ÊLIH - Li Êlihê welatiyan diyar kir ku hilbijartina herêmî ji bo kurdan ni wesfê referandûmê de ye û got: "Ji bo me ya girîng ne namzet e, bidestxistina şaredariyên meyên hatine xespkirin e."
Partiyên siyasî ji bo hilbijartina herêmî hêdî hêdî namzetên xwe diyar dikin. HDP jî wê piştî serldanên bernamzetiyê namzetên xwe diyar bike. Li Êlihê welatiyan bal kişand ser hilbijartina herêmî û diyar kirin ku hilbijartina herêmî ji bo kurdan di wesfê referandûmê de ye û ew ê bi dengên xwe şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin.
WÊ JIN ŞAREDARIYÊN XWE BI DEST BIXIN
Nazmiye Akman, diyar kir ku ji bo wan namzet ne girîgn e ya girîng ew e ku li vir partiya wan bi ser bikeve. Akman, destnîşan kir ku armanca wan a ewil ew e ku şaredariyên wan ên bi qeyûman hatine xespkirin bi dest bixin.
Leyla Onûk jî bilêv kir ku hilbijartina herêmî ji bo gelê kurd di wesfê referandûmê de ye û got: "Kî dibe namzet bila bibe, lê em ciwan û jin em baş dizanin şaredarî ji bo têkoşîna me tenê amûr in. Di têkoşîna me de şaredarî ne armanc in, tenê ji bo azadiya gelê kurd amûr in. Loma em ê di hilbijartina herêmî de şaredariyên xwe ji dest zaliman bistînin."
Nûran Altan jî got: "Wê jin mohra xwe li vê hilbijartinê bixin. Em ê bi coşa 8'ê Adarê ber bi hilbijartinê ve biçin û wê jin qeyûman bişînin ku careke din neyên. Me tu carî şaredariya xwe bêxwedî nehişt û em ê bi têkoşînê bi dest bixin û em ê nehêlin qeyûm bên tayînkirin." Şikran Çelebî jî, anî ziman ku ew şaredariyên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin û ji bo vê bang li hemû jinan kir.
'DIVÊ GEL BIBIN YEK'
Welatiyê ereb Huseyîn Akman jî anî ziman ku HDP gelan temsîl dike û got: "Li gor bajarên din li Êlihê ereb pir tune ne. Lê em ereb li kuderê dibin bila bibin em ê destekê bidin HDP'ê. Çimkî HDP ne bi rêjeyeke ji sedî 51 ye ji sedî 80 şaredarî bi dest xistin. Lê niha şaredarî hatine xespkirin. Wê gel bi têkoşînê şaredariyên hatine xespkirin bistînin." Akman, destnîşan kir ku divê gel di bin banê HDP'ê de bitêkoşin da şaredariyan bi dest bixin.
'CIWAN LI CEM HDP'Ê NE'
Li bajaroka Kaniyahenê Mahfûz Sûnra jî diyar kir ku di hilbijartina herêmî de barê giran dikeve ser milê ciwanan û got: "Em ciwan li cem HDP'ê ne. Em baş dizanin wê di vê hilbijartinê de qeyûm ji vê erdnîgariyê biçin û em ê bi xebatê hewl bidin ku HDP bi ser bikeve. Em ji qeyûman natirsin. Daxwaza me ji HDP'ê ew e ku bêtir cih bide namzetên ciwan da herkes hay ji hêza ciwanan hebe."
Recep Sûnar ê ji Kaniyahenê jî anî ziman ku ev der warê wan e, ne yê Erdogan a n jî MHP'ê ye û got: "Ev der bajarê me ye û em ciwan ji qeyûman natirsin û em ê wan bişînin."
MA / Metin Yoksu