* Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî qedexekirina hevdîtina ji 2011’an ve serî li AYM’ê dan û AYM’ê serlêdanê red kir. Ji bo daxwaza tedbîra parêzeran biryara şandina ji bo Beşên Raportoran nîne hat dayîn.
* Di ser Komkujiya Roboskiyê re 7 sal derbas bûn. Abdurrahman Encu yê çavên wî nabînin ku kurê wî Bîlalê 16 salî di komkujiyê de hat kuştin got: "Wexta sax bû, biçûnama ku wî ez dibirim. Çavên min bû. 7 sal in li çavên xwe digerim.
* Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay ê girtî, destnîşan kir ku qeyûm bîra civakiyî tune dikin û got: "Vîna Bazîdê li holê ye û pir zelal e. Em hay ji vê hene û pê bawer in."
* Karkerên TARÎŞ'ê ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin û 49 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin, gotin ew ê bi têkoşînê dest bi sala nû bikin û ew ê bi ser bikevin.
* Li navçeya Sûrê li Hemama Vahap Axa ya ji sedsala 16'an ve mayî restoranteke luks hat vekirin.
* Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernıcke Korsakoffê lê peyda bûye, bilêv kir ku ji bo bê berdan poşmanî lê tê ferzkirin. Ozelamli bang li raya giştî kir û got: "Hindik maye bimirim."
* Hîndekarê Zanîngeha Wagenînenê Prof. Joost Jongerden biryara DYA'yê ya der barê vekişîna ji Sûriyeyê nirxand û got: "Wexta DYA bi temamî ji Sûriyeyê vekişe, wê erka Tirkiye û Rûsyayê biqede. Çimkî wexta DYA tune be, dibe Rûsya qada serweriyê ya Tirkiyeyê mînîmîze bike."
* Li Êlihê welatiyan diyar kir ku hilbijartina herêmî ji bo kurdan ni wesfê referandûmê de ye û got: "Ji bo me ya girîng ne namzet e, bidestxistina şaredariyên meyên hatine xespkirin e."
* Wê sibê danişîna doza Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku li girtîgehê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê.
* Fahrettîn Sakçi, kekê Kadîr Sakçi yê ji ber bi kurdî axivî hat kuştin, got: "Walîtiyê gotiye gotinên wekî kurd, sûriyeyî nehatine gotin. Lê ev gotin hatine gotin. Biraziyê min dibêje. Ma ne wisa be û zilam tiştekî wisa negotibe, ê ji bo çi biraziyê min tiştekî wisa bêje." Her wiha Sakçi got, kesekî din jî aliyê êrîşkar kiriye.
* 6'emîn danişîna doza kuştina Muhammed (7) û Furkan Yıldırım (6) yên dema li malê razabûn û panzêr ket xanî û di xewde kuştin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. (11.00)
* Platforma Jinan a Edeneyê dê bi armanca helwesta dozger ya li dijî tecîzkirina Gamze A. şermezar bikin, li pêş avahiya Edliyeya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00)
* Di pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA de dê bi tevlêbûna Pispora Saziya Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û PRz. Ozgur Erol panela "Li Tirkiye pirsgireka Demokrasiyê" bê lidarxistin. (12.30)
* Siyasetmedarê Kurd Şerafettin Elçî dê di 6'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe bê bibîr anîn. (13.00)
* Malbata girtiyê siyasî Mustafa Ozgur Mulla ku li Girtigehae Tîpa L a Hêjmar 6 a Silivrî girtî ye û rastî îşkenceyê hatiye, bi armanca balê bikişînin ser binpêkirina mafan dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bid8in çapemeniyê. (13.00)