ENQERE - Li Meclîse bi tevlêbûna hemû partiyên koma wan li meclîsê heye 12 rojan rewşa Butçeya Navendî ya 2019'an hat niqaşkirin. Di niqaşên li ser butçeyê de 258 caran mijarên “Pirsgirêka kurd", “Kurdî" û “Kurd” hat ziman.
Niqaşên Lijneya Giştî ya Meclîsê ya der barê butçeya giştî ya 2019'an de di 10'ê kanûnê de dest pê kir û 22'ê kanûnê de bi dawî bû. Di niqaşên butçeyê de herî zêde HDP'ê muxalefetî pêş xist û zêdetir bal kişand ser tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd. Dîsa bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 45 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor veger de ye. Disa di niqaşan de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya der barê Selahattin Demirtaş û parlamenterên din ên girtî de. HDP'ê êrîşa li dijî Efrînê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kirin û xwest ji Efrînê vekişin û tecrîd bi dawî bibe.
HERÎ ZÊDE PIRSGIRÊKA KURD DERKET PÊŞ
Di niqaşên li Meclîsê yên der barê Butçeya Giştî ya 2019'an de herî zêde peyvên “Kurd”, “Kurdî" û "Pirsgirêka Kurd" 258 caran hat dubarekirin. Disa peyvên “Pirsgirêka Jinê, “Zayenda Civakî û "Zayend" 175 caran hatin dubarekirin. Peyva “Pirsgirêka karkeran" û "Pirsgirêka kedê jî" jî 147 caran hat dubarekirin. Peyva Edaletê jî 117 caran hat dubarekirin. Peyva "Demîrtaş" 80, “Leyla Guven” 77, “Kayyum/Gasp” 68, “Demokrasi/Demokratîkbûn" 66, “Brêz/Ocalan/PKK/Îmralı” 37, “Azadî" 33 û “Tecrîd” 30 cara hat dubarekirin.