AMED - Ajokarê ofîsa Rûdawê yê Amedê Cîhan Demîrkiran ê di 5'ê mijdarê de di qeza trafîkê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Xebatkarê ofîsa Rûdawê yê Amedê Cîhan Demîrkiran ku 5 sal e dixebite di 5'ê mijdarê de li navçeya Hezo ya Êlihê bi nûçegihanên Rûdawê re dema diçûn herêma Serhedê qezaya trafîkê derbas kiribûn û bi giranî birîndar bibû. Demîrkiran ê ji wê rojê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da. Demîrkiran zewicandîbû û bavê zarokekê ye.