ENQERE - Hîndekarê Zanîngeha Wagenînenê Prof. Joost Jongerden biryara DYA'yê ya der barê vekişîna ji Sûriyeyê nirxand û got: "Wexta DYA bi temamî ji Sûriyeyê vekişe, wê erka Tirkiye û Rûsyayê biqede. Çimkî wexta DYA tune be, dibe Rûsya qada serweriyê ya Tirkiyeyê mînîmîze bike."
Di 20'ê Kanûnê de Serokê DYA'yê Donald Trûmp daxuyand ku ew ê ji Sûriyeyê vekişin. Piştî vê yekê biryara DYA'yê ji aliyê gelek derdoran ve hat nîqaşkirin û hîn jî cihê nîqaşê ye. Ji ber vê yekê mijara sereke ya di rojevê de ye ew e ku bi vê biryarê wê herêma Bakur û Rojhilat a Sûriyeyê hedef bê girtin û bi taybetî jî polîtîkayên ku wê kurdên li wir ji niha û pê ve bişopînin.
Hîndekarê Zanîngeha Wagenînen a Hollandayê Prof. Joost Jongerden ku Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, diyar dike ku wê bi vê biryara DYA'yê re wê nakokiyên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de kûrtir bibin.
Joongerden got: "Konjuktur tevlihev e. Wê nakokiya di navbera hersê aliyan de bêtir aşkere bibe. Wê Rûsya, Îran, Sûriye û gelek welatên din niha bêyî DYA'yê bi DAIŞ û yên din re mecbûr bimînin şer bikin."
'DIBE ÎRAN Û RÛSYA HSD'YÊ TERCÎH BIKIN'
Jongerden, bilêv kir ku niha rewşa Sûriyeyê nediyar e û got: "Wexta DYA bi temamî ji Sûriyeyê vekişe, wê erka Tirkiye û Rûsyayê biqede. Çimkî wexta DYA tune be, dibe Rûsya qada serweriyê ya Tirkiyeyê mînîmîze bike. Dibe ku Rûsya û Îran jî HSD'ê tercîh bikin.
Îjar wê Fransa û Îngîltere çi bikin? Gelo wê desteka wan a ji bo HSD'ê dewam bike an wê bê zêdekirin? Wê herêm ji bo firînê bê qedexekirin? HSD, doza MANPAD yanî pergala fuzeyên ji erdê ber bi hewayê ve diçin kir. Li hemberî êrîşên hewayî tesîra MANPAD'ê zêde ye û ev dibe ku mudaxilekirina leşkerî ya Tirkiyeyê bietngijîne. Her wiha piştî DYA ji Sûriyeyê vekişe, wê roleke çawa bilîze, ew jî neidyar e. Hem demokrat hem jî komarparêzan bi awayekî tund biryara Trump rexne kirin. Niha Pentagon hewl dide alîkariya HSD'ê bike. Dibêje wê hêzên wê yên taybet ji Iraqê destekê bidin HSD û wê ji bo çekan alîkariyê bidin."
Jongerden der barê operasyona ku Tirkiyeyê piştî biryara DYA'yê got "em taloq dikin" jî got: "Biryara DYA'yê hemû hevseng guherandin; Belkî ji bo Tirkiyeyê bû cihê zêdetirî tişta dihat xwestin. Helbet biryara Trump bû sedema metelmayînê û me ev yek ewilî ji bo HSD'ê wekî pirsgirêkeke mezin nirxand. Lê belê ev biryar tenê bandorê li HSD'ê nake. Nêveng ji nû ve tevlihev bû. A rast Tirkiye xwest tevî DYA'yê tev bigere û dibe ku vê biryara DYA'yê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike. Di vê tevliheviyê de tiştek derket holê, ew jî ev e ku cîhan hemû bi sempatiyeke zêde nêzî HSD'ê dibe. Niha jî dixwaze ev sempatî veguhere piştevaniyeke berbiçav."
‘YPG LI ROJHILATA NAVÎN SIYASETEKE ALTERNATÎF DIAFIRÎNE'
Her wiha Jongerden ji bo analîzên piştî biryara DYA'yê hatin kirin jî nirxang û got: "Analîzên wekî 'HSD li ser pişta DYA'yê tev geriya' analîzên hêsan in. Armancên demdirêj ên siyasî yên HSD'ê hene. Projeya HSD'ê heye. Dixwaze li Rojavayê siyaseteke alternatîf biafirîne. Ev alternatîf jî li hemberî netew-dewletê, feraseta rêxistinbûyîna civakiyî ye."
MA / Selman Guzelyuz