STENBOL – Prz. Îbrahîm Simenîllioglu, diyar kir ku vekişina DYA ya ji Sûriye ji bo Serokomar Erdogan simîtê jiyanê ye û wiha got: "Ger ku Tirkiye li dijî Rojava operasyonê pêk bîne, dê perçekirina navbera kurd û tirkan zêde bike û lez bide perçekirinê.
Serokê DYA Donald Trump hefteyek berê daxuyanî da û diyar kir ku wan li Suriyeyê DAIŞ têk biriye û dê hêza xwe ji Sûriye vekişînin. Piştî DYA biryar da ku eskerên xwe ji Rojava vekişînin, niqaşên li ser rewşa Rojava dîza zêde bûn. Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Prz. Îbrahim Sînemillîoglu geşedanên li Rojava pêş dikevin ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Sinemîllîoglu anî ziman ku Rojhilata Navîn 100 salin wekî sîtila avê dikele û wiha got: "Li Rojhilata Navîn 3 pirsgirêkên esasî hene. Yek ji pirsgirêka herî jiyanî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka duyemîn jî ya Fîlîstinê ye. Ya seyêmîn jî pirsgirêka Belucîyan e. Li ser vê erdnîgariyê pirsgirêka Kurd ji bo gelek çareseriyên din rola mifteyê dilîze. Heta ku pirsgireka kurd li ser vê erdnîgariyê çareser nebe pirsgirêkên din jî pêre çareser nabin. Kurd di nava çar dewletan de hatine perçekirin. Kurd li herêmê cihekî pir girîng zeft dikin. Herêma Kurdan Derya Reş, Derya Spî, Derya Hezarê û Kendava Basrayê bi hevve girê dide. Ev herêm zikê Rusya yê nerm, rêboriya Avrupa û Asya ye. Dîsa çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn û Asya Navîn e. Cihê herî stratejîk e. Erdnîgariya Kurdan dilê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê dewletên mezin li ser ve yekê lîstikan amade dikin."
'NAXWAZIN TIRKIYE BIXEYDÎNIN'
Prz Sinemillioglu, anî ziman ku car caran Trump tiştên wisa dibêje, lê her tişta bêje dibe neke û wiha got: "Berê Trump gotinû ezê ji Sûriye vekişim, lê venekişiya. DYA ji bo Iraqê jî gotibû ezê vekişim, Lê venekişiya. 20 sal bûye hêj ji Afganistanê vekenişiya ye. DYA tenê li gorî biryara Trump tev nagere. Li berjewendiyên tevahiya DYA difikirin û gavan davêjin. Ez bawer dikim ku ji bo Tirkiye ji xwe nexeydinîn ev biryar dane. Her diwa dixwazin heta demekê Tirkiye mijûl bikin. Ger ku DYA xwe vekişîne ji bo Tirkiye dê bibe simîtê jiyanî. DYA baş dizane ku DAÎŞ li Sûriye xelas nebûye. Ger ku DYA xwe vekişîne jî dê bi temamî xwe nekişîne. Ger ku beriya hilbijartinê DYA Xwe vekişine dê ji bo Erdogan bibe nefesa jiyanê. Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek diyar dike ku operasyona li Rojavayê Sûriye dê ji bo Tirkiye destkeftiyek mezin e. Lê ne wisa ye. Êdî kurd dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin û dikarin xwe biparêzin. Kurdan pergalek nû ava kiriye. Rêveberiya xwe ava kirine. Îro tevgera jinê li hemû cîhanê bi hêz e û pêşengiyê dikin. Çiqas zextan li ser kurdan bikin jî nikarin Kurdan bê statu bihêlin û nikarin bê nasnametiyê li ser wan ferz bikin. Ger ku operasyonê li Rojava pêk bînin dê perçekirina navbera Kurd û Tirkan kûr bikin. Dê operasyon perçekirinê bi lez bike. "
Sinemillioglu, da zanîn ku dê ev operasyona pêkan ji bo Tirkiye xwînê winda bike û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiye di astek mezin de perçebûn çê bûye. Ev operasyon dê perçebûnê zêdetir bike. Dê lez bide perçekirina navbera kurd û tirkan. Dê peşeroja Tirkiye têxe nava xeteriyê. Ger ku Rusya û DYA seha hewayê ya Suriye li Tirkiye bigirin, Tirkiye di qada bejayî de dê têk biçe. Tirkiye de di qada aborî de bi temamî têk biçe. Ji xwe enflasyon ji sedi 40 bilind bûye. Ger ku êdi gel dakeve kolanan ne polîs û ne jî esker nikare pêşiya gel rawestine. Ji ber vê yekê divê dest ji dijminantiya kurdan berdin.
Ger ku Tirkiye Kurdan wekî Tirkên Kibris, Tirken Balkan, Turkmenên Azerî, Ozbek, Kırgız û Kazakan nas bikeû qebûl bike, dê her tişt aram bibe û êdî kes nayên kuştin."
MA / Sadiye Eser