ÎZMÎR - Welatiyên Avusturyayî Bîrgul Surer û keçêrn wê Dilara û Helin Surer ên eslê xwe ji Amedê ne, piştî di 15'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û berdan, şandin Navenda Paşveşandinê û 2 mehin li wir dîl hatine girtin.
Welatiyên Avusturya Bîrgul Surer a 50 salî û keçên wê Dilara û Helîn Surer ku di salên 1990'an de ji Amedê koç kirin û li Avusturya bi cih bûn, hatin Tirkiye, di 15'ê Cotmehê de hatin binçavkirin. Piştî li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê dema diçûn Avusturya ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Dayik û 2 keçên xwe di 16'ê Cotmehê de li Dadgeha Sulh Ceza hatin berdan û şandin Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê. Di 4'ê Kanûnê de jî şandin Navenda Paşveşandinê ya Îzmirê. Dayik û 2 keçên xwe ku li Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê hatin dîlgirtin û niha şandine Îzmirê nêzî 2 mehin bi sucdariya "Sucdarê Terorê ya Dervê welat" tên tawanbarkirin.
Parêzerê malbata Surer Zafer Încîn, diyar kir ku Bîrgul Surer bi nexweşiya şekir û tansiyonê ye û nikare dermanê xwe bikar bîne. Prz. Încîn, da zanîn ku Helin û Dilara Surer li Avusturya xwendekarên zanîngehê ne û bi îdîaya yi Avusturya "Propaganda rêxistinê kirine" hatine binçavkirin. Malbata Surer jî destnîşan kir ku tu delîlên şênber tune û bi awayekî keyfî dîl hatine girtin.
Încîn, da zanîn ku bi rêya ÎHD'ê gelek caran serî li Walîtiya Îzmirê dane, lê Walî bi israr naxwaze bi wan re hevdîtin bike.
MA / Ruken Demîr