SAKARYA – Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Kadîr Sakçi û birîndarkirina kurê wî Burhan Sakçi yên ji ber kurd bûn daxuyanî da. Walîtiyê wek cînayetên berê êrîşkar bi "vexwarina alkolê, serxweş û ji gelek sûcan sabika wî heye” parast û xwest rengê bûyerê veguherîne.
Li Sakaryayê bi boneya ku Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Burhan Sakçi (16) bi kurdî axivîn rastî êrîşa çekdarî ya nijadperestek hatin. Di êrîşî de bav Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Burhan jî bi giranî birîndar bû. Walîtiya Sakaryayê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da û wek her tim dîsa êrîşkar parast. Walîtiyê êrîşkar bi gotinên “alkol vexwariye û ji gelek sûcan sabika wî heye” parast û got bûyer li ser “axaftina bi çêr” dest pê kiriye. Walîtiyê îdia kir ku nûçeyên der barê bûyerê de hatine çêkirin ne rast in û xwest kes baweriya xwe pêk neyne.
‘PIŞTÎ DIBÊJIN EM KURD IN ÊRÎŞÎ WAN DIKE’
Birayê Kadîr Sakçi yê di êrîşê de hat kuştin Fahrettîn Sakçi têkildarî êrîşê axivî û got: “Ez û birayê xwe û braziyê min heta dereng jî bi hev re bûn. Piştî ez ji wan veqetiyam ew jî diçin malê. Dema ew tên ber qahweya li taxê rastî êrîşê tên. Kesek ku ji xwe re dibêje ew serxweş e pêşiya wan dibire. Ji wan re dibêje ‘Hûn kurd in an jî sûriyeyî ne?’ Bira û biraziyê min jî jê re dibêjin ‘em kurd in.’ Êrîşkar jî bi çekê êrîşî wan dike.”
BERIYA NIHA JÎ HEMAN DAXUYANÎ HATIBÛN DAYÎN
Daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê kuştina Gazî Akbayir, Mahîr Çetîn û Sedat Akbaş ên beriya niha bi kurdî axivîbûn û hatibûn kuştin ku walîtî û miduriyetên polîsan ji bo wan heman tiştî gotibûn bi bîr xist.
KUŞTINA GAZÎ AKBAYIR
Gazî Akbayir di 15’ê kanûna 2011’an de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê li barekê stranek kurdî daxwaz kir hatibû kuştin. Emniyeta Îzmîrê gotibû ku Gazî Akbayir ne ji ber strana kurdî hatiye kuştin.
KUŞTINA MAHÎR ÇETÎN
Mahîr Çetîn ê 20 salî jî di 3’ê îlona 2014’an de li navçeya Kaş a Antalyayê ji ber kurdî axivîbû ji aliyê komek nijadperest ve hatibû kuştin û Walîtiya Antalyayê êrîşkaran bi “alkolê” parastibû.
KUŞTINA SEDAT AKBAŞ
Sedat Akbaş jî di 6’ê îlona 2015’an de li navçeya Kagithaneya Stenbolê di telefonê de bi malbata xwe re kurdî axivîbû ji aliyê nijadperestan ve hatibû kuştin. Miduriyeta Polîsan a Stenbolê der barê bûyera Akbaş de daxuyanî dabû û êrîşkaran parastibû.