ÎZMÎR – Karkerên TARÎŞ'ê ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin û 49 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin, gotin ew ê bi têkoşînê dest bi sala nû bikin û ew ê bi ser bikevin.
Li Îzmîrê 7 karkerên ji ber endamên Gida-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê ye bûn di 6'ê Mijdarê de ji fabrîkaya TARÎŞ'ê hatin derxistin, 49 roj in li ber fabrîkayê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Karkeran destnîşan kir ku ew ê bi têkoşînê dest bi sala nû bikin û ew ê bi ser bikevin.
Karker Cem Guducu, bilêv kir ku ji ber ew endamê sendîkayê ne ji kar hatin derxistin û 49 roj in çalakiya wan a rûniştinê didome. Guducu, bilêv kir ku ew bi biryar in ku çalakiya xwe dewam bikin û heta ew venegerin ser karê xwe ew ê bitêkoşin. Guducu, diyar kir ku wan gelek caran hevdîtin bi kardêr re çêkiriye, lê belê tu encam rû nedane. Guducu, destnîşan kir ku ew nizanin wê çalakiya wan heta kengî dewam bike, lê belê tişta ew dizanin ew ê bi ser bikevin. Guducu got: "Sala 2019'an ji bo me girîng e û wê ji bo karkeran baş be. Bila hemû karker bibin endamê sendîkayê. Wisa hêvî dikim ku em ê di têkoşîna xwe de bi ser bikevin û wisa dest bi sala nû bikin. Em ji bo têkoşîneke mafdar li vira ne."
‘WÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE'
Guducu, diyar kir ku li hemû bajarên Egeyê çalakiyên karkeran hene û got: "Li Tirkiyeyê gelek karker ji bo mafên xwe li ber xwe didin û her diçe hejmara wan zêdetir dibe. Taliya talî wê ev civak ji ber vê krîza aborî bipeqe. Wê herkes dakeve kuçeyan û doza heq û hiqûqê bike. Çîna karkeran kengî li paş aboriyê bimîne wê têkoşîneke xurt wê çaxê dest pê bike."
‘WÊ DI SALA NÛ DE LI ENIYA ME BERXWEDAN HEBE'
Mûrat Yilmaz, da zanîn ku 7 sal in ew wekî kîmyager li fabrîkayê dixebite û ew bawer dikin ku wê sala 2019'an bibe sala karkeran. Yilmaz got: "Wê sala nû 2019 bi têkoşîna çîna karkeran bê tackirin. Di van rojên ku têkoşîna sendîkayî tê astengkirin de divê çîna karkeran bi piştevaniyî tev bigere û bitêkoşe. Hin derdor bi zewq û sefayê dest bi sala nû dikin, lê belê em ê jî bi berxwedanê dest pê bikin. Em hay jê hene, em perçeyeke têkoşîna çîna karkeran e." Yilmaz, ji bo piştevaniyê bang li herkesî kir û got: "Em ê bi vî ruhê piştevaniyê bi ser bikevin."
‘EM Ê FATÛREYA KRÎZÊ NEDIN'
Nûnerê Gida-Îş'ê yê Herêma Egeyê Mashar Uzbek jî, diyar kir ku kardêr fabrîkaya TARÎŞ'ê wekî şîrketa xwe dibîne, lê belê ev yek nayê qebûlkirin. Uzbek, bal kişand ser daxuyaniyên AKP'ê ku dibêje "krîz tune ye" jî û diyar kir ku lê belê krîz bi awayekî aşkere dixuyê. Uzbek, bilêv kir ku êdî krîz dijwar bûye û got: "Dixwazin fatûreya vê krîzê li kedkar û karkeran bibirin. Têkoşîna karker û kedkaran û grevên wan zêde bûne. Mafên sendîkayî yên gelek sendîkayan tên binpêkirin. Niha li Tirkiyeyê maddeya 51'an a Qanûna Bingehîn pêk nayê. Em di serdemeke ku gelek karker ji kar tên derxistin û mafên wan ên sendîkayî nayên qebûlkirin re derbas dibin. Loma ji bo xwedî li mafên xwe derkevind ivê karker bitêkoşin. Niha dixwazin fatûreya krîzê li karkeran bibirin. Lê ê bûn sedema vê krîzê ne em in, em ê vê fatûreyê nedin."