ev gotin hatine gotin. Biraziyê min dibêje. Ma ne wisa be û zilam tiştekî wisa negotibe, ê ji bo çi biraziyê min tiştekî wisa bêje." Sakçi, destnîşan kir ku kesekî din jî alikarî daye êrîşkar.
Li Taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber bi kurdî axivîn bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Bûrhan Sakçi (16) kirin. Di êrîşê de Kadîr Sakçi mir û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû. Bûrhan Sakçi duh êvar ji nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin. Cenazeyê Kadîr Sakçi jî li goristana Taxa Yenîmahalle hat definkirin.
Piştî bûyer qewimî hefteyekê şûnde di çapemeniyê de cih girt. Walîtiya Sakaryayê ya heta wê rojê tu daxuyanî nedabûn, piştî bûyer di çapemeniyê de derket daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu eleqeya bûyerê bi kurdîtiyê tune ye, bûyer bûyereke edlî ye.
'DAXUYANIYA WALÎTIYÊ NE RAST E'
Kek Fahrettîn Sakçi, destnîşan kir ku Walîtiya Sakaryayê bûyer berevajî kiriye û daxuyaniya wê nerast e. Sakçi got: "Heta nimêja êvarî jî birayê min li cem min bû. Kurê wî li çarşiyê dixebitî. Kesekî serxweş hatiye. Em wî kesî nas nakin. Gotiye 'hûn jis ûriyeyê ne?' Birayê min jî gotiye 'Na, em kurd in.' Em nizanin wê kêliyê çi di serê zilam re derbas bûye. Paşê çek ji ber xwe kişandiye û bera wan daye. Piştî bûyerê saetekê şûnde birayê min mir. Jixwe di dîmenên kamerayê de her tişt aşkere ye. Walîtiyê gotiye gotinên wekî kurd, sûriyeyî nehatine gotin. Lê ev gotin hatine gotin. Biraziyê min dibêje. Ma ne wisa be û zilam tiştekî wisa negotibe, ê ji bo çi biraziyê min tiştekî wisa bêje."
Sakçi diyar kir ku bersûc di îfadeya xwe de gotiye wî ji wan re gotiye "Hûn ji Sûriyeyê ne? Biçin ji vir" û got: "Li gorî îfadeya kujer, birayê min jî gotiye 'Em kurd in, lê em ji tirkan hez nakin.' Na birayê min wis anegotiye. Şahidan, kurê wî her tişt dîtine. Ji bo xwe mafdar bide nîşandan îfadeyeke wisa daye."
‘KESÊ ALÎKARIYA ÊRÎŞKA KIR BI RIHETÎ DIGERE'
Sakçi, bilêv kir ku divê ev bûyer baş bê lêkolînkirin û got: "Hevalê kesê serxweş di dema bûyerê de di navbera yê serxweş û birayê min de ye. Ê berdide tahm dide. Kesê serxweş piştî bera birayê min û biraziyê min dide direve. Û di ser 4 bajaran re derbas dibe. Tenê kesê serxweş zevt kirin. Lê ê din bi rihetî ji xwe re digere. Ev yek me qaneh nake. Bila dozger û emniyet dîmenan baş lêkolîn bikin. Eger min ev bikirina wê wê hem min, hem birayê min hem jî bavê min bigirtana. Wê bigotana we alîkarî kiriye. Divê ew kes jî bê cezakirin."
Her wiha Bûrhan Sakçi yê birîndar bû jî, nexwest der barê bûyerê de tiştekî bibêje.
Li gor agahiyên bi dest ketin, qeymeqam li wan geriyaye û polîs çûne mala wan û bi wan re axivîne. Malbatê nexwest axaftina di navbera wan û polîsan de bibêjin.
ŞAHID JÎ NEAXIVÎN
Wexta em çûn cihê bûyerê, qehwevanê şahidê bûyerê bêyî em jê bipirsin got "Tiştekî wisa tune ye, meseleya tirk-kurd tune ye." Her wiha xwediyê bûfeyê û şahidnên din jî gotinên qehwevan dubare kirin.
MA / Melike Ceyhan