ŞIRNEX - Di ser Komkujiya Roboskiyê re 7 sal derbas bûn. Abdurrahman Encu yê çavên wî nabînin û kurê wî Bîlalê 16 salî di komkujiyê de hat kuştin got: "Wexta sax bû, ez biçûnama ku wî ez dibirim. Ew çavên min bû. 7 sal in li çavên xwe digerim.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê 34 kes kuştin. Yek ji kesên hat kuştin Bîlal Encuyê 16 salî bû. Bavê wî Abdurrahman Encu yê çavên wî nabînin, bilêv kir ku kurê wî Bîlal çavên wî bû. Bav Encu anî ziman ku ew biçûna kuderê kurê wî Bîlal alîkariya wî dikir. Bav Encu got piştî kurê wî hat kuştin careke din ew ji çavên xwe bûye.
HER HEFTE DOZA EDALETÊ DIKE
Bav Encu, her hefte bi alîkariya hin kesan serdana goristanê dike û tevî malbatên din ên Roboskiyê doza edaletê dike û dixwaze kiryar bên dîtin.
Bav Encu ji bo kurê xwe Bîlal got: "Wexta sax bû hemû karê min wî dikir. Berê çavê min baş bû. Lê min nikaribû bi tena serê xwe karê xwe bikirana. Wexta biçûma nexweşxaneyê an jî derketama derve tim Bîlal li cem min bû. Wexta li cem wî bûm kêfxweş bûm. Piştî kurê min Bîlal şehîd ket, êdî jiyan zehmetir bû. Helbet niha jî hin kes alîkariya min dikin. Lê cihê Bîlal cuda bû. Her ku wexta Bîlal bi destê min digirt û ez dibirim nexweşxaneyê û derve tê bîra min hîsên cuda li min peyda dibin. Her ku tê bîra min Bîlal şehîd ketiye ji xwe re dibêm 'xwezî ez bûma.'"
Bav Encu, diyar kir ku tekane daxwaza wan ew e ku kiryar bên darizandin. Encu, destnîşan kir ku bi salan e ew doza edaletê dikin, lê belê heqaret li wan tê kirin. Encu ku her hefte diçe goristanê got: "Hatina vir ji bo min wekî peywirekê ye. Çi qas çavê min nebînin jî, lê dîsa zarokên min bi destê min digirin û tînin. Ji bo xwedî li doza xwe derkevim têm vir. Her cara tim kurê min tê bîra min. Heta sax bim ez ê werim vir."
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'
Bav Encu, destnîşan kir ku piştî komkujiyê tişta li wan tê kirin wan bêtir diêşîne û got: "Heta sax bim ez ê ne Bîlal û ne jî kujerên wî ji bîr bikim. Ez ê hesab ji kujerê kurên xwe bipirsim. Ez bimirim jî, ez ê roja mehşerê doza edaletê bikim. Ji ber ku li Tirkiyeyê edalet tune ye kiryar nayên dîtin û darizandin. Em mexdûr kirin. Em bi zaliman re rû bi rû man. Em li bendê bûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bersiva daxwazên me yên ji bo edaletê bide, lê wan jî pişta xwe da me. Li cem me kesek jî em ê dev ji vê daxwaza xwe bernedin."